Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; jan dost
peyamên çepikkirî

12763. ev bêterbiye tirekekî nexweşe, ew û sed bavê wî nikarin bigihên axa di binê sola Ahmet türk de ye. ahmet türk û aysel wek camêr û ciwanikan cûn sersaxiya xwe kirin û hatin, yan vî qebraxî cawa cû bin xetê? Cû bû serokê heşhaşiyan ku nakokiyan têxe nava gel. lê gelê rojava di qûna wî de jî nemîst û hat li amedê qûna xwe da kuluba xwendinê..!



06.06.2013 06:53 | cekdar

17933. aliyê nivîskariya wî hêjayî pesndayînê ye. ziman, teknîk û hunandina wî gelek serketî ye dikarim bibêjim di nava nivîskarên kurd de herî li pêş jan dost e. lê bi ya min ew jî ne di asta navnetewî de ye. min hemû romanên wî stendibû û 3 gav û 3darek, martinê bextewer min xwendine ji xeynî vê kela dimdimê jî min xwend gelek xweş bû gava ku kela dimdimê nivîsiye temenê wî 25 bûye. lê bes êdî bila di ser feysbûkê de dijmîn û nifiran nebarîne ji roja ku ketiye polîtikayê zimanê xwe hetikandiye mesele ketina wî ya siyasetê nîn e di ser feysbûkê de wek zarokên ku diçin liseyê trîban diavêje yanî eyn dilê mariv digere. bila rexne bike û hewce ye jî lê kurtnivîsên wek ên ergenûsan rexne nabe ew tiştêk din e bavê min.. nivîskarên tirk yên serketî ewqas rexneyên xweş dikin ku mariv heyran dibe meseleyeke bi dehan rûpelan rave dikin mariv diheyire pirr kûr nêzê rûdanan dibin mariv wek wan nefikire jî dîsa dikeve di bin bandora nivîsê.. di van demên dawiyê de di rudawê de dest bi qunciknivîsiyê kiriye ya rastî kêfa min hat bila bi nivîsên rêkûpêk rexneyê bike êdî em jî bikaribin bixwînin..



08.06.2013 14:50 | simurg56

42726. ji bo roman nivisê 'dost'e

ji bo êrişên tevgerê 'jan'e.



24.06.2013 01:21 | xewn

42730. bi kurdiyeke xweş dinivîsî û ji aliyê wêjeyê ve jî yekî gelekî zaneye.

lawo ev kurdên ku bi tirkî û erebî dinivîsin, ez bahwer nakim ku tirk û ereb berhemên wan dixwênin dîsa kurdên tirkî û erebîzane pirtûkên wan dixwênin. ger ku ji xeynî kurdan hinek berhemên van bixwênin xeberê bidne min, ez ê pişkulekî xime guhê xwe.



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

91186. Di entryên di bin mijara navê wî de gihîstine 58, ji wan bêtir du an sê heb li ser edebiyatê û nivîskariya wî ne. Yên dî giş şîroveyên şexsî û siyasî ne. Nivîskarên me bixwe nikarin behsa nivîskariya wî bikin, de vêca hûn bi vê qalibreya xwe daw'a çi dikin?...

De neyse axirî zêdetir 6 meh in ku ji sosyal medyayê dûr im loma ji gelemşeyên siyasî yên di nava kurdînûsan de dipeke jî dûr im ji ber wê serê min gelek rehet e* ya starrr



08.06.2013 14:50 | simurg56

102197. Li ser Facebookê weşana zindî kir û derbarê 16.10.2017 ketina kerkûkê bîst û dû deqeyan axivî.
wek her kurdên dilpak ew jî zehv dilêş, dilşikestî û xemgîn bû.
axaftina wî xweş bû.

di çend gotinên wî en balkêş :

ev çi le'net e dîrokê daye me?
em ketine ber nifira kîjan xweda û pêxemberan û ku wisa li me tê?
helbet tiştek heye..
divê em xwe nas bikin.
eger em xwe nas bikin, em ê derbasê dîrokê bibin; bi awayekî rûsipî..



26.10.2013 23:54 | endazer

102920. belê ji kurdî pereyan! dixwe. ma nexwe? ma birçî be? nên nebe malê? zikê zaroka xwe têr neke? bila parsekiya xelkê bike?
wallehîn demekê dilê min jî ji ber daxuyaniyên wî yên berredayî jê sar bûbû feqet xwudê heye kurmanciya camêr, romannûsiya wî ya serkeftî dihêle ku çavêd xwe û guhê xwe ji gotinên wî yên çirto virto bigirim.

îro ro fyodor dostoyevskî di hemî cihanê de wek romannûsê herî serkeftî tê pejirandin, romanên wî hama bêje ji bo hemî zimanên dinyayê hatine wergerandin, her kes qedrê wî digire, lê ya rastî ew bixwe çi qasî însanekî qenc, dilpak û paqij e? ma şaşiyên wî nîn in? min di vê entrya xwe de fyodor dostoyevskî/83465 behsa wî kiriye, bawer bikin jan dost li kêleka wî dibe wek rahibe terressa. kes ji ber keseyeta şellaf û xirab, dostoyevskî piştguh nekiriye û negotiye tune ye



08.06.2013 14:50 | simurg56

127739. Pirtûkfroşên mina pirtukakurdi.com reklama pirtûkên kurdî nakin diçin her tim pirtûkên tirkî ên mina leylan, devran û darağacında 3 fidan pêş dixin.
Lowma pirtûkên kurdî (pirtûkên jan dost jî tew de) zêde nên firotin û kêm tên çapkirin. Gava kêm tên çapkirin jî maliyeta wan bilind dibe.



01.06.2013 01:27 | simurg56

132759. her çar pirtûkên wî yên ewil xweş bûn. hetta mîrname gelek xweş bû. paşê rabû li partiyên kurdan hêrs bû û di cihekî de got ezê romaneke bi erebî binivîsim, çimkî kurdiya min têrê nake ku ya dilê xwe binîm zimanê xwe.
neyse axirî romana xwe bi erebî nivîsî û dûre bo kurdî jî hat wergerandin. romana wî wek du kitêb hatin çapkirin ( bi rastî min fêm nekir çima kir du cîld, çimkî jixwe tu her du cîldan jî bidî berhev ne stûr e, û di navbera du kitêban de cudabendî an ferqek nîn e, berdewamiya hevudu ne)
kitêba yekem pîrewerger
kitêba duyem naqosên romayê

a soxî min du meh berê her dû pirtûk(!) xwendin û dikarim vê bêjim iğğyy!
ev çi bû jan dost! ma ev kitêb bû ku kurdiya te têrê nekir û te bi erebî nivîsî!?

xirabtirîn kitêba jan dost e, xwezî te nenivîsandiba, em bêjin te nivîsî xwezî wernegeranda...

kitêb ji serî heta dawî belaxat e, yanî jan dost rûnîştiye û ji ber meseleyên rojavayê (hem dînî hem jî sîyasî) gotiye ezê şiretên xwe li xelkê bikim. dema min kitêb dixwend di kitêb de bûyerên tesadûfî û diyalogên karekteran filmên yeşilçamê anîn bîra min. ne kêm ne zêde.



08.06.2013 14:50 | simurg56