Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
salman rushdie - tirşik
salman rushdie
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Salman Rushdie ji malbateka misilman e ku li Bombayê dijî tê dinê. Piştre ew û malbata xwe mecbûr dibin ku koçberî Pakîstanê dibin. Li Ingilterê dixweyne piştre li wir dizewice û hê jî li wir dijî. Bi pirtûka "Zarokên Nîvê Şevê" balê dikşîne lê piştî pirtûka "Ayetên Şeytan" her çiqas gelek deng bide û were naskirin jî; ji alî gelek kesan û ji aliyê Ayetullah Humeynî bi fetwaya kuştinê hat tehdît kirin.

Salman Rushdie



15.11.2015 18:58 ~19:02 | şînşînok

2. Weşanên canê pir ji navê kurdistanê ditirse. Berê jî di kitêbên wergerandî de rasterast derxistibûn yan jî guherandibûn. Paulo Coelho - 11 minutes Here lînkê

vê taliyê min ferq kir ku di kitêba salman rushdie ya bi navê enchantress of florenceê (efsûnkara floransayê) de jî sansur danîne navê kurdistanê. Di beşa panzdehemîn de navê “kurdistanê” kirine “kürtlerin yaşadığı topraklar” ango erdên kurd lê dijîn.

“tebriz yağmalandıktan sonra, selim kışı safevilerin payitahtında geçirmek ve baharda sefere çıkarak iran’ın geri kalanını fethetmek istedi, fakat arkaliya, Padişah’a askerlerin isyan edeceğini anlattı. Büyük bir zafer kazanmış, Doğu Anadolu’yu ve Kürtlerin yaşadığı toprakların büyük bölümünü ilhak etmiş, Osmanlı İmparatorluğu’nun topraklarını neredeyse iki katına çıkarmışlardı.”

lê ya rast wisa ye:

“After the sack of Tabriz, Selim wanted to stay in the Safavid capital for the winter and conquer the rest of Persia in the spring, but Argalia told him that the army would mutiny if he insisted on this. They had won the victory and annexed much of eastern Anatolia and Kurdistan, almost doubling the size of the Ottoman empire.”

Here lînkê



21.07.2021 03:24 ~15:53 | tizbîkêş

3. xeberek xweş heye.
weşanên can ji Salman Rusdie ji ber wergera çewt lêborîn xwestiye.
Dê ew ên xeletiyên xwe rast bikin. çapên çewt berhev bikin.
Here lînkê



11.08.2021 16:04 ~16:05 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» salman rushdie

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî