Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
shakira - tirşik
shakira
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. navê wê yê bi temamî shakira isabel mebarak ripoll e.. di 2ê sibata 1977an de li bajarê barranquillayê ya bi ser kolombiyayê ve ye hatiye dinyayê.. shakiraya ji kolombiyayê ya ku bi eslê xwe libnanî ye stranbêj, nivîskara gotinên stranan, reqqas û lîstkvana sînemayê ye.. yek ji navdartirîn stranbêj û mûzîsyena cureya latîn pop û latîn rockê ya ku piştî salên 90î li dinyayê belav bûyîne û deng vedane.. bi fîgûrên reqsa xwe ya ku nîv ereb û nîv latîn in dÎqet û eleqeya heyran û hejêkerên xwe kişand.. stranbêja ku di ber gotina stiranan re besteyan jî çêdike 2 caran xelata grammyê, 8 caran xelata latin grammyê û 14 caran jî xelata billboard latin musicê wergirtiye û hilgirtiye heta niha.. li gorî daneyên sony musicê tenê albûmên shakirayê li amerîkayê 16.8 û li tevayê dinyayê jî di ser 70 milyonî re hatine firotin.. eger mirov hejmara sînglean jî lê zêde bike ev hejmar ji 150 milyonan zêdetir dibe..

shakîra bi 140 milyon dolar saman û sermiyana xwe ve di nav hunermendên dewlemend yên latîn popê de yek ji maldartirîn û dewlemendtirîn mûzîsyena latîn amerîkayê ye..

di nav stranbêj û mûzîsyenên kolombiyayê de stranbêja ku herî zêde albûmên wê tên firotin e.. sînglea wê ya bi navê hips dont lie heta niha ji 10 milyon zêdetir hatiye firrotin û bi vê hejmarê payeya sînglea herî zêde hatiye firotin ya di nav van deh salên dawîn de bidest xistiye.. di sala 2010an de strana wê ya bi navê waka waka ya ku ji bo kapa dinyayê çêkiribûye 5 milyon hatiye firotin û li ser youtubeê jî vîdeo klÎba vê stranê zêdetirî 540 milyon caran hatiye temaşekirin.. shakira herwiha damezrîner û seroka fexrî ya saziya sivîl ya bi navê pies descalzosê ye.. FÎgûrên xwe yên reqsê ji pîrika xwe hîn bûye..

Herwiha shakîra alkol û qehweyê venaxwe û gelekî hej çÎkolatayê dike. Di hevpeyvîneka xwe de dibêje ku ''eger tiştek ji çîkolotayê xweştir hebe bêguman ew jî zêdetirîn çîkolata ye.'' zimanê wê yê dayikê spanyolî ye.. û bi rewanbêjî û herikbarî bi zimanê îngîlîzî û portogolî jî diaxive.. herwisa dikare biçekî bi zimanên wek frensî, îtalî, û erebî jî biaxive.. di sala 2011an de ji teref zanîngeha harvardê ve wek ''hunermenda salê'' hate hilbijartin.. Asoxîn shakîra jî li ser cadeya walk of fame an (meşa li ser navên navdaran) bÛ xwediye stêrkekî û bû wek kolombiya yekem ya ku li ser vê rê û cadeyê xwedî stêrk e..



30.07.2013 06:16 | endazer

2. par van çaxan yanî di sala 2012an de li ser çapemeniya kurd û tirk derheqê shakîrayê de gelek nûçey belav bûn ku tê de digot shakîra wê ji bo komkujiya enfal û helepçeyê du stranên bi kurdî çêke û di albûma xwe ya dawîn de bistirîne.. lê paşê ji aliyê menajerê wê ve ev nûçe hatin derewandin.. vaye naveroka nûçeyê ye û ku li ser motorên lêgerînê heçiyê dixwaze dikare xwe bigihîne bêtir nûçe yên derheqê vê meseleyê de:

''Stranbêja navnetewî Shakira wê ji bo piştgiriya gelê Kurd û neheqiyên ku li dijî wî bûne, 2 stranan tomar bike.



Shakira ku bi eslê xwe libnanî ye û li Kolombiya jidayîk bû ye û mezin bûye û niha weke meşhûrtirîn stêrka Pop tê naskirin, wê bi 2 stranan piştgiriya gelê Kurd bike.

Stranbêjê Kurd yê ku niha li Amerîka dijî, Hêmin Xalid ku bi navê Doshke tê naskirin got, ewê bi Shakira re wan stranan duet bike.

Doshke got, di demeke nêzîk de wê ew stran werin tomarkirin.

Strana li ser Anfal navê wê bi înglîzî "This Time For Kurdistan" e.

Strana li ser Helebçe jî navê wî "Helebçeyî Gul" e.

Gotinên her du stranan li ser êşa gelê Kurd in.

Her du stran bi kurdî-înglîzî û spandî têne xwendin.''



îro jî di malpera bas-news.netê de tê îdîakirin ku shakîra wê di cejna remezanê ya vê salê de li bajarê silêmaniyê yê bi ser hikÛmeta herêma kurdistanê ve konsertekî bide.. fermo naveroka evê nûçeya dawîn jî:

''Herêma Kurdistanê herçiqas di warê siyasî de ber bi cîhanê vedibe di warê hunerî de jî pêşketineke berbiçav dixwiye, lewra di bone û helkeftên cuda de gelek hunermendên navdar ên cîhanê tên li Kurdistanê konseran didin.



Bi helkefta hatina Cejna Remezanê Komeleya Xêrxwazî ya Şêre Kurdekan (Kurdên Şêr) bi sponsoriya şirketa Oil Oil a Amerîkî hunermenda navdar a pop û rockê ya cîhanê Şakîra (Shakira) tîne Herêma Kurdistanê.



Di vê derbarê de Serokê Komeleya Şêre Kurdekan Hêmin Umer Elî ji NNA’yê re got: ‘’Bi sponsoriya şirketa petrolî Oil Oil a Amerîkî, dê Şakîra were Herêma Kurdistanê û biryar e duyem û sêyem rojên cejnê a Koşka Hunerî ya Silêmaniyê konserekê bide. Herwiha dê tenê li bajarê Silêmaniyê konserê bide.’’



Derheqê kar û bernameyên hunermenda navbirî de jî, Hêmin Umer wiha axifî: ‘’Ji xeynî konser û çend bernameyên televozyonê tu programên wê nînin. Herwiha dê hatina konserê ji şirketa Oil Oil re be, ji ber ew sponsor e.’’ http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4691



30.07.2013 06:31 | endazer

3. rûdawê jî nÛçeya hatina shakîrayê ji bo konsêrtekî li bajarê silêmaniyê di malpera xwe de belav kiriye.. http://rudaw.net/kurmanci/culture/30072013



30.07.2013 22:34 | endazer

4. bejna we kin e, 150 cm e . le dîsa pir xweş e u denge we zaf toqutijî ye.



30.07.2013 22:49 | av agir hewa welat

5. jineke zayok, ku ji (bnr: navran) û (bnr: gûhanan) pêk tê.



31.07.2013 05:44 | seydayê_peyvan

6. ger herê silêmanîyê ez bawer im wê gilîza dev û lêvê kaka can û kurdekanekem bi herikê..



31.07.2013 09:18 | nan û av

7. xatûna ku bi rastî jî heqê hunera xwe dide.. him bi bejn û bala xwe nazik û nazenîn him bi dengê xwe yê xweş û serkeftî û him bi fîgûrên xwe yên livlivok û nerihet yên reqsê dilê heyran û hejêkerên xwe xweş dike.. fermo ji bo performanseka wê ya zindî ku mirov ji temaşe û guhdêrînê têr nabe:



31.07.2013 19:59 | endazer

8. hatina wê ya li kurdistanê bûye weke meseleya "bahozin telsizî". di salekê de 5-6 caran îro tê sibê tê dibêjin lê xwedê zane belkî haya jinika reben ji kurdistanê nîn e



31.07.2013 21:35 | parsek

9. stranbêja ku hatina wê ya li kurdistanê weke hatina şivan perwer ya li tirkiyeyê, bûye meseleya neteweyî.

ger li başûr îhaleyên nehatî dayîn ma be, belkî ew jî were kurdistana başûr. nexwe hinek zehmet e...



31.07.2013 21:51 | simurg56

10. stranbêja di nav kurda de, bi rîya tirsik.net meşhûr bûye. Niwîskarê tirsik.net eleqeyek bi teybet û nêzîk nîşan dane li ser brêze Shakîre.



31.07.2013 22:25 | urartu3000

11. dotmama şakiro ye.



17.08.2013 04:31 | terkexem

12. nabe şakîroyek.



17.08.2013 10:45 | simurg56

13. hunermenda ku bi rastî jî mereq dikim bê ka di eydê de serdana şarê silêmaniyê kiriye û konsêrt daye an na.. ji ber ku di eydê de li ber destê min înternet tunebû min nekarî teqîb bikim..



17.08.2013 11:17 | endazer

14. stranbêje ku lotikê wê ketine pêşiya dengê wê yî bêhempe de. dengê wê dengekî ku gelekî kêm tê bihîstin e, telên dengê wê efsane ne. le quna wê jî ne hindik e.



17.08.2013 11:18 | reşkêşevê

15. xwedana memik û kemaxan,

şekroka latîn û erebyane..



08.02.2014 03:22 | kevçiyê dil

16. bi stran, û bi taybetî jî bi vîdeo-klÎba xwe ya vê taliyê ya bi navê can't remember to forget you, ya ligel rihanna-yê, dÎsa têra dinyayekî deng vedaye..



08.02.2014 03:30 | endazer

17. xuya ye ew jî xwendevaneke tirşikê ye. berî mehekê fîlan min behsa dengê wê û rihanna kiribû û gotibû dengên wan xweş in: bnr: rihanna/20165

bawerkin, peyama min xwendine û biryara duetê dane *



08.02.2014 11:37 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» shakira

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî