Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
komkujiya li rojavaya kurdistanê - tirşik
komkujiya li rojavaya kurdistanê
(2) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. komkujiya ku anha li helebê pêk tê ye. dema ku mijar bibe kurd, esad û mûxalîf, tirk û ereb, misilman û kafir tev dibin yek û kêrên xwe bo kuştina me amade dikin. disa mina gurên boz ên har û devxwîn hatin ser me, dîsa zarok nehiştin li kolanan.

Lê çi ye ev bêdengî.

kerr bûye hemû cihan.

toz e, xubar e, bombe û baran e ku tevli xwîna zarokên şeşsalî dibe.

êdî bo şiyarbûna me çend kuştin divên?

xuya ye birano; ne şaristaniya rojavayê ne ji olperestiya rojhilatê cih dide ku kurd tê de bijîn. bo me tenê riyek ma. yan em ê bi tekoşînek ji dilopên xwîn En xwe yên dawî geşbûyî jiyana xwe ava bikin; yan jî em ê di destê hirç û gurên hov de li benda mirin û tunebûna xwe bin.



03.08.2013 04:37 | filankes

2. komkujiya ku bi destê îslamiyên radîkal ên terorîst ên ku nizanin qûna xwe bişûn û hatine dibêjin Kurd ji dînê îslamê dûr ketine em hatine wan bînin ser rêya rast û heq.. bi çekên giran bi hemû kîn û rik û nefreta xwe bi ser deverên kurdan yên li rojavayê kurdistanê de girtine û dixwazin heyf û hezîmeta xwe ya ku li hemberî rejîma esed û hêzên ypgê û el ekradê standine ji pozê kurdên sîvîl derxînin.. lê ev tirr ji wan re namîne.. kurdan heta niha ji dewletên bêeman û bêîman ku çi bkeve ber destê wan ji kuran texsîr nakin re çong dananîne û serî netewandine ji van çend dêqehbên şîrheram yên ku bi handan û têkdanên dewletên dijmin bi singa kurdan ketine re jî ne serî ditewînin û ne jî çong datînin.. wek ciwan di diyaloga xwe de dibêje 'ew ê bên û biçin, lê em li vir in..''

û wek renas dibêje:

''Tên. Ji bo ku li darê dinyê kokên me biqeliînin tên.

Weke di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û

di berfê de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên.

Tên. Bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di yê din de tirpan,

Bi salan e, talan e.

Lê kokên mala bavê min ji kokên mêran e...

Beran e...

Baran e...

Çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran e!..

Tên. Ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê me bixeritînin tên.

Xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

Tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,

serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê.

Tên. Ji bo ku kokên me biqeliînin tên. Bila bên.

Hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û

kengî dilê wan bixwaze weke ecûrê ku

ji lemê tê hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin.

Lê wê şûşî erdê bibin.

Kokên me di kêvir de şûr in.

Ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil nagirin.

Ji lew re, a baş,

şabaş ji lawê azadiya seglawî re şabaş!

şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re şabaş!

Qeraş,

Tên. Ji bo ku hestiyên me bihêrin.

Tên. Ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin û

keştî-kaxezên xwe biavjenînin.

Tên. Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin tên.

Bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan,

bi çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî,

Bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê mirî tên.

Tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq û

bi paletên tanqên xwe yên zîqezîk tên.

Dev ji wan berdin bila bên. Bila bên û li vê axê

di nav kokên me yên fireh û kûr de xerq bibin.

Ne ehlê Xwedê ne heq dikin…''



03.08.2013 08:15 | endazer

3. divê qurbana hesab û rihetiya quna siyasetmedar a partiyan nebe.pyd û barzani jix w epêitr li pey kul û derdê rojava bin.



03.08.2013 11:58 | tivirloismail

4. komkujiya ku di van xulekan de, li wanê tê protestokirin e .

rewşa kurdan bawer nakim ku beriya niha hatibe serê tu gelan .

li rojava çeteyên girêdayî el nusrayê Jİ DEWLETA TİRK HÊZ DİSTÎNİN êriş dikin kurdan, jin keç zarok çi bibînin dikujin, guleyên ji çekên el nusrAYÊ DERDİKEVİN, TÊN SERXETÊ KURDAN DİKUJİN, DEWLETA TİRK VÊ WEKE HÊCETEK NÎŞAN DİDE Û EM DÊ MUDAXELE BİKİN, KURDÊN Lİ BAKUR YÊN VÊ REWŞÊ PROTESTO DİKİN, Jİ ALİYÊ POLÊS VE TÊN LÊDAN ... XWEDÊ EV Çİ HALÊ, KURD Çİ BİKİN DÎSA EW WENDA DİKİN ..



03.08.2013 16:20 | brusk56

5. komkujiya ku dilê in yekcarî ji siyaseta nakok û nejidil ya pkk û bdpê sar kiriye.. tevger û rêxistina ku dikare ji bo mûyên qûna ocalan hemû kurdan mobîlîze bike û derxîne kolan û meydanan û bike hedefa gulle û qanûnên bêeman û bêîman yên dewleta tirk lê ji bo talan û komkujiya li rojavayê kurdistanê ji bilî çend daxwuyaniyên çapemeniyê û hewldanên berhevkirina alîkariyên eynî û madî deng ji tu kesî dernakeve..ssöyê ku ji bo protestoyên seyrangeha geziyê xwe diavêjt ber kepçe û dozeran îro serê xwe xistiye di nav teşkên xwe de û hesabê hilbijartinên şaredariyê dike.. pkk an pyd ya ku bi her hêncet û helkeftinekî dev davêje hizb û aliyên muxalîf yên li rojavayê kurdistanê û wan bi şirîkatî û hevkariya hêzên derve yên wekê tirkiye û nizanim çi tometbar dike mohr û demxeya xeynetiyê li pişta wan dixe îro dema serokê partiya el partîevdilhekîm beşar dibêje eger pyd bihêle hem li başûrê kurdistanê û hem li rojavayê kurdistanê bi xwe bi qasê 5-6 hezaran hêza me ya leşkerî ya ku j aliyê pêşmergeyên kurdistanê ve hatin telÎmkirin û ji bo parastina deverên kurdî amade ne heye lê serokê pydê muslimê simbêlboq dibêje na ezbenî an hÛn ê bên di bin ban û sêwana ypgê yanî pydê de şer bikin an jî em rê û iznê nadin hûn têkevin rojavayê kurdistanê eger û gefan li partiyan dixe dibêje eger ji bilÎ ypgê hêzeke din bête danîn ev wê bibe serê sebeba şerê birakujiyê.. bi Xwudê êdî li ber tu kesî nakevim û ji bo tu kesî naqehirim min fêm kir ku herkes qedera xwe anku encamên tercîhên xwe dijî.. û Xwudê belasebeb zilm û neheqiyê li tu kesî nake.. hetta ku bakur û rojava di destê zîhniyet û mantalîteya pkkê de be pozê kurdan ji nav gû dernakeve..



04.08.2013 05:25 | endazer

6. bûyera ku kiryarên wan bêguman wê herin dojeha mezin.

weke tê îdîakirin pkk û pyd hember vê zilmê ne bêdeng in û ji her kesî zêdetir li ber xwe didin ku van êrîşên dov û derî mirovatiyê, asteng bikin, weke mînak;



http://www.firatnews.com/news/guncel/pkk-den-rojava-cagrisi-her-yeri-isyan-alanina-cevirelim.htm

http://www.firatnews.com/news/kurdistan/serekaniye-ve-til-ebyad-da-biri-komutan-20-el-kaideli-olduruldu.htm

http://www.firatnews.com/news/guncel/ypg-den-oso-komutani-egidi-ye-sert-yanit.htm

http://www.firatnews.com/news/guncel/rojava-yardimlari-kizilay-a-teslim-edildi.htm

http://www.firatnews.com/news/guncel/varto-da-binler-ocalan-ve-rojava-icin-yurudu.htm

http://www.firatnews.com/news/kurdistan/ypg-son-24-saatte-63-ceteci-olduruldu.htm

http://www.firatnews.com/news/guncel/botan-halk-inisiyatifi-sinirlara-yigilalim.htm

http://www.firatnews.com/news/guncel/almanya-daki-kurtlerden-rojava-direnisine-destek.htm

http://www.firatnews.com/news/guncel/amed-de-rojava-icin-nobet-eylemi.htm



li înternetê behsa gelek vîdyoyên hovîtiya wan dike, tê kirin. lê ez bixwe naxwazim temaşe bikim.

wê dîrok tirkiyeyê jî weke yek ji berpirsyarên vê komkujiyê, qeyd bike.



04.08.2013 11:01 | simurg56

7. Li rojavaya e Kurdistanê dîrok tê nivîsandin. Ger em naxwazin dîroka me nebe fêdiyek yan jî li ber dîroka welatên din bibe çîrok divÊ em ji her dem e bêhtir li ber xwe bidin. ew dijminê ku dibêje 'mal û namusa kurdan li me helal e' û xelkên sivîl ji xwe re dikin listik, ew ne ehlê xwedê ne, na welleh!



yek dibêje; ''bila emrê me wa neçê, bê azadî û bê îman'' îman nema babam. lê ne qebûl e ku bibêjin Hûn ê bêazadî jî biçin!



04.08.2013 11:29 | lêyla

8. mirov hember vê hovîtiyê encax weke apê musa dikare bêje eyy xwedê êdî bes e lo



04.08.2013 12:03 | simurg56

9. komkujiya ku nîşanî dide mirov ku, mesele çi be bila ew be, dijminê pkkê her tiştî bo rexnekirin Û êrişkirina pkkê bikartînin.

pkkê bi rêxistinkirina gelê rojava, rojava azad nekir qey ? niha çeteyên ku qaşo misilman in, êrişê gelê kurd dikin, çi zarok çi jin dikujin. bo vê jî hin kes dikarin pkkê sûncdar bibînin, tu tişt nikarim ji wan re bêjim.xwedê aqilê bide wan ..

bi heqaretkirina serokên kurdan wekî abdullah ocalan, salih muslim , selehattin demirtaş hûn kêrî tu gûyî nabin . qene dengê xwe bibirin ê ku dikin asteng nekin. çeteyên el nusra bi dehan şervanên ypg ê kuştin.

dibêjin çima pyd destur nade evdilhekîm beşar arteşa xwe azad bike. yaw ma hûn ker in ?

kesek wek wî bêşerefî xwediyê artêşekî be wê çi bibe tu dizanî ? bo dijminatiya pkkê bikin hûn bi xwe xwe rizîl dikin. tiştên ku hûn dibêjin li tu derê dinYAYÊ NAYÊ QEBÛL KİRİN.WEKE evdilhekîm beşar DİXWAZE ROJAVAYÊ BİPARÊZE BİLA Bİ PARTİYA XWE BİKEVE Dİ NAV KONSAYA BİLİND A KURD Û HÊZÊN XWE JÎ TEVLÎ YPGÊ BİKE. RÊYEK DİN ÎXANET E . HİM JÎ İXANETEK PİR MEZİN E. evdilhekîm beşar BÊŞEREFEK ALİGİRÊ ÖSOYÊ YE. BİLA NE WİSA BE BİLA KURDEK WELATPARÊZ BE JÎ, YAW ÇAWA Lİ DEREKÎ 2 ARTÊŞ ÇÊDİBE ? Lİ KURDİSTANÊ DİKARE 1000 PARTÎ HEBE LÊ 2 ARTÊŞ NABE.VÊ YEKÊ Jİ MEJİYÊN XWE DERNEXÎNİN. Lİ BAŞÛR WEXTÊ XWE DE HERDÛ PARTÎ XWEDİYÊ HÊZÊN CUDA BÛN. Çİ Lİ HEV KİRİN QEY NAYÊ BÎRA WE ? HÛN DİXWAZİN HEMAN TİŞT Lİ ROJAVAYÊ JÎ BİQEWİME.

TÊ GOTİN ÇİMA BDP-PKK reaksiyon NÎŞAN NADE ? YAW QEY HÛN KOR İN ? Lİ STENBOLÊ Lİ AMEDÊ Lİ ÊLİHÊ Lİ WANÊ Lİ COLEMÊRGÊ ÇALAKÎ HATİN ORGANÎZE KİRİN. Lİ HİNEKAN DE ZÊDE KES HATİN Lİ HİNEKAN DE ZÊDE HİNDİK KES HATİBÛN. HÛN Lİ WİR BÛN ? KESÊN HERTİŞTÎ REXNE DİKİN Û Jİ TU TİŞTÎ NE QAYİL İN, EZ Jİ WE DİPİRSİM, HÛN Lİ WİR BÛN ? NİHA Jİ HERDERÊ KURDİSTANÊ Bİ MEŞ DİÇİN SERÊKANİYÊ HÛN JÎ RÊ DE NE NEWSA ?

WEKE HÛN EW QAS DİJÎ PKKÊ NE, KA ALTERNATÎFA WÊ ? KA YÊ KU REAKSİYON NÎŞAN DİDE WÎ NİŞA MİN BİKİN.

YANÊ BO REXNEKİRİNA PKKÊ NERÎN XWE VE. REXNE BİKİN, DEMA TİŞTEJ HEBE KU BÊ REXNEKİRİN REXNE BİKİN LÊ TENÊ BO REXNEKİRİNÊ XWE DE NERÎN ....



04.08.2013 12:53 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» komkujiya li rojavaya kurdistanê
» rojavaya kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî