Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rexneyên ji bo tirşikê - tirşik
rexneyên ji bo tirşikê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ên ku car caran tên guhê min. bi taybetî di derbarê peyamên me de ne tirşikvanno.



min ji maila malperek ê re peyamek şandibû û min ji wan xwestibû ku di derbarê tirşikê de nûçeyek çêkin. xwedî û edîtorê malperê bersiv da. tê de tibebekî rexne hene. min jî got ku ez ê rexneyên we hemûya di tirşikê de biweşînim û bila nivîskarên me bibersivînin.

bersiva ji min re hatî, ez bêyî ku destê xwe bidim li vir diweşînim. li min biborin nivîs bi tirkî ye.

keremkin gelê tirşikvanan û gelê moderatoran, bersiva van rexneyan bidin



sitemize gönderdiğiniz mesaj üzerine tirsik.net

sitesini inceleme şansı buldum. Kürtçe adına atılan her adımın sonuna

kadar arkasındayız. Bugüne kadar Kürtçe yayınların tanıtımı konusunda

elimizden gelen çabayı sarf ettik. Arkadaşlar sanırım

değerlendirecekler mesajınızı ama siteyi incelerken sitemize ilgili

yazılan bazı mesajlara baktım.



Gerçek veya tüzel kişilere yapılan hakaretleri önleyemediğiniz zaman

yaptığınız çalışma amacından sapar. Şöyle bir mesaja yer verilmiş

mesela:



"malpera xelata '' yılın türkçe'yi en iyi kullanan sitesi'' sendiye.

eferim ji we re we gûkî pirr xweş xwariye û kêfa efendiyê we yê

kemalîsta anî ye"



Şimdi bu mesajda diyebilirsiniz ki o moderatör veya yazar adına ne

derseniz deyin orada şaka yapmış diyebilirsiniz veya ironi yapmış

diyebilirsiniz. Ancak her ne sebeple olsun 'Çok iyi bir bok yemişsiniz

ve efendileriniz olan kemalistleri sevindirmişsiniz" ifadesi bir

hakarettir. Küfürdür. Bu küfre yer veren ve emeğimizle böylesine dalga

geçilmesine sebep olan site sahipleri de küfre ortaktır.



Biz de Kürtçe yayın yapmak isteriz ancak ...'de ne yazık ki çok zor

şartlarda yayın yapıyoruz ve Kürtçe haber editölerlüğü yapabilecek,

Kürtçenin Habercilik diline hakim kimse yok. Kürt Dili'nin gramer ve

konuşma dilini eğiten Kurdi-Der kurumu var ancak burada görev yapan

öğretmenlerin de bize ayıracak pek vakitleri olmuyor. Ancak bu hiçbir

zaman Kürtçe yayınımız olmayacak anlamına gelmiyor. Kürtçe ne kadar

önemli ise bu süreçte Türkçe olarak sorun ve sıkıntıların aktarılması

da o kadar önemlidir.





Yine bir başlıkta:



"ger ez jî ne şaş bim biraziyê ....... ê pozbilind e."



gibi bir ifade kullanılmış.



Neyse daha fazla incelemedim zaten. Muhtemelen sizin o sitenin

yöneticileri ile bir iletişiminiz vardır. Bu eleştirilerimi

kendilerine iletirseniz sevinirim.



Samimi eleştirilerdir, yine de çalışmalarını kutluyorum. Başarılı bir

site olmuş. Geliştirilebilir. Biraz daha profesyonel bir yayın

yaparsa, hakaretlere yer vermeyen saygın bir tutum sergilerse elbette

ben de ..... olarak elimden geldiğince destek veririm.



Saygılar.



10.11.2015 22:10 ~23:47 | brusk56

2. di derbarê tirşikê de rexneyên klasîk in.

ger em mîna daxwazên li jor û rexneyên din yên heta niha hatine çêkirin tev bigerin wê tirşik bibe wikipedia.

li gorî heman mantiqê, divê twitter û facebook jî werin girtin.

"birêz mark zuckerberg, te malperek gelek xweşik çêkiriye lê dibînim ku tê de heta êvarê rexne û dijûnan li şexsê min tê kirin. ji kerema xwe re malperê sererast bikin, nexwe ez ê qedexe bikim" serokkomarê tirk, rte.



10.11.2015 22:48 | simurg56

3. min entrya ewil a ku behsa wê kirine û ji xwe re kirine sedem û gotine ji ber wê emê qala tirşikê nekin, xwend. tu problema ewê entryê tune ye. gûxwarin bijêwek e, yanê em ji kesekî re bêjin te gûyekî baş xwariye, tê wateya, karê ku te kiriye ne tu kar e, tu li ser rêya şaş î falan û bêvan. ez jî wek entrya dî dibêjim bi xwudê we gûyekî baş xwariye..

ji xeynî tirşikê di hemî ferhengên înteraktîv de têra xwe dijûn û heqeret û çêr hene, bila bikeve ekşiyê û bibîne ger peyameke(binêrin nabêjim mijarekê) bê dijûn dîtin, ezê dev ji tirşikê berdim lê dîsa jî hama bêje her roj çi çê çi xerab bi awayekî reklama ekşiyê tê kirin..

ez tiştekî dî bêjim, mîsal; malpereke tirkan ger bi tirkî weşanê neke bes bi kurdî bike û di warê karanîna zimanê kurdî de xelatê bigire, hûn zanin ewê çi bibe? dê dotira rojê di ferhengên tirkan de bi hezeran heqeret, dijûn û nifirinan bên nivîsîn bo wê malperê û xebatkarên wê.

em hê jî nikarin evê dinyayê mezin û global şîrove bikin, em newêrin ji kesekî re bêjin serê pozkê te xwar e lê qisûr mêze neke xwar e keko valleh billah xwar e û tu qebheta me jî têde tune ye..

bi qewlê tirkan özrü kabahatinden büyük, hincetên wan ên vala ji kiryarên wan jî xirabtir e. de baş e em bêjin ku li geverê tu dibistan, qurs, atolye û mamosteyên kurdî nîn in lê ev çi ecêb e ku malpereke nûçeyan a kurdan di nava niza çend hezar malpera nûçeyan de di warê karanîna tirkî de dibe yekemîn? dêmeg mesele ne îmkan û derfet in, bi tenê kopmleks in..

îmana min jî ji entryên heqeretane diçe lê car carinan ji ber bûyerên germ meriv bi derbekê de heqeretan dike, ma ne normal e? çima li vir cihê nivîsandina maqaletan e? û we xêr e?

çi qas ji destê min bê dixwazim entryên heqeretwarî jê bibim lê wêca jî nivîskarên me dilê xwe li me digirin, berê mafê sererastkirina entryan a rêvebiran hebû qene min dikarîbû wê çaxê hevok û peyvên xeternak û heqeretane jê bibirina lê niha em nikarin..

cara ewil bila fêrî formatê bin bila zanibin formata li vir çawa ye, bila dûre werin rexneyên xwe bikin.

ji bo we xebatên li ser zimanê kurdî wekî ku camêr gotiye, çiqas biqîmet bin jî, ji bo me jî emelên tirkî ewqas bêqîmet in, bila vê yekê jî zanibin û hew



10.11.2015 22:54 | ferhenga şikestî

4. ez nenêrim ji mafdariyê re, rexneyên ku bêwate ne. ji ber ku kes nikare ji kesekî re bêje te çima wilo nivîsand filan. li vir ferhenga înteraktîv e û tirşikvanek dikare bi pênase û şîrove mijarek binivîse. heqeretek giran têde tune be heke.



yanî nizanim, bi qewlê tirkên beredayî herkesin hayatına kimse karışamaz. moderator jî, xwedîyê vir jî nikare dest bavêje mijaran(heke heqeret an go rastnivîs nebe). jixwe di ekşiyê de jî wisa ye. kê çi nivîsandiye ew ji mijarê xwe mesul in.



10.11.2015 23:04 | endazyar

5. rexneyên ku em gelek caran dibihîzin.

rast e di tirşikê de di derbarê gelek kesan de rexneyên gelek tûj hene. gotinên argo, peyvên nexweş felan jî hene. ji xwe taybetiya malperên wisa ev e. herkes dikare bi awayê ku dixwaze, herkesî rexne bike. elbet dijûn qedexe ye. lê li vir mirov dikare di derbarê kesek navdar de bibêje "pozbilind e" û divê bikare bêje jî.



pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku em hemû tiştên di derbarê me de tê nivîsandin zêde giringiyê didinê. ji ber ku di bazara kurdî de, malperek din tune ye wek tirşikê ku mirov bikare nivîskar û hûnermend û stranbêj û siyasetmedarên me rexne bike, dema ew kes tên û li vir peyamên di derbarê xwe de dibînin şok dibin, hêr dibin, aciz dibin belkî jî dîn dibin *



li vir gelek kes dikare di derbarê stranbêjekê bêje "xwediyê dengekî bêhempa û hûnerekî mukemel e" û li dû wan yekî dikare bêje "dengê wê kêr tu gûyî nayê ez di lavaboyê de ji bo rîtinê guhdar dikim". wê demê ew stranbêj nikare bêje tu çima di lavaboyê de guhdarî min dikî.

navdarbûn tiştekî wisa ye. tu her tiştî qebûl dikî, rexneyên erênî jî, yên neyênî jî. heyranên dîn jî, dijminên har jî *



10.11.2015 23:09 | brusk56


7. (bnr: yekîtiya tirşikvanan)*



10.11.2015 23:14 | ferhenga şikestî

8. rexneyeke pûç û rastiya kurdan dide ber çavan e. ev çi ye: 'we ji bo kurdî tişteke baş kiriye lê...'

(bnr: we nobel standiye lê serê pêlava we xwar e loma kêrî tu guyî nayê)



10.11.2015 23:24 | azadixwaz

9. Rexneya li gorî wan di cih de ye . Mêrik dibêje hun ji minr nebaş in. Çima ez ê ji wer baş bim.



Bila Mêrik nûçeya nebaşî jî çê bike. Heta dikare xeberan jî ji mer bide *



Lê bila karê xwe bikin û bikin nûçe. .



11.11.2015 01:16 | berxweda

10. rexneya çi halê çi tirşik helbet ewê çêr, dijûn û heqaret hebin.. xwezî nebin lê tiştekî ne di destê merivdaye nivîskar li gorî formatê dema nivîsandin dixwazî bira heqaret bikin ev kalîteya nivîskar û sevîya nivîskar derdixe holê û kesên bixwazin bira werin bibin endamê tirşikê û di derbarê wî nivîskarîde rexneyên xwe edî bi heqaret dikin bi çidikin bira wî nivîskarî li hev rastbikin... ew kesê ku rexnebikin bira berê tirşik.netê baş hînbikin paşê rexnebikin.. dîsa yek ku qencîya meriv bixwaze şaşîyê meriv bibêje meriv naçe bi wanre şernake mala wan ava..



11.11.2015 11:54 | shorbevan

11. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



11.11.2015 12:05 | ferhenga şikestî

12. ez bi peyama wan keniyam, weke zarokan gilî û gazincan dike.

mêro ma tu ne kurdî çima wek bilbilan didî nava tirkî lê dema kurdî dibêjî mamosteyên kurdî derê alî me nakin!



17.11.2015 09:54 | kurê bavê xwe

13. Mirov dikare bêyî ku tiştek binivîse, peyam bişîne. Dema wisa be peyamên wek ya li jor vala çêdibe.



24.11.2015 10:21 | brusk56

14. Rexneyek; mirov dikare peyamên vala rêke. *



24.11.2015 11:29 | azadixwaz

15. ew rexneyên kê ne, kîjan rojname ye nizanim lê di salan 2015an de gotiye "biz de kürtçe yayın yapmak isteriz ancak ...'de ne yazık ki çok zor şartlarda yayın yapıyoruz ve kürtçe haber editölerlüğü yapabilecek, kürtçenin habercilik diline hakim kimse yok. ". aqlê wan baş dixebite walla " kesî ku bi kurdî kar bike nîn e, naxwe emê bi tirkî bikin"... heke hay ji rojnameya kurdistan ya ku di 1898an de derketibû hebûya gotinên bi vî rengî nedikir.



23.05.2021 13:32 ~13:33 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rexneyên ji bo pêşveçûnê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî