Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
şam şekir e welat şîrîntir e - tirşik
şam şekir e welat şîrîntir e

Navê mijarê ya ewil ev bû:şam şekir e welat şirîntir e
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotineka pêşiyên kurdan e..

dibêjin carekê êk ji mîrên Botan keçek li kolanên Cizîrê dît ji dilkê heyîne ji hezar dila dilê wî ketê! Rabî ji xwe ra anî û li xwe mehir kir. Hingî ew û mîr rûniştibîya xarê pêkve keçkê wê gotibîya " Ax şêrbinê neynika dinê şîrîna li ber dilê min ê." Ne rojekê û ne deha û ne bîsta... Carekê mîr got:Erê keça qenc to nabêjî şêrbîn çî ye? Hingî em pêkve rûnin tê bêjî " şêrbinê neynika dinê şîrîna li ber dilê min ê." Ev çi şêrbin e? Keçikê got: Mîrê min şêrbin gundê babê min e û ez têda rabîme û mezin bîme. Mîr got: Baş e. Şêrbin dûr e? Got: Mîrê min ne dûr e wa li nav batûya ye, li navbeyna Şirnex û Dêrgulê da. Mîr got: Bi tac û textê xwe kim, divêt êm biçin wê Şêrbinê bibînin, ewa hinde ji te ra bîye daxwaz. Keçkê got: Xwezî mîrê min carekê dî li saxîya xwe da min Şêrbin dîtibîya paşî bila ez li wêdê bimram. Mîr got: îşev xwe lêk bide sibehî em ê biçin Şêrbinê. Roja paşî her du siwar bîn û jêlil berê xwe dan li nav Batûya li qesirka gelîyê Cizîrê ra çûn. Ji dûrva ulîyên Dêrgulê dîtin, mîr got: Eve Şêrbin? Keçkê got: Mîrê min eve Dêrgul e, mîr berê xwe da dûrtir hindek ulîyên spî dîtin got: Ewa heye Şêrbin ? Keçkê got: Mîrê min ew Şirnex e... Mîr got: pa ka Şêrbin keça qenc? Got: Mîrê min em nîzîk bîne. Çûn serê milekê. keçkê got: Mîrê min eve ye Şêrbin. Mîr berê xwe da dûr... Tiştek ne dît; keçkê got: Mîro berê xwe bide nêzîk, li bin xwe ra. Mîrê berê xwe da binê newalê çî berê xwe bidetê! Çar kolk in taqê singî ji bejna zelama ne bilintir e û li ser stûna û taqê piştê li axê ra ye. Ava wan bi qonaxa du seeta dûr heke ne li ser pişta kera bit wê ji tehna bimrin. Çilê zivistanê ji ber pêşûya mirov nadebirit heta dor bighêt havînê! Mîr got: Eve ye Şêrbin? Keçkê got: Belê mîrê min. Got:Eve ye Şêrbin, eve ye neynika dinê, eve ye şîrîna li ber dilê min ê? Her keçkê got: Belê mîrê min! Got: Bawerke eke mirov xweyê vî gundî bit mirov nabêjit mirov xweyî cihûwar e. Keçkê got: Mîro xwezî te bi çavê min berê xwe dabîya pê û bi hizra min te temaşa kirbîya. Her wekî te sehnekirî çaxê dibêjin: "Kew kûde xweş e? Got: Erdê ez lê bîm ferx." Mîrê min ji berê da hatîye gotin:" Şam şekir e, welat şîrîntir e." Bîra te xadima mala babê te nayê? Mîr got: Kîj xadim? Got: Mîrê min pîrejinek hebî li nav mala - Xudê jê xweş bit - babê te xizmeta wan dikir. Herû êvarî da bêjnê pîrê heyran"kolkê pîrê xweştir e ji burca mîrê Cizîrê!" Ne rojekê û ne deha carekê babê te got: Erê hûn naçin - ji dizîve - çaxê pîrê diçit mala xwe ka çî dikit? Carekê pîrê çû mal û nobedar çûne xwe li ber veşartine pîrê cihê xwe danî û xwe li ser vezeland lingê xwe rakir û bayê li hinavê xwe da hemî berda û têna bî. Bi ser xwe ve hat û got: Xwelî li serê mîrê Cizîrê û burca wî kengê ez dikarim li wêdê ho bikim! Vêca mîrê min welatê mirovî bi mirov diparêzit ji kêm û kasa, belê heke mirov yê welatê xwe bit welatê miorv yê mirov bit, mirov têda ne rêncberê xelkê bit. Mîr got; Bawerke to rast dibêjî keça pak. Ez bi xwe jî berek ji Cizîra Botan nadim bi Misir û Hind û Şamê. belê min welê hizir dikir ku ez bi tinê welê me. keçkê got: Mîrê min ne to bi tinê welêyî belkî heçî kesê hej welatê xwe bikit welê ye!



07.08.2013 07:02 | endazer

2. çi şekirbûna Şamê ma çi jî şîrînbûna Kurdistanê....



11.12.2021 21:50 | pênûsa westiyayî

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» şamî
» şekirê şevê
» welatê çirto û virto

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî