Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
nesrîn - tirşik
nesrîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneke ku helbest, gotin û muzîka wê ya mihemed şêxo ye.

gotinên wê wisa ne:



Demê min tu dîtî Nesrîn

Herdu çavêt di reş digrîn

Ewan çava di gotne min

Careka dîn tu min nabîn

Dil û canêm tev bûne xwîn



Ji hemîla min vebûn birîn

Ji ber şenga didan zêrîn

Ji ber şoxa bejin şêrîn

Te dêm têkel befr û xwîn

Tu j'gula buy gula Nesrîn



Buhar behî, Nesrîn werya,

Kevnenêrî li ser çêrya

Heyfa min têt Nesrîn girya

Rondik weryan ser wan rûya

Ew çavê reş gelek girya



Nesrîn xwezî te bibînim,

Tu şîn bibî careka dî

Ne li vê dinê li dinek din

Ne li vî warî li warekî din

Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo



28.10.2015 19:12 | dijber

2. navê straneke pirr xweş yê koma siya şevê ye..

di vê saetê de wek jehr e..







04.11.2015 00:27 | ferhenga şikestî

3. Navê straneke siya şevê ye.
Li ser nesrîn tekeya ku agir berdaye bedena xwe hatiye gotin.
întroya stranê birastî jî dilê meriva re çik dibe.

di binê videoya strane a YouTube ê de yekî ev şiroveya kirîye:
Keko ev we çi kiriye? We çawa kezeba xwe bi vî awayî şewitandiye? İntro dibe tîr di kezeba min de diçe di xwîna tîr digere û dibe janeke tîr! Ev salên talî ji we bikeve kesekî nuh nekete vî dilê min. Hun jî her bi wî dilê xwe yî pak û paqij bin. Silav li we hêjano.

li ser vê şiroveyên de idî divê meriv bi tenê guhdar bike û bifikire da ku ronahî di destê tariyê da nebe dîl.

nav gotinên stranê da ya herî bala min dikişîne jî ew e jixwe:
ronahî dîl e di destê tariyê de
Evîn di agir, agir di agir de heliya


guhdar kin fermo:




15.06.2017 01:10 ~01:18 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nesrîn

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî