Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
radyoya tirşikê - tirşik
radyoya tirşikê
(25) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. îro vebû.

herî jora malperê êdî hûn lêdereke mûzîkê dibînin. dema hûn li bişkojka lêde bikin wê stranên kurdî yên bijartî lê bidin.

stranên ku nivîskarên me dixwazin jî dikarin li lîsteya stranan were zêdekirin.



09.08.2015 radyo hat rojanekirin:

- sîstema radyoyê hat nûkirin, agahî li vir in: radyoya tirşikê/72736

- ji bo ku radyo di telefonên jîr/biaqil de bixebite wisa bikin: radyoya tirşikê/74110



04.08.2013 23:17 ~2015.08.30 15:04 | simurg56

2. aniha ji navnîşana tirsik.net/radyo dikare were guhdarkirin.

em ê paşê têxin malperê jî.



05.08.2013 06:44 | simurg56

4. radyoya niha lê tê guhdarî kirin e.



06.08.2013 02:16 | azadixwaz

5. radyoya ku niha li ser malpera tirşikê ne berdest e..

radyoya ku dixwazim bi arşîva xwe ya mûzîkê ya ku teqrîben 80 gbyte tê heye têkariyê lê bikim..



06.08.2013 02:19 | endazer

6. radyoya ku kêmasiyeke wê ew e ku mirov nizane strana guhdarî dike çi ye. ku bikare nîşan bide ka navê strana lê dide û yê dibêje kî ye wê pir baştir bibe.



28.05.2014 22:56 | azadixwaz

7. radyoya ku pir kÊfa min jÊ re te. ÊdÎ ne hewceye ez strana bi gerÎm radyoya tirşikÊ veke Û guhdarÎ bike oxxx!*



28.05.2014 23:05 | xwelî li ser

8. radyoya ku tirşikvan dikarin stranên ku dixwazin li vir ragihînin û em jî wan li radyoyê zêde bikin.



28.05.2014 23:08 | simurg56

9. radyoya xwestekan jÎ distÎne*. bîla xwesteka pêşîn ji min be; poljuschko polje - Traditional Gypsy Music. bila ev stran ji mamê min ê li amedê û malbata wî re biçe...



28.05.2014 23:15 | azadixwaz

10. (bnr: hella hella)

çend meh in li virê me û haya min jê tine ye. kuro kanî lînk kanî lêdera muzîkê ya li serbanê malperê? an hûn dixwazin ez têxim xefkê û henekê xwe bi min bikin? an jî kesek tine ku bêje "va kral qûntazî ye" hêê?



28.05.2014 23:15 | oxir

11. https://tirsik.net/radyo/

radyoya ku berê hebû lê ji ber ku gelek basît bû û naxebitiya, hat girtin. niha ji nû ve vebû û baştir dixebite.



edit: êdî her şev di saet 00:00an de, bi sirûda netewî "ey reqîb"ê dest bi roja nû dike.



28.05.2014 23:18 | simurg56

12. ciwan haco - levhatî ye



28.05.2014 23:18 | xwelî li ser

13. Wey sed cara ser xêrê bê.. Aqûbet li weşana zindî bê..



28.05.2014 23:20 | nan û av

14. êdî navê stranê jî derdikeve *



28.05.2014 23:22 | simurg56

15. aqûbet li televîzyona tirşikÊ bÊ xudê hezke*.



28.05.2014 23:23 | xwelî li ser

16. radyo tirşik bi xêr be.Serokwezîrê çomez.



28.05.2014 23:35 | tir û fis

17. radyoya dibêje ka strana li dorê jî kîjan e. weleh pir teknologic e, bira.



28.05.2014 23:37 | azadixwaz

21. radyoya ku dixwazim jê re sîstema flatcast-ê pêşniyar bikim. li flatcastê mirov dikare weşana zindî bike, guhdarvan dikarin sohbetê bikin û bi awayeke zindÎ daxwaziyên xwe bînin ziman. ez dibêjim qey dê ev govenda tirşikê germtir bike û dê bi xêra wê dê kesên ku nizanin bê ka tirşik çi ye dê hay jê çêbin.

ji bo mînaka flatcastê : http://zimane-kurdi.com/



29.05.2014 00:10 | oxir

22. radyoya ku aniha strana seyît leonardê cohen lê dide, pîroz û bimbarek be*



29.05.2014 03:37 | kevçiyê dil

23. radyoya ku sîstema shoutcastê bi kar tîne. di vê sîstemê de jî tiştên ku li jor hatine behskirin hene, belkî em wan jî paşê aktîf bikin.



29.05.2014 07:19 | simurg56

24. êdî xwediyê navrûyek xweştir e.



29.05.2014 19:36 | simurg56

25. ser xêrê be, navrûya wê zêde ecemî û amator dixweye lê navrûya ewil ya tirşikê jî ji ya radyoya niha ne baştir bû, hêvî dikim pê re pê re wê baştir bibe.. û kêmasiyeka vê applicasyonê jî dema mirov pêlê dike şûna ku di rûpeleke din de vebe, rûpela heyî ya berdest de vedibe û ji ber vê kêmasiyê mirov nikare hem guhdarî radyoyê bike û hem jî di tirşikê de bitirşikîne..



29.05.2014 21:32 | endazer

26. ez gelek meraq dikim, gelo gava ku mobîl versiyana tirşikê li ser xêrê vebibe, radyoya hanê di telefonê de jî vedibe?



29.05.2014 22:43 | rewnaqa xewle

27. radyoya ku jixwe niha jî di telefonan de jî vedibe.

ger neyê lêdan jî, di rûpela radyoyê de ger mirov li ser îkona winampê bitikîne, mirov dikare pelek bi navê "playlist.pls" daxîne.

piştê ku we vê pelê daxist, mirov dikare bi hemû bernameyan vê pelê veke û li radyoyê guhdar bike.



29.05.2014 22:57 | simurg56

28. radyoya pir kêrî min hatiye û kêfa min aniye.



30.05.2014 22:50 | azadixwaz

29. radyoya ku wê êdî her her şev saet 00:00'an de bi ey reqîbê dest bi roja nû dike.

rojên med tvyê hat bîra min, bila piçek nostaljî be.



01.06.2014 20:47 | simurg56

30. radyoya ku gelek kêr min hat.



gelek caran dixwazim guhdarî mûzîkê bikim lê dema mirov dide ber aqlê xwe, tu tişt nayê bîra mirov. stranên di kombersa min de jî gelek hindik in, arşîvekî min tune ye. dema mirov stranekî veke ji înternetê jî, divê her 3-4 dkyan carekê, yekî din bibine veke felan ..



bi hatina radyoya tirşikê, êdî radyoyê vedikim û hew. çi derkeve guhdarî wê dikim û ji xwe stranên gelek xweş derdikevin tê de.



mirov dikare bi daxistina dosyayek gelek biçûk, ji windows media player, winamp û aimp û bernameyên din jî radyoyê veke. him bi vî awayî ji bo kesên wek min ku kombersa wan dema 2 pel bi hev re bê vekirin, ji germa lingê mirov dişewitîne, gelek baş e.





pêşniyariyekê min ji bo radyoyê heye. bi min piştî me database'a stranan a radyoyê firehtir kir(an jî niha), em dikarin, kategoriyan çêkin û kî bixwaze bikare li gor wan kategoriyan, cûreya mûzikê ku jê hez dike guhdar bike. mesela wisa ;

-rock

-gelerî

-klasîk

-arabesk

-tevlîhev hwd ..



04.06.2014 00:18 | brusk56

32. radyoya bi ey reqîbê dest bi roja nu dike û baş dixebite.



05.07.2014 10:09 | azadixwaz

33. ji bo firehkirin û rengînkirina playlîsta xwe ya stranan, li benda pêşniyaran e;

(bnr: pêşniyarên stranan ji bo playlîsta radyoya tirşikê)



05.07.2014 10:13 | simurg56

34. ji bo min gelek kÊrhatÎye. her şev 00.00'da ey reqib derdikeve gelek xwaşa mirova te.



li tiştek bala min kişand ku qe strana şivan perwer dernakeve yan ez rast nehatim.



24.07.2014 00:44 | mala te ava

35. ne dijminê şivan perwer e. ger daxwaz hebe stranên şivan yên bijartî jî dikarin werin barkirin.



24.07.2014 01:21 | simurg56

36. radyoya ku ji bo ey reqibê guhdarî bikim ez ê saet 12 an de vekim .



25.07.2014 00:04 | brusk56

37. niha strana ciwan haco yadÊ derketÎye, stranek gelek serketÎye.



07.08.2014 23:06 | mala te ava

38. radyoya her ku tê bîra min guhdarî dikim.



08.08.2014 00:11 | azadixwaz

39. Radyoya ku nikarim bi telefonê guhdarì bikim.



08.08.2014 14:17 | gelawej

40. a niha lê tê guhdarî kirin û vaye demek e tê bêrîkirin jî.

stranên cuda û yên biyanî jî dihewîne lê helbet giring e ku bi piranî bi kurdî be.



30.08.2014 16:12 | azadixwaz

41. mijara ku nizanim heta niha çima tuneye. weke din jî ez niha guhdarî dikim.



03.09.2014 00:42 | azadixwaz

42. mijara nizanim çima bi heman navî du mijarên cuda ku yekêde tenê peyamek di ya dinde ji çilan zêdetir peyam heyî ye.



13.09.2014 00:31 | azadixwaz

43. niha zû ye belkî lê eger em bikaribin stranên di playlîsta radyoyê de li gorî mod û haleta ruhiyeya me mirovan tesnîf û kategorîze bikin, radyo wê bêtir îş bike û were guhdarîkirin.. ji bo nimûne bêhna te teng e û dixwazî guhdarî stranên soft-slow bikî, tu wê bikevî wê modê de, û guhdarî stranên ku li gorî wê modê hatine eyarkirin bikî, an em bêjin dilê bi te dil e, kêfa te xweş, li ser hemdê xwe yî, mirina xwudê û keçikên spehî ji te kêm in, tu wê pêl moda kêfxweşiyê bikî, û guhdarî stranên li gorî kêfa dilê xwe bikî filan..



20.09.2014 04:50 | endazer

44. vêga strana lê dikeve ciwan haco - bila ji xeynî min bistrînin (navê rast ê stranê gund û bajarên çadirÎn e) dixweye lê li ser radyoyê, camêrek ku ez navê wî nizanim û cara ewil e dengê wî seh dikim helbesta janyayê dixwîne..

bi qasê dixweye pêl û frekansên radyoyê li bin guhê hev ketine..



20.09.2014 05:00 | endazer

45. radyoya şev, piştî her kes raza û televizyon hate girtin guhdarî dikim. baş e ku heye ku wan saeten min rehet dike.



26.09.2014 16:36 | azadixwaz

46. pêşniyarek ji bo weşandinâ radyoyê; nêrgiz oremar-kobanê îro xemgîn e



29.09.2014 21:21 | azadixwaz

48. Radyoya ku min îro ferq.kir ku naxebite.ji kengê ve ye wisa ye nizanim.

bi ihtîmalek mezin, ev jî ji ber xeletiyek wek internal server error an jî 404 not foundê ye.



30.10.2014 16:18 | brusk56

49. ji ber ku pereyê wê nehatiye razandin, weşana wê rawestiyaye. min niha peyamen ji fîrmayê re şand ku pirsgirêkê çareser bikin. (di otomatîk razandina pereyan de problem çêbûye)



30.10.2014 16:37 | simurg56

50. ji ber ku hejmara guhdarvanên wê nedihêjiya lêçûnên wê, ji bo demekê weşana wê hat rawestandin. mixabin.



06.11.2014 20:13 | simurg56

51. radyoya ku aniha wisa dibêje: Currently our shoutcast server is down.



18.11.2014 21:50 | mergehez

52. a ku bi rastî jî naşixwile. min pir jê hez dikir :(



19.11.2014 00:12 | azadixwaz

53. (bnr: ker dimire qûnzêrîn dibe) (ew jî piştî heftiyekê) *



henek li aliyekê ger bi rastî jî gelek tirşikvan bixwazin, em dikarin dîsa vekin.



19.11.2014 12:32 | simurg56

54. a ku bi rastî jî min carna guhdarî dikir û ger ne zêde zehmet be dîsa bê vekirin wê keyfa min bi xwe xweş bibe.



30.11.2014 00:20 | azadixwaz

55. radyoya ku li ser daxwazan, dîsa ket weşanê.

tirsik.net/radyo



19.12.2014 22:59 | simurg56

56. cÎngila radyoyê çi ye?

raadyo tirş.....raadyo tirş......raaadyo tiiiiirrrşiiikkk..




57. (bnr: tu her hebî sîmûrg56)



20.12.2014 00:45 | mergehez

58. Hewna dest bi weşanî kerde.



Dema derg ra dima ez do cixarayê xo tafînî, û goşdarîyê radyoya tirşikê bikî.



20.12.2014 01:00 | endazyar

59. radyoya ku meraq dikim bê stranên tirkî dibêje na na *



02.01.2015 21:45 | berxweda

60. radyoya ku meraq dikim bê stranê tirkî dibêje an na *



02.01.2015 21:46 | berxweda

61. radyoya ku di lîsteya wê de 4-5 stranên tirkî jî hene.



02.01.2015 21:53 | simurg56

62. Radyoya ku hê jî ez bi ser guhdarkirina wê ya destfonê/Telefonê hîn nebûme. Nizanim dibêje ji bo tu guhdar bikî ji xwe re adobe player bistîne nizanim çi. Hûn xatrê evdila ocalan bikin ka yek nîşanî me bike? Ka ev radyo di destfonê de çawa tê guhdarkirin?



03.01.2015 00:46 | xendekî

63. radyoya kêrhatî, li her derî li ber destan.



15.01.2015 07:44 | azadixwaz

64. radyoya min ji bo ey reqîb vekiriye ye *



30.01.2015 23:44 | berxweda

65. Radyoya ku ez pir jê hez dikim. Niha jî ji bo min stranên pir xweş lê dide.

Lê çewtiyeke wiha heye:

Di cihê "strana ku lê dide" de ne strana niha lê dide dinivîse strana di dorê de nîşan dide. Strana ku lê dide dikeve qotiya "9 stranên dawîn" an jî ji bo niha wilê çêbûye *



27.02.2015 21:38 | xendekî

66. radyoya ku di qutiya "strana ku lê dide" de, bi rastî jî strana ku lê dide nîşan dide lê ger ji bo xelasbûna wê stranê demek gelek kurt mabe; strana di rêzê de nîşan dide.

lê guhdar bikin, bidin guhdarkirin *



27.02.2015 21:45 | simurg56

67. radyoya ku bi tenê stranên rock û bi vê rengê lêdide..

ma belkî ez hej ji arabeskê jî dikim?*

divê bêrika xwe piçek berfirehtir bike



28.02.2015 17:08 | ferhenga şikestî

68. Radyoya repertuara wê baş e. Ez bi xwe naxwazim ku zêde fireh bibe ji ber ku wê ihtîmala stranên xweş kêmtir bibe, ji xwe arabesk qet naxwazim.



28.02.2015 17:48 | azadixwaz

69. ya rastî ew radyo ye ku tê de stranên muslum gurses jî hene..

lê dîsa jî (bnr: pêşniyarên stranan ji bo playlîsta radyoya tirşikê)



28.02.2015 18:07 | simurg56

70. radyoya ku ez kêngî vekim stranên gawirkî lêdide



28.02.2015 18:26 | ferhenga şikestî

71. radyoya hê jî xweş û stranên taybet dihewîne. niha lê tê guhdarî kirin.



26.03.2015 01:17 | azadixwaz

72. niha jî ji aliyê min tê guhdar kirin.kew helûûûûnnn ...



26.03.2015 01:55 | vêca çiyeeee

73. radyoya cara pêşîn dibînim ku di aliyê hêjmara kesên guhdarî dikin ne yek lê 2 ne.



28.03.2015 14:54 | azadixwaz

74. Radyoya ku min he ket guhdar nekirîye Eyba min eybek mezine dizanim



28.03.2015 15:02 | quşxaneli

75. radyoya ku wendabuye.

Peşîyeda min zef guhdardikir li kargehê. le anha kemasîyawî dibihîzim.



09.05.2015 12:22 | serxwes

76. radyoya ku weşana wê hat rawestandin ji ber ku nehf nedida. (bnr: nehf dan)

belkî di pêşerojê de bi awayek xweşiktir weşana xwe bidomîne.



09.05.2015 14:04 | simurg56

77. radyoya ku gava careke din ji nû ve vebû bila xêra bavê têl û frekansên xwe di jîrfonan de jî vebe.



09.05.2015 23:15 | xendekî

78. Çavê we ronî, sîstema nû ya tirşikê bi mizginiyek din, dîsa rojane bû.

Mizginiya vê carê radyoya tirşikê ye. erê berî salakê dîsa radyoyek hatibû vekirin lê ew radyo gelek lawaz bû û ne girêdayî sîstema tirşikê bû.

sîstema nû bi temamî ji aliyê me ve hat kodkirin û parçeyek ji pergala tirşikê bixwe ye. li gorî sîstema berê gelek taybetiyên nû û pêşketî dihewîne.



- weşana zindî heye;

Dema kes lê guhdar neke, weşan tune. Lê dema tirşikvanek radyoyê veke, ew tirşikvan jixweber weşana zindî dide destpêkirin. Ev weşan li gorî mîhengên radyoyê, bi lêdana stranên çawalêhato dimeşe. [Ger em bixwazin, di pêşerojê de em dikarin li gorî saeta rojê cûreya stranên ku werin lêdan, hilbijêrin]



- Tirşikvan jî dikarin stranan bar bikin.

tirşikvanên ku hejmara peyamên wan ji 1000î zêdetir e, dikarin 20 heb stran bar bikin. Kengê bixwazin, dikarin wan stranan jê bibin û yên nû bar bikin



- moderatorên tirşikê dikarin weşana zindî bikin.

Dema moderatorek here malpera "weşanê bike", hemû stranên di danegehê de tên lîstekirin. Moderator dikare ji vir stranan hilbijêre û têxe lîsteya lêdanê. Di lîsteya lêdanê de xuya dibe bê ka kîjan moderatorî ew stran xistiye lîsteya lêdanê



- Cûreyên mûzîkan;

mirov dikare tenê stranên aîdê cûreyeke mûzîkê, guhdar bike. Tabî dema mirov têkeve yek ji van cûreyan, wê demê mirov ji weşana zindî derdikeve.



- Zimanên mûzîkan;

mirov dikare tenê stranên bi zimanekî jî, guhdar bike. Dîsa dema mirov zimanek hilbijêre, ji weşana zindî derdikeve û tenê li stranên bi wî zimanî, guhdar dike.



- Lîsteya lêdanê;

stranên ku di rêzê de ne, nîşan dide.



- Lîsteya strananên dawîn hatine lêdan;

stranên ku herî dawîn bi weşana zindî hatine lêdan, tên lîstekirin.



- Agahiyên giştî;

a) Di danegeha radyoya tirşikê de nêzikî 450an zêdetir stran hene. Vêga 16 tirşikvan, ji 1000an zêdetir peyam nivîsandine û her yek ji wan dikarin 20 stranan bar bikin. 16X20=320. Yanî bikarhênerên tirşikê dikarin 320 stranên din jî bar bikin. Bi vî awayî, nivîskarên tirşikê dikarin bandorek mezin li ser weşana radyoyê bikin.



b) aniha stranên di dangeha tirşikê de 30 kps ne. Ev yek ji bo weşaneke radyoyê qalîteyek kêm e. Me weşana radyoyê wisa da destpêkirin, da ku hem barê pêşkêşkara(server) tirşikê newestîne, him jî kotaya înterneta tişikvanan zêde nexwe. Li gorî encamên weşana testê, em dikarin di pêşerojê de vê rêjeya kps'ê zêde bikin.



radyo li vir e: Here lînkê jixwe di menûya jor de jî hat bicîkirin.



25.07.2015 20:58 ~2015.08.09 15:08 | simurg56

79. Hayê hayê ew radyoya Kurda ye

şêrîn e şekira me tirşikvana ye

Hayê hayê ew beşa tirşikê ye

beşek çi rind e beşek çi xweş e...



(bnr: ser xêrê be)



09.08.2015 15:30 ~15:31 | mergehez

80. gelek başbûye xwedê ji wan razîbe yê bû sebeb ez bi vê leza înternetê ya mirarok jî dikarim gohdarî bikim xwedê ji we razîbe edî dest nedinê wê pêş an paşnexînin niha başê dema stran di guhere piçek di sekine lê dîsa gelekî başe.



09.08.2015 21:23 | shorbevan

81. Li ser xêrê be. We tirkî û farisî xistiyê qet nebe çendikên erebî jî têxin navê, spanyolî û ingilîzî jî dibe.



09.08.2015 21:55 | amedî

82. radyoya dibin fonksîyona stran barkeda kotayeka ecêb û pêken danîne 2 mb min barkirinê hê ne ceribandîye lê dibe ku 2 gb be ji ber ku mp3 hima bêje hemû di serya 2 mbîdane.



09.08.2015 22:48 | shorbevan

83. Radyoya ji berê de keyfa min jê re dihat û niha bêtir keyf dide. Ser xêrê be û domdar be.



10.08.2015 00:44 | azadixwaz

84. (bnr: mala xwedê ava)

radyoya dîsa hîn xweştir bûye, kalîtetur bûye.



10.08.2015 02:21 | xendekî

85. Weke bavê min herdem dibêje "willeh super e" *



radyoya ku li ser pergalekî gelek baş hatiye afirandin. Yanê ev cûre radyo li tu derî tune ye bi qasê dizanim. Radyo bi pergala tirsikê ve girêdayî ye. Bi vî awayî dema stran gûherî mirov dikare sernivîsa stranbêj û stranê ya li tirsikê jî bibîne.di tirsikê de gotinên wê stramê hatibe nivîsadin mirov dikare wê jî bibîne.



Welleh sûper e * destê we sax be ..



10.08.2015 18:34 | brusk56

86. radyoya ko divê mirov stranên ji 2 mb an biçûktir bar bikê ye. gelo çend stran hene ku ji mb an biçûktir be * ê orjînal belkî ji 2 mb biçûktir bin lê niha em vîdeoyan dikin mp3 û ew jî mezin çêdibin.



wekî din min niha xwest mp3 ekê bar bikim lê ev agahdarî hat pêşberî min "Divê cûreya pelê .mp3 be!"



tu bişkok tuneye ku ez bibêjim jixwe cure mp3 e * simurg ev çi ye lo *



13.08.2015 22:08 | berxweda

87. radyoya niha ji bû kurt kirina mp3 ya helbet sepanê amadekarîya mp3ya hene serê ewil ez jî wisa fikirîm lê ne mirine ku çare lê nebe





not: sepan mepan tuneye di dest minda minê lînk bida lê min jî hê ev tişt ne ceribandîye û wextê min jî tune ka bira mergehezo nançû bêje çewaye ji kerema mere.



13.08.2015 22:17 ~22:19 | shorbevan

88. agahî: di rûpela stran barke ya radyoyê de bişkojka "stran çawa tê barkirin" heye. dema mirov lê bitikîne, li wir hatiye nivîsandin bê ka mirov çawa dikare mp3ek bike ji 2 mban biçûktir.

ev bişkojk ji ber xeletiyek xera bûye, haya min jê tune bû, min niha çêkir. li wir bernameyek biçûk jî heye ji bo biçûkkirina mp3an.



13.08.2015 22:37 | simurg56

89. di telefonên mobîl de rastî probleman tê. sedema wê jî ew e ku apple û androîd jixweber lêdana deng û vîdyoya asteng kirine.

ji bo çareseriyê di chrome mobîlê de, di qutiya nivîsandina navê malperê de "chrome://flags" binivîsin û pêl enter bikin. hûn ê herin eyarên chrome'ê. li vir;

- ger chroma we bi îngîlîzî be rêzika "Disable gesture requirement for media playback" bibînin û wê bikin "disable" (li cihê "enable" bitikînin)



- ger chroma we bi tirkî be rêzika "Medya oynatma için hareket zoriunlulugunu devre dişi birak" bibînin û wê bikin "devre dişi birak" (li cihê "etkinleştir" bitikînin)



niha chromeê ji nû ve bidin destpêkirin û temam e.



30.08.2015 14:54 | simurg56

90. radyoya nahêle ez rocka kurdî gohdarî bikim. di vêbijêrkan an meriv rockê hildibijêre an jî kurdî. gelo meriv nikare bi hev re hilbijêre?



07.09.2015 22:43 | berxweda

91. ya ku cara ewil e dibînim ku ji aliyê moderatorek ve weşana zindî lê tê çêkirin. aniha xendekî playlista xwe lê dide.



09.12.2015 23:33 | simurg56

92. radyoya ku an îstatîstîkab kêm nîşan dide an jî kesên ne nivîskar û têketî bin nabîne. ji ber ku ez zanim niha ji pênc cihan tê guhdar kirin. lê dibêje tenê du kes guhdar dikin.



09.12.2015 23:54 | xendekî

93. bawer nakim îstatîstîkan kêm nîşan bide. radyo ne tenê endaman lê belê mêvanan jî hesab dike.

lê ger guhdarek dev ji weşana zindî berde û li stranên cûreyekê, stranên nivîskarekê fîlan guhdar bike wê demê ew kes nayê hesabkirin. xuya ye hinekan xendekî xapandine *



10.12.2015 15:44 | simurg56

94. Radyoya dema strîna stranê lînka daxistinê jî bidaya wê çi xweş binaya *



29.02.2016 08:03 | berxweda

95. radyoya ku daxistina stranên wê ne zehmet e.



dema ku stran lê dide, di nava rûpelê de li ciheke vala pêl li bişkojka rastê ya mişkê bikin û vebijêrka "View page source" (tirkî: sayfa kaynagini goruntule) bikin. di rûpela vebû de pêl li "ctrl+f" bikin û di qutiya vebû de mp3 binivîsin. wê lînka mp3a stranê derkeve pêşvberî we *



02.03.2016 20:50 | simurg56

96. radyoya daxistina muzîka wê zehmet e.



li jor hatiye eşkerekirin bê muzîk çawa tê daxistin lê de wer û veya di mobîlê de bike *



wekî din ev rê di firefoxa kompîterê de jî naxebite :S



03.03.2016 00:00 | berxweda

97. êdî stranên xwe dide daxistin jî.

di binê bişkojkên "lêde-rawestee-deng" de lînka daxistinê stranê hat bicîkirin. mirov dikare rast li vvê lînkê bitikîne û stranê tomar bike. an jî pêl li lînkê bikin û ji paceya vebû rast pêl li dereke bikin û tomar bikin.



03.03.2016 17:30 | simurg56

98. radyoya ku êdî sepana wê heye, herkes dikare ji marketa androîdê "google playê" daxe:

Here lînkê



09.04.2016 03:33 | xendekî

99. radyo tirşîk û îssa hesen-çume cizîrê... yê keda wan heye destê wan sax bît.



22.04.2016 14:39 | azad30

101. radyoya ku êdî her nivîskarê ku herî kêm 250 peyam nivîsandine, dikare 30 stranan lê bar bike.



bila êdî kes nebêje stranên simurg ne xweş in.



17.05.2016 18:42 | simurg56

102. radyoya zêde internetê naxwaze ye. heta neta min bê girêdan ez bi a cîrananî qels dikevimê. bawer nakim radyoyek din bikarîbe bistrê *



nîşe: min rêyek dît him kurdî û him jî rock ê hilbijêrim. lê nizanim bê dixebite an na *

Here lînkê



edît: naşixule.. eyşe şan ji ku derket law. eyşe şan û rock *



28.08.2016 23:45 ~2016.08.29 00:14 | berxweda

103. li ser peyama pêşiya vê, min jî vekir, ev strana 6ê ye, hêj yek kal derneketiye ;)



29.08.2016 01:29 | endazer

104. Radyoya ku wexta aciz dibim û dixwazim stranên nuh hîn bibim guhdarî dikim * Ku stranek nuh guhdar bikim û biecibînim bejn li min dirêj dibe bila her hebe *



29.08.2016 01:48 | biaqila malê

105. vaye weşana zindî destpê dike, kerem kin:



strana ewil:

0- perperik - kerem sevinç

1- men onu sevmişem - trio aksak niha lê dide

2- berfîn - sîmir rûdan

3- hangimsin sen benim? - metin kemal kahraman

4- göç - metin kemal kahraman

5- genimo - dengê jinên botan

6- erê ximê - umut altınçağ

7- neyleyim - ahmet kaya

8- zagros - koma rewşen



arîşeyên weşana zindî:

-lîste bêpergal e, stran têkilhev hatine rêzkirin.

-her ku mirov stranekî hildibijêre rûpel nû dibe, şûna vê mirov bikare çend stranan hilbijêre paşî carekî de hemûya bişîne wê xweştir be

-tu bêhemdî stranekî du cara têxî lîsteyê tu nikarî a zêde jê bibî?

ev hawar û gazî ji bo simurg in!



06.09.2016 12:08 ~12:40 | xendekî

106. serê me gêj kir



06.09.2016 17:16 | hola êzîda

107. Ev bû du roj li cem min deng jê nayê, stran lêdide xuya dike, deng nayê.

Here lînkê



24.09.2016 23:09 ~23:10 | endazer

108. di lêdana wê de problem xuya nake. li ser telefonê jî li ser komputerê jî bêpirsgirêk dixebite. yên ku rastî probleman tên, dikarin bi gerokên din jî biceribînin û ragihînin. belkî ji ber gerokê be. (û li bişkojka "play" bikin ka wê lê bide...)



25.09.2016 21:40 | simurg56

109. Radyoya ku sepana wê jî heye. Problem tê de tune *



25.09.2016 21:42 | mergehez

110. Radyoya ku li cem min jî distrê *

Dengê amûra te xera nebûbe endazer hhh *



25.09.2016 21:43 | berxweda

111. tagên zaravayên kurdî jî hebin ew ê xweştir bibe. misal car caran mirov dixwaze tenê klamên zazakî gûh bidê.



30.09.2016 10:12 | cinorek

112. radyoya ku 19 stranên nû lê hatin barkirin û wê niha bi dorê, li wan bide.



04.10.2016 20:49 | simurg56

113. radyoyeke baş û bikÊrhatî ye. gelek caran ez lê guhdar dikim. radyoya azad e.

iro bala min kişand , piştî ku dengê stranê tê eyarkirin, di strana peyre de deng dîse tê ser eyarê berê. û divê dîse werê eyarkirin. li gorî min ne pirsgrêkike mezin e , lê dîse bila heya camêr jê hebe.



24.10.2016 00:26 | gumgumok

114. dema meriv sê caran li ser hev du ji lradyoyê muzîk daxîne, pergala tirşikê errorê dide. her car jî min got law va tirşik çû! tobe bismilah!



18.04.2017 18:34 | biruya hayao miyazaki

115. Radyoya min ya favorî ye.
Gelo mirov dikarê lînka "stranên" radyoyê parve bikin. Heke na, teyebetîyeke wisa çêdibê gelo?



14.04.2018 15:55 | gumgumok

116. taybetiya parvekirina stranan nahewîne. lê taybetiyek wisa wê gelek balkêş be. înşelleh di pêşerojê de.
dema lînk vebû wê ew stran lê bide û paşê derbasî weşana zindî bibe. himm....



14.04.2018 20:49 | simurg56

117. wexta tu ji telefonê dikevî pêl li lêde'yê dikî radyo stranê lê dide. lê gava tu curey mûzîkê biguherînî û dûre pêl li lêdeyê bikî îcar error dide mixabin



14.12.2019 16:46 | ferhenga şikestî

118. Xwezî çend nivîskarên tirşikê bi avayekê zindî bernameyan çêkin.



14.12.2019 20:40 | cinorek

119. mixabin sepana wê jî betal bûye, nayê bikaranîn. nûkirinek lê ferz e, em bang li şêx dikin werê û piff bikiyê.



14.12.2019 23:22 | xendekî

120. radyoya ku stranên pir pir xweş lê dide.
bi sernivîsa stranê ku lê dide entegre bûye. ev pergal di ekşiyê de jî tune ye ku bi trÎlyonan dilîzin û vaye 20 salan derbas bûye di weşanê de ne.



15.12.2019 22:24 | brusk56

121. Radyoyek wisa ye ku, ger ez xwedî dikanek bûma, weke cafe'yek felan, min ê vê radyoyê vekiriba û heta êvarê bêked, bênavber û bêreklam, meseleya mûzîkê hel bikira.
Him jî mûzîka bi qalîte.



29.12.2019 18:57 | brusk56

122. agahî: 32 stranên nipûnû lê hatin zêdekirin.

agahîyek din:
- ev 2.345 roj in ku radyo di weşanê de ye û heta niha 34.667 stran hatine guhdarkirin.
- yanî rojê 14.7 stran.
- her stran 4 deqe bin, dike nêzikî 60 deqe.

ango radyo her roj saetek tê lêdan.



05.01.2020 10:24 ~10:24 | simurg56

123. "bernameya radyoya tirşikê çima nîne?" ez ji xwe dipirsim.

di sala 2013an da radyoya tirşikê destpê kirîye. moderasyona tirşikê biryareka baş hilanîye. muzîkên kurdî tevlî muzîkên biyanî weşandiye, derfetekî baş çêkirîye. lê îro? îro (2020) muzîk li her derê ye. êdî, mixabin weşana mp3yê ji bo radyoyekê qîm nake.

ez dibêm, qet nebe du tirşikvanên me (ya rast, tirşikvan nebin jî dibe) rabin li ser mijarên rojane nîv saet gotûbêj bikin, bo destpêkê, willeh besê min e. bernameya radyoya tirşikê dest bi weşanê bike, hefteyê carekî jî bibe ji min ra bes e. kî çêkir, hezar car xwedê ji wan razî be!.

ji ber ku tiştekî wisa tune ye, xelk diçe youtubevanên din dişopîne. ji bo ku haya xelkê me perçekî ji nûçeyên dinyayê çêbibe, diçin guh didin xelkên bîyanî, yên tirk û hema kî hebe.

bernameyeka zindî jî dibe, podcast jî dibe hevalno, cidî jî dibe, bihenek jî dibe. bes weşaneka kurmancî bi gotûbêjekî teze be. ev yek, îro hewcehîyeka mezin e. ne tenê ez im. cinawirek din jî qala vê yekê kirîye di bin mijarê da.

radyoya tirşikê/114739



19.03.2020 12:43 | mirovekirind

124. radyoya ku heçî nivîskarê ku ji 250an zêdetir peyam nivîsandine, dikarin stranan lê bar bikin. ev taybtî jixwe hebû lê belkî gelek kesan ji bîr kiribe. fermo, heçîyê bixwaze, bila stran bar bike.


mixabin niha mirov nikare tê de weşana zindî bike. him ji alîyê teknîkî ve ew bingeha wê tune û him jî ez bawer nakim ku kes ji me wext bibîne ku jê re bernameyan amade bike. ku tiştek wisa were kirin jî, gelo wê bi rastî çend kes bi zindî lê temaşe bikin? piştî ku kes zindî lê guhdar neke, ferqa wê û vîdyo an jî podcastan namîne.



21.03.2020 17:54 | simurg56

125. Radyoya tirşikê gelek xweş hatiye damezirandin , destê we saxbe
Min caran xwest lê mêze bikim gelo çawa stran lê tê zêdekirin lê min nedît.Yek jî mirov bikaribe bigihîje lîsteya stranan û bikaribe lê daxwazê hilbêjere û guhdar bike ma baş nabe.Gelo wê demê dibe ku ji rewşa radyoyê derkeve bibe medya player.Nizanim.Lê pêşnîyar dikim.



21.03.2020 20:01 | brzn

126. nizanim çima ev demek bû xera bibû, hinek taybetîyên wê naxebitîyan. min îro ser û guhê wê rast kirin.

- dema hûn li navê tirşikvanekî bitikînin, stranên ku wî/wê bar kirine, tên lêdan.
- dema we li zimanekî tikand, stranên bi wî zimanê tên lêdan
- dema we li cûreyekî tikand, stranên bi wê cûreyê tên lêdan

her wiha vê jî bînim bîra we; heçî nivîskarê ku 250 peyam nivîsandine, dikarin stranên li ber dilên wan şêrîn, li radyoyê bar bikin.
min îro 30 stranên din lê zêde kirin. bû 661 stran.


lêzêdekirin: êdî dema we stranek li radyoyê zêde kir, di beşa zindî de agahîya wê tê ragihandin. di vê ragihandinê de mirov dikare li navê stranê bitikîne û dîrekt guhdar jî bike.



11.05.2021 10:53 ~11:16 | simurg56

127. taybetmendiyekê xweş e lê ez dibêm tenê moderator weşanê dikin. dîsa jî min çend stran bar kir.



23.05.2021 21:59 | hueyn

128. Radyoya ku dema dixwaze weşanê bike, hişyariyekê dide ku belesebep kenê min anî *
Hişyarî: tenê moderetorên payebilind, dikarin weşana zindî bikin. shorbevan nikarin.

Sererastkirin ji bo peyama jêr: @hueyn mixabin taybetmendiyên moderetora di derheqê hişyariyan tune, hişyarî ji aliyê Simurg56 ve hatiye danîn *



05.08.2021 13:28 ~14:02 | merwano

129. radyoya ku hîşdariya wê min jî dîtibû. berê di navbera shorbevan û modên tirşikê de gelek pevçûn çêdibû ez dibêm qey mod jî wilo bêhna xwe fireh kirine û hê jî nehatiye sererastkirin.



05.08.2021 13:52 | hueyn

130. her dem tiştên baş derdixe pêşî min.

elegeeeeez elegeeeeeeez eleegez
(bnr: elegez)-(bnr: koma wetan)



18.02.2022 18:08 ~18:09 | heval.js

131. Ez newe bonder bîya. Heme hal û hewal de şoxilêna. Merdim eşkeno hem radyo goştarî bikero hem zî eşkeno tirsik de binuso heta kê eşkenê sepanê bîn zî akerî. Radyo tim akerda manena. Eno qaîde youtube de zî çîn o bijî *



18.02.2022 22:59 | kajav

132. rojanekirin: êdî ne tenê moderator lê her nivîskarê ki pûana wî/wê ya karmayê ji 500î zêdetir e, dikarin weşana zindî bikin. (yên ku niha online in, bila ji bo carekê ji tirşikê derkevin û dîsa têketinê bikin)

ku problem hebe, ji kerema xwe re ragihînin min.



18.02.2022 23:19 | simurg56

133. Hêvîya wê rojê me ku ez jî karibim weşanên zindî li ser bikim.
radyoya tirşikê/139023



23.02.2022 16:34 | pîroz

134. Ger tirşikvan bikaribin bi dengê xwe weke dj weşana zindî bikin ew ê pir xweştir bibe.



23.02.2022 17:12 | cinorek

135. belkî jî di guhertoya 3.0 ya tirşikê de wê beşa herî xweş be.
mergehez radyoyê wisa ji nû ve ava kiriye ku, êdî naxwazim jê derkevim.
radyoya tirşikê, bi mantiqa xwe jixwe tekane bû. bi taybetîyên nû, wê ji bo mûzîkhezên kurd bibe astek gelek wêdetir.



17.11.2023 21:17 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» radyoya spûtnîk kurdistan
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî