1. hinek gotin hene, nayn bîra meriv lê yekî tîne ziman. wê demê meriv dibêje "wey seeta te xweş" |
|
01.08.2013 03:14 |
sorro
|
2. peyva seetê ya di vê biwêjê de forma dejenerebûyî û deformebûyî ya peyva sihhetê ya di wateya tenduristî û jûnî saxlemiyê de ye.. yanî rastî û rastnivîsa vê biwêjê sihhet xweş an (bnr: sihheta te xweş be) ye.. yanî her tendurist û saxlem bî yanî her bijî yanî Xwudê te bihêle yanî Xwudê kêmaya te nede.. |
|
01.08.2013 03:39 |
endazer
|
3. "saet xweş" tê nivîsîn |
|
01.08.2013 14:54 |
rojgar
|
4. Dema hunermed an jî stranbêjek kilam an jî sitrana xwe dibêje, dengek ji kesên ku wî/wê guhdar dikin tê bihîstin: "Saet Xweş" waye ev e. Tê xwestin û dia kirin ku tenduristiya wî/wê kesê baş be ku ew her tim kilaman bibêje. Bi taybetî jî dema Şivan Perwer û Şakiro dibêje mirov bi dil û can dixwaze bibêje saet xweş! |
|
02.08.2013 13:30 |
nuçevan
|
5. biwêja ku ez di axaftina xwe ya rojane de tevî malî avayê di şûna spasê de bikar tînim.. tîpa hyê ya di nav û nîveka peyvê de jî dişidînim da ku xwudê baştir bibihîze.. belê di civat û dîwan û şervbêrkên şevên sar yên zivistanê yên kurdistanê yên ku xwe bi dengê dengbêj û çîrokbêjan ve digirin û bi kilam û çÎrok û çîvanokan dilê xwe germ dikin zef û zêde tê bihîstin.. çima? çimkî divê sihheta dengbêj xweş be û dengê wî li dinyayê be ku heta têra dilê xwe bistire û dilê guhdarên xwe xweş û germ bike! |
|
24.09.2013 01:45 |
endazer
|
fuckîro rebeno [2] |
|
horhorik [1] |
|
memikên herî xweşik [1] |
|
canon [2] |
|
îy yo hee [1] |