Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
te îroj ji bo kurdî çi kir - tirşik
te îroj ji bo kurdî çi kir
(27) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min 12 entry nivîsandin

li ser faceyê şeş heb postên kurdî nivîsandin

di binî postan de bi qasî 50 heb şîroveyên kurdî kirin

şeş heb helbestên kurdî li ser youtubê sed car li ser hêv guhdarî kirin

hemî entryên evê rojê hatinê nivîsin xwendin

çend helbestên rênas jiyan xwendin

çend helbestên arjen arî xwendin

di özgür gün tv'yê de rêzefîlma malînoyê temaşe kire

li ser instagramê helbesteke parve kire

piştî ku ji tirşikê derkevim jî ezê kitêbekê bixwînim..*



10.11.2015 23:30 | ferhenga şikestî

2. * min çend peyam nivîsandin lê tibabek heye.

* ji bo danasîna tirşikê min qûna xwe dirand.

* min ji whatsappê hinek peyamên bi kurdî şandin ji desgirtiya xwe re. çi xebatek e lo ! *



11.11.2015 00:01 | brusk56

3. Min kawa nemir dît lê ez neçûm cem wî. Heta weke ez wî nas nakim tevgeriyam. Wî carinan weke ew min nas dike li min dinerî lê min pas nedida wî * bila camêr nebêje jiyana min a taybet nemaye *

Li bende mi wî di şêwirekê de bibînim *





11.11.2015 01:04 | berxweda

4. Min li tlc tv temaşe kir ji bo ku dijûnan li kurdan nekim.

Min bi nexweşeke ji surî re îngilîzî xeber da ji bo kurdî neherimînim.

Min bi hevaleke tirk re tirkî xeber da ji bo kurdî bi reydareke akpê re rubiru nemîne.



11.11.2015 15:03 | azadixwaz

5. Min Îro ji bo kurdî hinekÎ din kirmanckiya xwe li pêş xist ta ku ez neçar nemînim bi zimanekî dî bi kirmancan re biaxivim. lê hîn kirmanckiya me kêm e



11.11.2015 15:13 | dijber

6. min çi nekir.



11.11.2015 15:29 | vêca çiyeeee

7. Bi kurdî keniyam. Ma ne bes ee?



11.11.2015 15:36 | endazyar

8. min têra xwe û kurda xema xwar.



11.11.2015 16:36 | shorbevan

9. li gel hevalên xwe min behdînî (bnr: glossary) çêkir.



me go bimre ardû, bijî dardû.



12.11.2015 03:39 | wiha wilo wisa

10. hevokeke ku versiyona "te îro ji bo xwedê çi kir" a bona zimanê kurdî ye. ji ber ku zimanê kurdî ji daxwaza xwedê ve hatiye afirandin; ger tu ji bo kurdî tiştekî bikî, di heman demê de ji bo xwedê jî dikî. (bnr: mantiq)

gelo kurdên me yên super misilman hay ji vê yeke hene...



13.11.2015 12:20 | nazim tolhildan

11. bi kurdî raketim *



13.11.2015 12:47 | brusk56

12. an îro xwedê anjî kurdî ji bû min çikir.



13.11.2015 14:26 | shorbevan

13. -straneke kahtali derbasî nivîsê kir. û di youtube û tirşik û facebookê de parve kir.



13.11.2015 15:38 ~15:40 | xendekî

14. Li ser kurdî fikirîm û bi kurdî fikirîm. wilo hema...



14.11.2015 10:15 | karxezal

15. Ez îro 2 caran ketime tirşikê û mijarên davî xwend.



17.01.2017 17:55 | cinorek

16. Rastnivîs:
1-(bnr: te îro ji bo kurdî çi kir?)
2-Ez îro 2 caran ketime tirșikê û min mijarên dawî xwendin.

Peyam: îro min ji bo kurdî peyama tirşikvanê hêja cinorek sererast kir *



17.01.2017 19:37 ~19:41 | gumgumok

17. (bnr: te îro ji bo tirşikê çi kir)



01.08.2018 21:01 | xwelî li ser

18. Min keçmama xwe fêrî kurdî kir *



01.08.2018 22:01 | xelîl

19. Li Ukraynayê nêzî 20 kesan hînî Kurmancî dikim.



02.08.2018 09:53 | gulêê

20. min bo pirtûkxaneya min ya biçûk ya li malê du pirtûkên nû kirîye. pirtûk roj bi roj peyda dibin, hejmarên wan zêde dibe. ne bes e?

ez ji tirşikê ra sernavek nû jî vekim, ew dê îcar kêfa kerê bike: (bnr: pirtûkxaneya min a kurdî)



02.08.2018 13:15 ~2019.11.21 17:19 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» îroj tiştekî ku hêjayê qeydkirinê be tune
» kurdîkirina platform û xizmetên dijîtal
» çiyayê bagokê
» kirdasî boça masî

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî