Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 25 peyam
jêbirina peyaman - tirşik
jêbirina peyaman
(9) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. li ser tirşikê gava ku peyamek li hesabê mirov neyê him xweyê peyamê û him jî eger peyam derîformatê be moderator jî dikarin jê bibin. lê ev e çend car tê serê min hin peyamên min winda dibin. gelo nizam çawa? temam peyamên nîqaşan normal in jê bên birin lê yên zanistî ji çi re û kê jê dibe? an min jê biriye nayê hişê min êdî mesele çî be? neyse... mesela li bin mijara rader peyamek min divê hebûna him jî yeka bi qasî barê kerekî. yekê min jê biribû ya din mabû lê niha ew hatiye jê birin. eger wiha be gelo mijar û peyamên ku nayên hişê me emanetê xwedê ne...

(dibe ku min jî jê biribe, de êdî ku min jê biribe heqê xwe helal bikin)*



16.09.2015 14:11 ~16:31 | ceso


3. carê moderatoran dikarî peyamên hatine jêbirin bibînin, lê min niha lê nêrî, ew selahiyet jî ji destê moderasyonê hatiye derxistin.. bi qasê dixweye simurg56 jî wekê teyyîbê sergolik hêdî hêdî hemû destûr û selahiyetan di destê xwe de kom dike, ditirsim ew jî dewa serokatiyê bike.. *



16.09.2015 18:57 | endazer

4. hêsan e, lê vegerandina wê ne hêsan e. vê gavê.



peyama ku ceso behsê kiriye, hat vegerandin. ez nizanim ji aliyê kê ve hatiye jêbirin.

dema kesek peyamek jê bibe, tirşik qeyd dike bê ka kê wê peyamê jê bir. lê ji bo vê peyamê qeydek wisa tune, îhtîmalek mezin berî hatina vê taybetiyê hatiye jêbirin, loma.



niha ez ê behsa du îhtîmalan bikim:

1- heye ku ceso bixwe jê biribe. ji ber ku di danegehê de ev peyam du caran hatiye qeydkirin. belkî ceso xwestibe yekê jê bibe lê bi xeletî herduyan jê biribe.



2- di mijara raderê de, peyama ewil ya endazer e. heye ku endazerê moderator, ji ber hesûdiya xwe peyama cesoyê reben jê biribe.



16.09.2015 21:30 | simurg56

5. eybe, şerme û fedîye.

divê entry çi dibe bira bibe neyên jêbirin bira dixwazî ne li gorî formatêbe jî di uludağ sözlükêde min nizanibû format çiye salek nivîsande entryeka min jênebirin ez dikarim lînk jî bidim. û ger entryê minî hatine jêbirin pêkanbe ji kerema xwera cardin birihbikin ezê jî wan edît bikim û pirsgirêka nava min û endazer jî xelasdibe.



jêbirina peyaman/75808 (bnr: kevçî di destadeye dibêje ka kevçîyê min)



16.09.2015 22:18 | shorbevan

6. (bnr: spas dikim tirşik)*



16.09.2015 22:22 | ceso

7. bi ser navê xwe min tu peyamên ceso jê nebirine, ya rastî bêyî ku ez ji xweyê peyamê re bêjim di filan peyama te de heqaret an tiştinên derî formatê heye û daxwaza ediandinê jê bikim, peyama tu kesî jê nabim, nayê bîra min ku min tu peyamên shorbevan jî jê biribin..



16.09.2015 22:32 | endazer

8. yê di vê entryêde dibêje "lêxin di dîya xweyînin" cesoye.

shorbevan/68718





not: ez bi henek dibêjim endazer lê ez zanim û di vê ferqêdame dostê xwe û dijminê xwe ji hev dernaxim werhasil entryê min yê hatine jêbirin ez gunehê mergehezo nançû distînim wisa lê nenihêrin mehrê qûçêye.



16.09.2015 22:51 ~22:51 | shorbevan

9. heqekî moderatoran e. bêyî ku ji xwediyê peyamê destûr bigirin, dikarin peyamên ku ne li gorî formatê ne, jê bibin. Ez her tim bi qasî ku ji destên min tên peyam dişînim ji xwediyê peyamê re lê hin nivîskar hene ku ne hewce ye mere peyam bişîne. Heqê xwe bi kar tînim û va ye hemû peyamên ne li gorî formatê jê dibim. bila kes nebêje çima peyama min hat jêbirin filan!



22.04.2016 02:23 | mergehez

10. bi rastî tevgereke erênî û carna hewce ye. *



(bnr: em keniyan bes)



22.04.2016 03:07 | endazyar

11. Ya ku mirov gelek pê diêşe. Bi ya min divê herdem ji xwediyê peyamê re agahî bê dayîn. Sedema jêbiriba peyamê jî were gotin.



22.04.2016 08:59 | brusk56

12. sosret e. li kîjan mijarê binêrim illeh peyamek jêbirî heye. nizanim wana moderator an xwediyê peyaman bixwe jê birîne ?



06.08.2019 11:54 | xelîl

13. di nav hinek tirşikvanan de mode ye. heta niha jî rêya vê yekê vekirî ye. heçîyê dixwaze dikare peyamên xwe jê bibe. heta hinek nivîskaran ji hezarî zêdetir peyamên xwe jê birin...
di eslê xwe de di aqlê min de ew fikir hebû rêjeya jorîn ya jêbirina peyaman bikim %10 lê hê me biryarekî wisa nestand.



08.08.2019 23:37 | simurg56

14. Bişkoka ku min hê jî ji bo peyamên xwe bikar neaniye.

Normal e ku di derbarê mijarek de fikrên mirov piştî demekê biguhere. Lê çima peyamê jê dibî qurban, fikra xwe ya nû binivîse.

Jêbirina Hezaran peyaman jî ne karê bêkaran e.*



09.08.2019 00:32 | xelîl

15. sansûra ku vê gavê hatşye despêkirin. gelek peyamên di çarçoveya formatê de nizanim ji ber çi hatine jêbirin.



02.05.2020 16:09 | hespêsor

16. tirşikvanên ku peyamên xwe jê dibin û dû re li vir dibêjin "xwedê haya min jê tune bûye".



02.05.2020 16:23 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» jêbirina hesabê tirşikê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî