1. bajarekî Tirkiyê ye. bi tirkî weke "mersin" tê bilêvkirin . |
|
03.08.2013 14:49 |
brusk56
|
2. bajareke tirkan ku bdpê kariye di hilbijartinan de şaredariyek bi dest bixe. û şaredariya piştî şaredariya bajarê mezin a herî mezin e(akdenîz). |
|
03.08.2013 15:29 |
azadixwaz
|
3. bajarê Tirk û kurda, navê Wî ye bere îcel bû |
|
03.08.2013 16:14 |
newenda
|
4. ewqas kurd lê dijîn ku hûn herin ku dera mêrsînê (ber behrê, li çiyê, gundan, zozanan, li sûkê û hwd.) hûn zimanê kurdî û kurdan dibînin. |
|
15.08.2013 19:06 |
simurg56
|
5. dibejin ku 60 % Ê mÊrsÎn'Ê kurd e. |
|
21.10.2013 13:32 ~2021.09.23 06:53 |
cinorek
|
6. (bnr: tantunÎ) |
|
21.10.2013 15:43 |
biruya hayao miyazaki
|
7. bajarê tirkan yê ku rêjeya kurdan tê de herî zêde ye. |
|
21.10.2013 19:59 |
simurg56
|
8. bajarê ku ertuğrul kürkçü di hilbijartinên giştÎ yên borî de bi dengê kurdan lê hatibû hilbijartin.. |
|
21.10.2013 20:03 |
endazer
|
10. bajarê tirkan yê herî kurd e. mirov here ber behrê jî, here sûkê jî, here zozanan jî tije kurd hene. ev bo min taybetiya herî xweş ya mêrsînê ye. |
|
22.10.2013 22:49 |
simurg56
|
11. êdî bûye bajarek kurdistanê. |
|
30.03.2014 18:52 |
simurg56
|
12. bajarê ku partiya kurdan (dtp,bdp,hdp û yên wisa) her hilbijartinê de golek diavêjinê. |
|
10.08.2014 16:28 |
simurg56
|
13. bajarê ku li navçeya yenişehirê jî gelek kurd dijîn lê li wir kurd belave ne û ji ber ku hinek dewlemend in mirov di cî de wan nas nake û ji xwe wan jî taybetiya xwe hinek wenda kirine. |
|
08.03.2015 01:44 |
brusk56
|
14. ez li mêrsîn ê dijim toroslar ê akdenîz ê kurd pir in yenîşehîr ê jî têra xwe hene û zêde ne lê belê kurdên burjuva ne û bı taybeti yên elewî şerm dıkın bêjin ku em kurdin. bi mêrsin ji 400 hezarê zêdetir kurd dijin. |
|
08.03.2015 12:08 |
azad30
|
15. bajarekî nîv-kurd e. em duh çûne wir, maxa ev çi ye gidî, herkes kurd e law, ma bû çi. |
|
13.04.2015 14:43 |
xendekî
|
16. bajarê ku ez niha lê zanîngehê dixwenim e. kurdên vir bi qasî yê edenê asimile nebûne başe heyra. |
|
12.11.2015 23:12 |
xwelî li ser
|
17. (bnr: mêrsîna rengîn) |
|
12.11.2015 23:16 |
obamayê qunreş
|
18. bajarê ne ku kurdên wê asîmîle nebune lê ji ber ku kurdên wê gelekî zêdetir e wisa divuye. weke din jî kurdên wê ji berêde weke koman li cem hev dijîn, lê niha yên ku hinekî pere qezenc dikin û dikarin biçin, diçin aliyê yenişehir û mezitliyê dîbe ku pêşerojêde li wir jî biguhere. |
|
12.11.2015 23:18 |
azadixwaz
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |