Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


3 mijar û 3 peyam
nan - tirşik
nan
(4) (0) (10)
di mijarê de bigere

1. keyzerê sifre ye. bê nan xwarin nayê xwarin. nan ji êrd ve çêdibe, tabî berê mirov divê ardê xwe hasil bike, bila bibe hevîr, duw re jî li SER SÊL Û di firinê DE tê pêjirandin..



2013.07.31-11:07 | av agir hewa welat

2. li deverinan ji bo xwarinê jî tê gotin.. eger rojekî riya we bi cizîrê li mihelên bajariyan ket tişteke gelekî asayî û normal e ku dayîkek ji ber deriyê hewşê dengê xwe li kurrê xwe yê ku li kolanê bi hevalên xwe re dilîze bike û bibêje: 'elîîî, kurê min were nanî bixwe..'



2013.07.31-13:14 | endazer

3. bi qewlê şairan firş û kurm pêxwarina dilketî û destgrtiyan e..



''û nanê min î tu

bê ti,

tisî!



destên min destên mindalekî:

vala

vegirtî

lavekar...



min carekê j`esmeriya te xwar

minêkar im, minêkar

tu min nedî bi tu kesî!'' (bnr: arjen arî), (bnr: eroûtîka)



2013.07.31-13:21 | endazer

4. strana necmendin xulamî ye, ji bo helepçeyê hatiye gotin



bnr:












ji dengê sakine teyna :

bnr:








,



ji dengê serap sönmez:

bnr:












2013.07.31-13:59 | arami

5. nanê rastiyê tisî ye



2013.07.31-14:15 | cirano

6. (bnr: ka nanekî bi tirkî)



2013.07.31-17:41 | keçakurda56

7. li dêrikê ji bo xwarinê jî tê bi kar anîn.. mesela em bêjin ez li ser sifrê me û telefona min lê ket. yê hember dipirse bê ez çi dikim. ezê bêjim ez nan dixwim..



2014.12.13-16:33 | mergehez

8. dema ji bo "xwarin"ê tê bikaranîn, qet jê hez nakim. heçko peyv nemabin.



2014.12.13-20:11 | simurg56

9. Li serhedê devdorê patnos, erdîş, milazgir..ê em dibêjin non.

Li bazîd û Îdirê jî dibêjin nîn.

Û herwisa (bnr: cûreyên nanan bi kurdî)



2017.11.15-10:59 ~11:01]| hozan serhad

dengdanên dawîn (Yên Din..)
rola kurdan di şêra navbêra azerî ermeniyan de [1]
welatê ku dikeve navbêra qarabax û ermenistanê welatê kurdan e...
cefilîn [1]
Lerizîna Ji ber tirs û xofê ango sarî, mahd xeliyê, kelêcanê. Gotina (...
rojnivîska tirşikvanan [1]
Mijara ku dixwazim her roj tê de çend peyamên nû hebin e. Bi taybetî...
koremişk [1]
Dimilkî em dibêjin muşo kor (n) Heywanê ku çavê wî kor e. çav...
cimlîk [1]
şirînayîyeke berê ye. axtê ku serê merivan êşîyaye, gotine deng serê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nançûk

Kategoriyên mijarê:: jiyan xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî