Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
şorbeşîra şor - tirşik
şorbeşîra şor
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Şorbeşîra ku weke şîvê tê xwarin. Ca min carinan çêdike.



17.09.2015 02:58 | mergehez

2. xwarinekî pir xweşe *



17.09.2015 11:22 ~11:23 | serxwes

3. (bnr: quzilqurt)

şorbeşîra ku du tene xweya wî zêdeye.



17.09.2015 13:52 | shorbevan

4. Xwarineke berê me ji şîr û birincê çêdikir. Me tenê digot şorbeşîr. Îhtîmaleke mezin wê demê ji ber feqîrî û tunebûniyê pir dihat çêkirin, dibe ku ji ber zêdebûna şîr jî be çêkirina wê. Wexta hindik di binê teyfikê de dima û dicemidî bi min xweştir dihat. Ji zû de ye nehatiye çêkirin, ez ê ji dayika xwe tika bikim ji bo ku rojekê çêbike dîsa.



24.05.2020 19:07 | xabûrî

5. şorbeşîra sor çawa çêdibe nizanim û zêde meraq dikim. cara yekem e dibihîsim.

kesê zane bila tarîfa wê binivîsin!



29.12.2021 21:47 | berxweda

6. berxweda kak mîna şorbeşîrîn(sütlaç) tê çê kirin. tenê cîhê şekirê xwê-xoy bavêje



29.12.2021 23:16 | doesntmatter

7. @Berxweda, heval şorbeşîra şor bi danê re çêdibe. Ji dêlva şekir jî mero qederê kevçîyê çayê xwê dixêye.
Nîşe: Min terîfa xwarinê ji dêya xwe re pirsî, wek ku ew dibêje çêkirina wê wilo ye:
Naverok:
Nîv qedexê avê dan
2 kîlo şîr
Nîv kevçiyê şekir xwê
Çêkirina Şorbeşîr:
Pêşîya şîrê xwe xweşik biparzin û têxin hundirê beroşa bafûnî. Dûv ku şîrê we kelîya danê xwe qenc bişon û bavêjin nav şîrê xwe. Heta ku danê we nerm bibe bila bikele.( Qederê seetekê).
Dûv ku dan nerm bûn, sihet be xwarina şorbeşîrê amade ye. Hûn dikarin li ber wê pîvazterka jî bixwin bi rastî gelekî xweş li tê.



29.12.2021 23:54 ~2021.12.30 12:26 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şorbeşîra şor
» şoreşa cotmehê

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî