Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
doğunun yedinci oğlu - tirşik
doğunun yedinci oğlu
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesteka sezai karakoç e, li ber dilê min yek ji xweştirîn helbesta sezaî karakoç û baştirîn nimûne ye ji bo helbesta tirkî. bi kurdî; kurê heftê yê rojhilatê.. helbest zehf dirêj e, ji ber wê bi xwe re nabînin wergerînim, di tehma çîrokekî de ye, 7 kurên bavekî hene, her heft jî diçin rojava, şeş jê diguherin, xwe winda dikin, meyla wan diçe ser rojava, nirx Û hêjahiyên xwe ji bîr dikin û ji dest didin, yê hefê dizane çi jî bike nikare li rojava xwe li hemberî hêjahiyên rojava biparêze, diçe meydaneka fireh ya serbajarê rojava, îlham jê re tê, pê wê îlhamê radibe çalekî dikole, û dikeve wê çalê de, gelek kes tên li dora dicivin, li ber digerin, ji bo ji çalê derkeve, lê ew li ber xwe dide û ji ya xwe nayê xwar, heta ku di wê çalê de dibe sitûnek şîr-spî û digihe xwudê..



kurê ewil; li ber deriyên rojava bi rêûrisman tê pêşwazîkirin, lê şevekî nîvê şevê, dixeniqînin û li cihekî kesî hay jê tune vedişêrin..

kurê didoyê; li rojava liqay keçikekî spehî tê û dil dikeve keçkê, lê nagihijiyê, dawiyê ba dide ber xwe û li kej û xiraman werr dike..

kurê sisiyê; diçe li dikanan xizmetkariyê dike, lê paşê dibe şef û pê re jî dibe xweyê kar û dikana xwe, zengîn dibe, lê birayên xwe û bavê xwe ji bîr dike, rojekî hemşeriyekê xwe dibîne, bavê wî tê bîra wî, radibe çekekî dinivîse û ji bavê xwe re dişÎne, bavê wî nizane çi ji wê çekê bike radibe diqetîne û davêje ber devê kûçikan..

kurê çarê; ew jî li rojava dixwîne, dibe zana û şareza, lê xwe û nirx û hêjahiyên xwe kêm û bêqîmet dibîne, her û her pesn û wesfê rojava dide, dawiyê ew jî di nav hewa û atmosfera rojava de dihele û diçe...

kurê pêncê; yê pêncê şairek e, bi her tiştî dihese, bi çol û çiyan dikeve ew jî dibe ax û xwelî û winda dibe..

kurê şeşê; hêj negihayî ber deriyê rojava, bi avên jehrî jhrî kirin, dixirikînin, rojê li nav guhê şevê dide ew jî, dibe pêxasek..

kurê heftê; di çalekî de dibe stûnek ji nûrhê, diçirise, şewqa wî diçe digihe heta cem xwudê..



sezaî karakoç bi motîvasyona îslamê nivîsandiye, lê çaxê min xwend, min kurdên di nav tirkan de xwe winda kirîn dît.. ez dikarim ji bo her kurrekî nimûneyeke rojane ji kurdên îro bidim lê hewce nake, here helbestê; Here lînkê



14.09.2015 00:29 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» doğunun yedinci oğlu
» oğlum ülkücü müsün?

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî