Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 43 peyam
16.11.2015 kampanyaya danasîna tirşikê a li twitterê - tirşik
16.11.2015 kampanyaya danasîna tirşikê a li twitterê
(1) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. kampanyaya ku roja duşemê, di saet 21.00 an de dixwazim çêbe. ger hûn ne mûsaît bin û bixwazin dîrok an jî saet bigûhere, bêjin em dikarin wext bigûherînin, ji ber ku çi qas kes di wê demê de li wir be ew qas baş e.



vê carê wê konsepta me hinek cûda be. kampanyayên berê de me tenê ji bo danasîna tirşikê tweetan dişand û dawiyê de jî taga #tirsiknet ê bikardianî. lê vê carê em ê tageke din bikarbînî ; #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne

ev tag zêdetir balê dikşîne û lewma kes beşdar dibe. ev fikra @hhrojhelat bû ku duh şev di twitterê de, bi pêşengiya wî me hinek tweet şandin û di cî de gelek kesên biyanî jî başdar bûn.



em navê derhênerê filmê dinivîsin û dûre navê filmê bi tirşikê digûherînin. weke mînak "behmen qubadî, dema tirşikê serxweş"



lê duh tiştek bala min kişand. dema em tenê taga #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne bikartînin hin kes dibêje qey ev tenê lîstikek e. yên ku haya wan ji tirsik.net ê tune ye fêm nakin meselê. lewma em di hinek tweetan de behsa tirsik.net ê bikin an jî di tweetên xwe de lînka tirsik.net ê jî bikarabînin wê gelek baştir be.



û ji simurg56 dixwazim ku ev mijar bibe mijara mayînde heta roja kampanyayê..



11.11.2015 13:00 | brusk56

2. Mijara buye mayinde û ne pêwîste simurg56 çêke, hatiye çêkirin.



11.11.2015 14:45 | azadixwaz

3. wê rojê di wê seetê de wê telefon û qompîtur di rêya tirşikê de amade bin. dest û tilî, çav û birû û mejî, leza fîberê ya ttnetê li benda wê rojê ye.



11.11.2015 18:20 | xendekî

4. min do êvarê twîta xwe betal kiribû lê ezê seb xatirê tirşikê twîta cardî vekim û piştevaniya danasînê bikim



11.11.2015 18:53 | ferhenga şikestî

5. bi ya min ne bi taga #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne be wê baştir be. weke brusk56 bixwe jî gotiye, wê gelek kes bêjin qey tirşik xwarineke navdar yaa kurdan e.



11.11.2015 18:55 | simurg56

6. kampanyaya ku ger bi tagek balkêş be wê gelek zêdetir beşdarvan çêbe. rast e wê hin kes meselê fêm nekin. lê em tirşikvan, yên ji meselê yanê ji niyetê haydar, di tweetên xwe de tirsik.net jî binivîsin wê pirsgirêk çareser bibe bi min.

ji ber ku wê şevê me bi hevalekî bi taga #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne ê nivîsand û di cî de gelek kesan piştgirî da tagê.

hevalên din çi difikirin nizanim lê heçko wê taga #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne baştir be ..



12.11.2015 00:05 | brusk56

8. mixabin nikarim beşdar bibim vê danasîna xweş. ji ber ku wê rojê nikaribim têkevim înternetê jî.



14.11.2015 02:58 | kurê xelkê

9. (bnr: pisîkeke min jî tune)

(bnr: twittereke min jî tune)



14.11.2015 11:25 | nazim tolhildan

10. kampanyaya ku divê bi beşdarbûna hemû tirşikvanan pêk were. belkî em bikevin ttyê jî.

henek nakim ger em bi taga #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne çêkin, heye ku em bikevin di lîsteya ttyê de.

tirşikvanên ku hesabên wan ê twitterê tune ye, bila ji xwe re yekî vekin ma gelek zehmet e * hey nexwe ez ê hesabekî xwe bidim wan ê min pir in ji xwe *



14.11.2015 12:31 | brusk56



13. kampanyaya ku xwedê hez bike wê îro di saet 21.00an de despê bike. gelê tirşikvanino di navbera 21 û 22 an de soz nedin tu kesî.

bila herkes li wir be em ê erd û ezman bihejînin.

wextê kampanyayê de, belkî di hejmara kesên online de jî rekora van demên dawî bê şkênandin. wisa hêvî dikim.



16.11.2015 13:43 | brusk56

14. (bnr: #tirşiknet)



16.11.2015 18:10 | ceso

15. wê gavek din destpê bike.



16.11.2015 20:43 | simurg56

16. kampanyaya ku despê kir. kerem kin ..



16.11.2015 21:01 | brusk56

17. ez bawer im qediya.

bi qasê texmînên me be baş bû. nebû sedema hatine zêde nivîskarên nû. lê hejmara kesên online, qextekê bû 120 fîlan. heye ku di rojên pêş de, ev mêvan bibin nivîskar.



16.11.2015 23:24 | simurg56

18. me xwe kuşt, min herdu hevalên xwe yên malê jî berre kirin, me hersêyan pevre barek tweet nivîsî, bi du hagstagan: #tirsiknet #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne.



hin kesan tenê #tirsiknet bikar dianî, hinekan jî tenê #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne bikar dianî. belkî ji ber vê nekete rojeva twitterê.



lê têra xwe bal kişand, heta carekî hejmara mêhvanan gihaşt 110'an, niha 66 e.



16.11.2015 23:25 ~23:25 | xendekî

19. danasîn xelas bûye lê ez hîn nû jê haydar bûm *



17.11.2015 09:49 | kurê bavê xwe

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» 16.11.2015 kampanyaya danasîna tirşikê a li twitterê
» kampanyaya danasîna tirşikê li ser twitterê
» danasîna fîlma ersîn çelîk li ser malpera tirkî ya sinemalar.com de
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» twitterên kurdinûs

Kategoriyên mijarê:: tirsik teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî