Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
galileo galilei - tirşik
galileo galilei
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. matematîkzan, fîlozof û fîzîkzanekî îtalî ye..

di dîrokê de cara ewil zivirrîna dinyayê bi lev kiriye û ji hêla mehkemeyên engîzîsyonê ve hatiye darizandin

di mehkemeyê de ji bo ku ji sêdaran xelas bibe, gotiye 'min nedît, nebihîst û nizanim' û ji sêdarê yanê ji mirinê xelas bûye..

tê gotin ku dema ji odeyê derketiye jî xwe bi xwe gotiye 'dinya aniha jî dizivire'



15.11.2015 00:07 | ferhenga şikestî

2. kesê ku navê wî min digot qey navê celîlê celîle bi îngilîzî hatîye nivîsandin lê ne wisaye ne yek kesin û du heb giregirên ji hev ne nekêmin.



15.11.2015 00:54 | shorbevan

3. Galileo Galilei (* 15'ê reşemiyê 1564 li Pîza; † 8'ê rêbendanê 1642 li Arketrî) yek ji avakerên fîzîka nûjen, astronom û zanyarên Îtalî ye.



Bavê wî Vincenzo Galile­i mûzîkarekî navdar bû. Di sala 1581an de Galileli dest bi perwerdeya bijîşkî li Zanîngeha Pisa dike lê ji ber xizaniyê nikare bidomîne. Di zaroktiya xwe de her dem bala wî li ser matematîkê bû, ev yeka han dibe sedem kû Galilei di sala 1589an de profesoriya matematîkê bidestbixe. Gelek keşfên nû dike, bo mînak termometre, pîvanoka pêlên dil hwd. Dîsa wî çiya û baniyên heyvê tesbît kiriye, gera erdê rave kiriye, 4 kaşanokên Jûpîterê tesbît kiriye, agahî li ser Venûs û Satûrnê daye, mîkroskop bipêşxistiye hwd.



Pirtûk û angaştên Galilei bi xweşî dêrê naçe û jê tê xwastin ku li dijî zagonên olî dernekeve û ji gotina xwe ya "Erd digere" were xwarê, înkarbike. Komîsyona darizandinê ya Papa û dadgehdike. Galilei di dadgehê de gotina xwe ya navdar dibêje "Ez bibêjim, nebêjim erd digere".



Galileli bo temendirêjiya xwe tê zîndanîkirin. Di zîndanê de çavên wî kor dibin û piştre jî li zîndanê dimire.



Îro em dizanin êdî dinya li dora xwe digere, lê wê demê pirr dijwar bû ku mirov li dijî zanînên kevneperest derkeve.



çavkanî: wîkîpedia



04.09.2016 16:22 | bûtîmar

4. Dema ku bi teleskopê Jupîter seyr kiriye, ditîye ku li dora Jupîterê tiştên ku dizivirin hene (heyvên jupîterê). Heta wê demê, dihatiye bawer kirin ku dinya li navenda her tiştê gerdûnê ye. Di mînaka Jupîterê de, Galileo digihîje vê fikrê ku eger tiştek ji bilî dinyayê li dora tiştekî din dizivire, dibe ku dinya jî li dora tiştekî din bizivire.



26.02.2024 17:16 ~17:17 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» galileo galilei

Kategoriyên mijarê:: cand dirok zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî