Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kendal - tirşik
kendal
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ew cihê ku ji derdora xwe bilindtir bi taybetî yên nêzîkî avê.



27.10.2015 12:37 | dijber

2. gir, tepik, cihê bi kaş.



27.10.2015 12:42 | shorbevan

3. ber kendan:rewş, nezî xirab bûne be bîkar tînin

ser kendal : edi rewş pir xirabê. tu nikari xwe xelas biki.

strane Şivan Perwerê de ji derbas dibe. ''kalek pişta xwe dabû kendaleki û wan digot...''( strana Agirî)



28.10.2015 00:09 | derziyus

4. Nizanim ji ber çi ye lê ez pir ji vê peyvê hez dikim. Hema dixwazim di helbestekê de bixwînim, ji stranekê bibihîsim.

Di strana qulingê de jî derbas dibe. Guhdar bikin!



28.10.2015 01:14 | mergehez

5. nava ku dî zarok tv de dîtim û gotim gelo wî zarok li îskandînavyayê hatîye dinyayê?

(bnr: tiştên ku dema tê bîra yekî mirov nizane jê re bikenê an bigirî)



19.07.2021 15:24 ~15:25 | heval.js

6. Sernivîsa ku bernavê tirşikvanek ku berî aniha 100 salan( ewqas çêbûye, belê) li ser twittê çalak bû tîne bîra meriv:



Merwanberkendal



20.07.2021 01:02 ~01:02 | pîroz

7. navê ku kendal nezan û bîranîna min a derbarê wî de tîne bîra min.
dema bavê min diçe ku qeyda min çêke û nasnameya min derxîne, dixwaze navê min bike îslam. lê belê memûrê berpirsîyar nahêle, hinekî mûnaqeşe dikin û di dawîyê de bavê min navek li min dike û dibêje ez ê te bidim mehkemeyê. bi rastî jî dozê lê vedike. lê tabî hûn sîstema dadî ya tirkiyê zanin; dozek bi salan didome. bi van salan, ez jî êdî mezin dibûm. carna meseleya navê min vedibû, loma haya min jî jê çêbûbû ku dibe navê min bê guhertin. rojekê tê bîra min, li ser tvyê behsa zilamekî dikirin ku navê wî dr. kendal nezan bû wer xuya bû yekî zana û qîmet e. ez jî çûm cem bavê xwe û bapîrê xwe, min got dixwazim navê min bibe kendal. lê paşê navê min neguherî. min nekarî bibim kendal, şûna wê wek wî bûm dr. û wek wî ji bo zimanê kurdî hewl didim *



22.07.2021 00:01 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kendal maniş

Kategoriyên mijarê:: cihuwar zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî