Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
firkra 'vekirina ferhengeke nû ya înteraktîv' - tirşik
firkra 'vekirina ferhengeke nû ya înteraktîv'
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fikra ku min ji çend kesan seh kirine..

vê taliyê jî dijberserê carê behsa vê fikrê dike..

di nava tirkan de bi qasî sî (belkî zêdetir jî be) ferhengên înteraktîv hene, gelek normal e ku bi kurdî jî çend heb hebin lê bi ya min ramaneke pûç û vala ye..

bazara zimanê tirkî geş e yanê gelek zêde taleb hene û li ser çerxa înternetê fînanseyeke berbiçav heye. ne şaş bim ekşi sözlük ji reklaman di mehê de 150 hezar tl pere qezenç dike lewma jî gelek kesên dî bi armanca qezençkirina pereyan ferhengên înteraktîv vekirin. ger ji vê hêla mariv bifikire di kurdî de avantajeke wilo nîn e, em feqîrên xwudê di salê de careke li hêviya simurg56 in ku çend pirtûk ji me re bişîne û hew, jixwe ez bawer dikim ku camêr ji kîs xwe dikire..

problema din jî nebûna nivîskar û xwendeyan e yanê jixwe vir de û wir de tu berhev bikî sê hezar kes nîn in ku kurdî zanibin lewma tu ferhengeke nû jî vekî, pergela ferhengê bi zêr û zîvan bixemilînî jî, pirr baş rekleman jî çêbikî, potansiyela kurdî her ev e, ji vê merhaleyê pêştir kitek jî geş nabe

ger ferhengeke nû vebe ezê dîsa qeyda xwe çêkim lê ne bawer im dev ji tirşikê berdim û herim di ya nû de binivîsim. potansiyela heyî ya nivîskaran jixwe di vir de cihê xwe girtine..



14.09.2015 13:53 ~13:55 | ferhenga şikestî

2. Ferhenga wê mijara wê li tirşikê vebe carna hin peyam têde bên nivîsîn û paşê nava çendek mehande dev ji karê xwe berde û bikeve nav pelên dîroka kurdan ku zêde kes ji xwe naxwîne. Sedem; (bnr: peyama li jor)

Ku perwerdeya bi kurdî destpê bike wê 10-15 sal din Pêwîstiyeke vî awayî derkeve holê. Û wê demê emê ferhengeke nû vekin. (bnr: lezê nekin)



14.09.2015 16:10 | azadixwaz

3. mijara ku ji ber vê mijarê tirşik û kesên jê xeyidî vebûye, lê eger hûn bala xwe bidinê, ez dibêjim bila herkes fikirê xwe bi serbestî û bêtirs di tirşikê de binivîse, lê eger ji format û birêveberiya tirişikê ne razî bin bila ferhengekê vekin ku formata wê çêtir be û bixebitin ku xizmeteke çêtir bikin û reqabet her baş e. xeyd ne karê zilaman e, divê bersiv û têkoşîn hebe.

(bnr: yekîtî û hevkarî)

(bnr: ne pêwîst kurd bibin yek, ya giring nebin neyar)

(bnr: neyarên me tirk, ereb û faris in, ne kurd in)

(bnr: xerabtirîn kurd ji baştirîn neyarî çêtir e)



14.09.2015 16:16 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» firkra 'vekirina ferhengeke nû ya înteraktîv'
» nûdem hezex

Kategoriyên mijarê:: tirsik malper ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî