Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
paşde xistina saetan - tirşik
paşde xistina saetan
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. riziliyeke din a tirkiyê ye. hemu ewropa û piraniya dinyayê şeva borî saetên xwe saetek dan paş û tirkiyeya her sal bi wan re heman ti,ştî dikir ji ber ku îsal kete beriya hilbijartinan du heftî taloq kir. kes nizane kirineke wisa ku beriya hilbijartinan heftiyekê wê çawa bandorekê li hilbijartinan bike lê 'kesên cem zaliman' zalimî hîn dibin. helbet vê yeka ku ji dinyayê cudatir kar kirin zêdetir tevlîhevî derxist holê lê ma xema kê ye!



26.10.2015 03:13 | azadixwaz

2. Xuya ye Zaliman dîsa li dor pêşnûmayên lîstikên qirêj civînên xwe pêk anîne bê ka bêhna wî wê kengê derê



26.10.2015 09:42 | darînê daryo

3. seeta ku paşde xistina wê hiş û mêjîya tevlîhev kirîye meriv do li seeta dinihêrt seetên hineka li pêşin yên hineka jî li paşin.. birastî min jî mereqkir ka çima û çi bandora seetê li hilbijartînê heye lê wekî tirşikvan dibêjin dibe ku hêlekî têde hebe ka bi fikrin çiye?



26.10.2015 10:33 | shorbevan

4. telefon û pc'ya min xwe paş xisitibû û seata min a destê jî cihê xwe mabû. û di seat 8an de kar hebû. bi rastî bêmantiqiyekî berbiçav bû.



26.10.2015 11:02 | biruya hayao miyazaki

5. teşqeleya ku bandor li min nekiriye ji ber ku çend roj in naçim kar û baran.

ji bo rastkirina saeta komputera xwe, neçar mam ku timezone'a komputerê bikim şam (domescus).



26.10.2015 11:36 | simurg56

6. Meseleya ku ji hinek berazan re bû fersendek, yê ku ji meselê haydar e jî bi vê tevliheviye saetek dereng çû kar *



26.10.2015 12:06 | brusk56

7. paşde xistina saetan ji hilbijartinê re di heman rojê de bûye, me yê wê demê fêhm bikira çima li tirkiyê paşde xistina saetan hate betal kirin. lê di navbera paşde xistina saetan û hilbijartinê de 7 roj hene. yanê dewlet ji me re dibêje "hun hemû aqilsivik" in.



26.10.2015 15:08 ~2016.10.29 14:52 | nazim tolhildan

8. îsal hatiye betal kirin. her sal macerayeke din* ji ber ku telefonên biaqil bi otomotîk paşde dixe, yê dîsa tevliheviyê çê bibe.



29.10.2016 14:55 | nazim tolhildan

9. bûye bûyerek rojane êdî, gel jî jixwe kere ne pêkane ewê tevlîhevneke, wê telefonên wan yên ji wan biaqiltir jî vê carê aqilê xwe nexebitînin.



29.10.2016 21:44 | bernadim

10. (bnr: paşdenexistina saetan)
sepana ku êdî li tirkiyê nayê bikaranîn. yanî êdî wê li tirkiyê saet neyên paşve/pêşde xistin.
niha li piraniya dinyayê jixwe ev pratîk, hatiye rakirin.



30.10.2016 17:00 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» paşde xistina saetan

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî