Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tiştên ku dilê mirovan ji jiyanê sar dikin
peyamên çepikkirî

11645. dema dikevim dersa pola 5-B'yê ji jiyanê sar dibim.



30.05.2013 15:56 | simurg56

30849. klîbên kurdî û ji xwe nexewceye ko ez behsa kurtefîlmên kurdî bikim, yekî ji heftê û heft jiyana jî sar dikin... ebeden!



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

30899. Kurdên tirkefon ku qaşo xwe welatparêz dihesibênin û rebenê kurdên gundî bi "ilkelmilliyetcilik"(van peyvan ji çi literatura diafirînin) darizînın...



16.06.2013 22:47 | simurg56

104005. otobês an jî mînîbêsên ku hundurên wan tije bêhna parfûmê ne. kengî ez siwar dibim navgîneke wiha, hema dibêjim bixwedirînin inşealle!



06.06.2013 16:08 | endazer

108375. Dema ku kurdekî ra behsa roman û helbestên kurdî û nivîskarên kurd dikim û ew kesa tiranê xwe li min dike bi rastî jî dilê min jiyanê sar dibe.



26.10.2013 23:54 | endazer

113314. Berpirsê min ê saziyê.
Dema çavê min pê dikeve ez dibêjim qey celladan hezar şûrên tûj bi min ve dikin.
Ez di karî de jê pêşdetir im, di xwendinê de jê pêşdetir im, di têkiliyên fermî de jê pêşdetir im lê ji ber ku têkiliya wî bi rêya sendîkayan bi hikûmetê re heye ew ji min re bûye berpirs. Însanekî ne pirr xerab e lê pirr ehmeq e û zêde zêde propagandeya hikûmetê dike. Dîsa sûretê wî yê wek bacanê sor hat hêşê min ji jiyanê sar bûm



08.06.2013 14:50 | simurg56