Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 70 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin
peyamên çepikkirî

11447. beni ara - li min bigere



ew ne raste, bi kurdi em debejin ji min re telefon bike. Newsa?



31.05.2013 03:27 | simurg56

11872. kurdî fikirîn û tirkî gotin;



kurdî: sebra min nayê

tirkî: sabrım gelmiyor



05.06.2013 16:48 | simurg56

11977. kurdî: dicemidim.

tirkî: beni soguktur.



06.06.2013 06:53 | cekdar

32673. bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin, kemasiya nezanîna gotinên pêşiyan û biweja ye. bi rastî jî biwêj vê rewşê de pirr giring e, ji ber ku gotinên tirkî fikirîn û kurdÎ gotin gelenperî biwêj in. ev jî asîmîlasyona ser me diyar dike. asîmîlasyona ser ziman ewil berê xwe dide gotinên pêşiyan û biwêja. bi axaftinê de jî û nivîsandinê de jî giring e. nêzanîa va pirsgirêkek mezin e.

(bnr: gotinên pêşiyan)

(bnr: biwêj)



07.06.2013 09:13 | simurg56

58631. ji bala min filitiye, yaw - Dikkatimden kaçmış, ya.

c.kulek, defteren perrikdakan.



29.06.2013 02:59 | endazer

65565. ji bo gelên bindest ku ji aliyê serdestan ve zimanên wan bi sedan sal hatî qedexekirin re bûyerek ji rêzê ye.



dewleta tirk nêzikê sadsalan zimanê kurdî qedexe kir û ji nava jiyanê dûr xist. ji ber vê bişaftina dijwar bi taybetî nifşên piştî 80yan ber bi jibîrkirina kurdî ve çûn. lê beramberê tekoşîna rizgariya netewî bi tirkî be jî di nava kurdan de hişyariyek kurdewar çêbû û dewlet bi xwe jî mecbûr ma ku bi kurdî propagandaya xwe bike.



her wiha di nava gelê kurd de jî ev kesên di bin bandora bişaftinê de pir mayîn xwestin vegerin li ser bingeha xwe û dest bi fêrbûna kurdî kirin. lê ji ber ku bişaftin dijwar e kurdiya wan de pirsgirêkên bi vî rengî derdikeve. ango nikarin xwe ji perwerdeya tirkî xulas bikin. bi tirkî perwerde dîtine, bi tirkî pirtûk xwendine, bi tirkî temaşeyê fîlman kirine û hwd. bi vî rengî bi zimanê tirkî di entelektueliyê de gihiştine heya astekî û kurdiya resen baş nizanin, ji ber vê jî pirsgirêk di hevokên wan de derdikevin.



divê em wan şermezar nekin ku hewildana wan bikêmasî be jî pîroz e. heya ku qet neaxivin bila şaş û maş destpê bikin. çawa be dema kesekî kêmasiya wan dît dê ji wan re rastiya ramîna kurdî û îfadekirina kurdî ya wê hevokê ji wan re vebêje.



pêwîst e ew kesên ku şaşiyên wan hatî tespît kirin û diyar kirin jî xwe aciz nekin, dema rastî dîtin ji wê demê pê ve hevoka kurdiya resen bi kar bînin. dîsa em ji bîr nekin kesên kurdî difikirin û xwedî zimanek rast in jî dema şaşiyek bi vî rengî dîtin bi zimanek dostane rastiyê nîşanî wan bidin û hewla wan venemirînin..



27.10.2013 00:15 | endazer