Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
kul û kulîlk - tirşik
kul û kulîlk
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kul û kulîlk



Helbest Rênas Jiyan .Di aliyê hunermend Jan Axin va wekî stran hatiye bestê kirin



kul û kulîlk

ger ez ba bûm a

min ê porên te bi alasta

ger baran bûm a

min ê xwe li nav çavên te bixista

îcar jî ji vê kulê nemirim

ji bilî kulîlkan

careke din hew hez dikim



xezalên tî avê vedixwun

ji golên çavên te

çûkên baskokirî

dilûsin li ser milên te

meşka xwînê ye ev dilê te

hevîrtirşê êvara ye kilê te

îcar jî ji vê kulê nemirim

ji bilî kulîlkan

careke din hew hez dikim



02.08.2013 00:49 | newenda

2. vê helbestê wekî stiran ji (bnr: jan axîn) guhdarî bikin.



02.08.2013 01:17 | seydayê_peyvan

3. helbest/strana ku hevala diltengiyÊ ye..



23.04.2014 02:32 | mergehez

4. helbesteka rênas jiyan'ê bi rêya jan axîn hatiye şîrovekirin.



23.04.2014 14:15 | hemokrates

5. strana ger bi peyvên xwe ger jî pê mûzîka xwe bere bi dengê hunermendê delal jan axîn re hişê mirov direvîne u keserên xort li mirov dide kişandin





10.09.2014 11:17 | birazî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kulfisandin
» kulîlkên ezêb

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî