Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
remezan alan - tirşik
remezan alan
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşengê rexnegiriya kurdî ye, wê dîrok miheqeq navê wî bi qencî binivîse... Vêga li zanîngeha Mardin Artukluyê mamoste ye. Rojê gelek saetên xwe bi xebatê derbas dike. Warê pisporiya wî teoriya edebiyatê ye. Berterefkirina kêmasiyekê ye.



01.08.2013 06:03 | maro

2. meha remezanê şeva leytul qedirê bûye.destbirakê memê alan e. navbereki de çav berda bû stî xanimê. jêre xweş helale.



04.08.2013 15:08 | tivirloismail

3. nivîskarê romana Saturn e lê romanê de mirov dem û cihûwar ê fahm nake zÊde zehmet e têgihiştina wî



10.08.2013 01:01 | kelha bayê

4. nivîskarekî bêhnfereh û afirîner e. yezdanê mezin temenê wî direj bike.



10.08.2013 01:32 | reşkêşevê

5. mamosteyê min e. heyat e, zîrek e, xebatker e. pêşengê rexneya kurmancî ye. înşalleh dê gelek şagirtên jîr û jêhatî bihêle li dû xwe.



19.08.2013 05:06 | terkexem

6. bendnamê ya camêr ji avesta yê derçûye ku niha li ber destê mine. di rexnegeriya kurdî de bi haşim ahmedzade re cihekî girîng girtiye



13.09.2013 12:13 | seydayê_peyvan

7. yek ji wan kêm nivîserên kêmnivîs lê tîrnivîs e.. romanê jî rexneya romanê jî diçirîne.. de bila teza xwe ya masterê di weshanxaneya xwe de belav bike..



07.10.2013 23:25 | gordereş

8. Yek ji xwediyê weşanxaneya peywendê ye



12.12.2014 21:07 | cîncoqo

9. mêrikekî rûnerm û nazik. çi qas bibêjî dilnizm. xêncî romana wî min hemû kitabên wî xwendin. her wiha nivîsên wî yên ku carinan li kovara wêje û rexneyê tên weşandin jî teqîp dikim. xwedê emrekî dirêj bide wî û dilpakiya wî biparêze.



27.03.2015 19:18 | serhednişîn

10. Nivîskarê romana Saturnê ye. Romaneke mîtolojîk e. Hêvîdar im Saturn 2 derkeve. Ji ber ku roman bêencam maye



27.03.2015 19:38 | bijêrvan

11. Min çar sal lîsans xwend ji dersên ewqas dijwar derbas bûm lê nemam bût ê. Di Artukluyê de( ji dersa edebiyata modern a Kurdî )vî camêrê min hilişte bûtê.di jiyana xwendekarbûnê de ji min re bû bîranîneke nayejibîrkirin ê.



14.09.2016 22:05 | ronahî

12. mêrikekî hêjayî xwendinê ye.
Remezan Alan, “Hîleya Întihalekê”, http:blog.kovarazarema.com, Zarema, 6 Nîsan 2019.

bersiva ayhan tekî:
Ayhan Tek, “Ji Yekemîn Pisporê Derengmayî Re Bersiveke Mecbûrî”, http:blog.kovarazarema.com, Zarema, 15 Nîsan 2019.

bersiva bersivê ya r. alanî:
Bersivek 19 gulan 2019 Here lînkê

nîşe: xwezî camêrek an canikekê rabaya û du nivîsên pêşîn bi hedwigê bişandana min, wê pir xweş baya.



04.05.2021 20:07 ~20:17 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» remezan xoceyê botî
» alan turing

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî