Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mars - tirşik
mars
(5) (0) (8)
di mijarê de bigere

1. hesareyek ku ixtimalek heye li vêr zindegî hebe.

îro (28.09.2015) nasa'yê eşkere kir ku li ser rûyê marsê av heye.



28.09.2015 18:33 | cinorek

2. behram, gerstêrkekîye, navê meha sêyemîn, adar



28.09.2015 22:05 | shorbevan

3. heke av lê hebe wê çaxê oksîjen jî lê heye. yanî kesên biçin wê bikarîbin li wir bijîn jî. lê jiyanek çawa *



29.09.2015 15:21 | berxweda

5. (bnr: the martian)



29.09.2015 16:49 | hola êzîda

6. Cihek ji min re jî hebe ezê biçim...



29.09.2015 20:56 | behdînan

7. di helbesta omer faruq baran a bi navê "pirsa behram gerdûniyê qamkinik î zarçapik ê ku ji bo fesadiyên li ser kesadmayina bazara zimanê wî yê dilmakî tîremarkî bar kin biçin ji xwe re bazareke nû bibînin sal dozdeh mehan û ro bîst û çar saetan li ber deriyê akademiya peyvên devokên ji hevokan xeyidînî kitêbên li ser termînolojiya kuxikên dengbêjan ên ku bi rê û rêbazên modern li dîwana beg û mîran wekî hebên tiriyê mezrone di mehseran de biperçiqin di qirikan de perçiqîne û bi belxema zeravî ve zeliqîne hatine nivîsandin difiroşe û difikire ku bi pereyên ji kitêban qezenc kirî li hemû zanîngehên welatê sor ê ku bi ava zil û zelal re zewiciye û piştî pênc hezar salan ji ber sedemên wek lihevnekirin û şerê zêde jê veqetiyaye û zaroyên xwe perîşan kirine enstîtuyên lêlêlojiya li ser stranên mêrên ji xwînê hez dikin û lololojiya li ser stranên jinên ji mêrên ji xwînê hez dikin hez dikin û lolêlojiya li ser stranên nêremoyên ji xwînê hez nakin û xwîna kuştinê dirijînîn lêkolînên xwe li referansên qinyatên dilan ên dûrî mirinê û awirên çavan ên dûrî kirinê û îşaretên destan ên dûrî birinê digirin dikin damezirîn" de wiha derbas dibe:



eger ev feleka xayîn e me dixapîne

çima em berê xwe nadin marsê?



30.09.2015 11:18 ~11:21 | xendekî

8. (bnr: behram)

Di mîtolojîya romayê de Navê xwedayê şerê) ye.

gerstêrkek e, wek dinyaya ku em li ser dijîn û şeş gerstêrkên din, ew jî li dor rojê vedigere. Piştî dinyayê, gerstêrka çaremîn e ku ji tavê dûr e. Du heb heyvên wê hene: phobos û deimos. Di nav sîstema rojê de gerstêrka ya herî dişibe dinyayê ye û ixtimala hebûna avê li wir zehv zêde ye ji ber ku keşifên nû wê yekê dide nîşan.
Ji 1960an heta niha, dewletên wek dya, ewropa û rûsya û çîn ji bo agahî ji wê gerstêrkê hilbidin projeyên pir mezin pêk anîne û tînin. Heta niha robot û tiştên din hatine şandin lê hê jî ti mirov neçûye marsê. Lê nasa ji bo kolonîzekirina wê gerstêrkê dixwaze heta 2030an hinek mirovan bişîne li wir. Û Herwiha li gor teoriyek nasa'yê gelek xetereyên wek pençeşêra spîlkê û nexweşiyên ji radyasyonê çêdibin jî hene.

Li ser wê gerstêrkê gelek fîlm û belgefîlm hatine kêşandin:

Fîlm:
the martian
total recall
the red planet
mission to mars
john carter
doom
mars attacks

Belgefîlm:
the mars underground
mars, dead or alive
living on mars
the secret story of planet mars
the real mars

Rêze-belgefîlmekê national geographic bi navê mars jî heye.



04.10.2018 22:30 ~22:32 | xelîl

9. nasa'yê çend rojan berê haceta xwe yê bi navê insight daniye ser herda wê gerstêrkê. Ewê binzemîna marsê keşf bike.
Ez werg difikirim ku Îxtimalek heye ku zindegî li binzemîna marsê hebe. Çimkî;
- Gravitî li wê gerstêrkê ji ya dinyayê kemtir e. Ax ne weke li dinyayê pir giran e. Minak tu herdê bikolî û xwe texî bin erdê tu yê zêde giraniyê hîs nekî. 1kg a dinyayê li vêr weke 0.38 kg te hîs kirin.
- Gava roj diçe şevê eyam pir digûhere li wêr. Lowma disa dibe ku binerdê balansa germahiyê çêke.



12.12.2018 18:31 ~18:33 | cinorek

10. Li ser wê gerstêrka rovereka nasayê heye digere; curiosity.
Di heftê de carê dimevim malpera nasayê ta ku curiosity wêneyek nû ji me re şandiye ya na.
Here lînkê



04.11.2019 19:06 | cinorek

11. Ji bo demên karantînayê ji tirşiknûsên me re pêşniyarek.

google û nasayê bi hewre bi wêneyên rovera curiosity malperek nû çêkirine.
Here lînkê

Hûn dikarîn li ser zemînê marsê bi şeklê virtual reality bigerin û wê gerstêrkê baştir bizanibin.

*** Herwiha

dihat texmîn kirin ku sala 2020ê ji bo keşfa marsê saleka giring bibûya. Gellek welat û kompanyayan mina spacex plan dikir ku projeyên xwe ên nû bo keşfa marsê despê bikin.
Înşalla ew na'let vîrûsa koronayê projeyên wan nade betal kirin.



11.04.2020 07:41 ~08:09 | cinorek

12. Gerstêrka mars'ê de divê kurd ji xwe re dewleta xwe ava bikin û bibin emerîkaya wir!



11.04.2020 15:38 | brzn

13. Mars hemû xeyalê betal e. Jîyan bi tenê rûyê erdê ye.



11.04.2020 15:39 | dilreş

14. Bawer im dê hemû dewlet biçin marsê lê kuçik ji bo me her ki vira bimînin. Seba ku em neçin marsê, ala xanî li banê gerdûnê cit nekin.



11.04.2020 19:12 | hêvî

15. (bnr: mars derew e)*



11.04.2020 23:30 | xelîl

16. Di demek nêz de hacetên se welatan cûda ên bigihejin marsê; çîn, mîratiya erebî û amrîka.
Xûyaye reqabetek mezîn ji bo keşfa wê başlê dike.



09.02.2021 14:45 | cinorek

17. drone a ku nasayê digel rovera perseverance şandibû wê gerstêrkê te amade kirina hilfirandinê.
Di nav çend rojan de ew ê pêk be.
Demek dirokî ye.
Kelecanek mezîn e.
Here lînkê



06.04.2021 05:14 | cinorek

18. Çend roj berê perseveranceê wêneyek ji wê gerstêrkê şand. Di wêne de tiştek mîna derî xûya dike heye. Ew bû sebeba kelecanî. Çend roj in li ser medyaya civakî nîqaş tên kirin.
Here lînkê



19.05.2022 05:47 | cinorek

19. di jargona tawlayê ya zimanê tirkî de kesên têkber reqîbên xwe dişînin vê derê. nizanim gelo di kurdî de miriyên me yên tawlayan dişînin kû derê*



19.10.2022 21:38 ~2022.10.21 08:15 | biruya hayao miyazaki

20. Navê gerokekê ye.



20.10.2022 02:22 | adarroni

21. Dê demek di ne nêz de bibe mêtingeha cîhaniyan, xeyalên di vê mijarê de mirovî kelecan dikin birastî, yanî dê mirov çawa di navber her du gerstêrkan de biçin û bên ev yek jî tenê serê xwe qadeke xeyal kirinê ye. Lê eger di vê fikrê( mêtingeh kirinê) de mirovahî serketî bibe dê pir baş bibe ji bo mirovahiyê jiberku êdî gerstêrka me têra me nake barê wê pir giran e. Hêj eger ji destê me bê divê em derkevin derveyî galaksiya Kadizê jî ew jî dê têra me neke. Û divê em Kurd xwe jêhatî bikin, divêt pêşîyê em xwe bigihînin gerstêrk û galaksiyên din her kîjan şaristaniya cîhanê vê yekê pêk bîne ew dê bibe şaristaniya dahatûyê, belkû ev tişt ji me Kurdan dûr be lê divê em ji bîr nekin tişta ne pêkan tuneye. Hemû kes dikare hemû tiştî bike. Lê divê pêşîyê em li cîhanê şaristaniya xwe ava bikin, rê dûr e gelî teng e lê pêkan e. **



21.10.2022 01:28 ~01:31 | bayê xerbî

22. drone a bi navê ingenuity ku nasayê digel rovera perseverance şandibû wê gerstêrkê 72 caran li ser erd û asimanê marsê firiya û 18 km mesafe geriya. Ew serkeftinek mezin e. Nasa'yê texmîn nekiribû ku ewqas temendirêj be.

Axîr ingenuity niha nikare bifire.
mission completed.
Here lînkê

Rest in peace heval.
Te kelejanek mezin bo me amade kir.



26.01.2024 14:18 ~14:19 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» marshall mcluhan

Kategoriyên mijarê:: cihuwar zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî