Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
hêva çardeşevî - tirşik
hêva çardeşevî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çîrokeke qedrî can e.



Hêva Çardeşevî

Hênîşka min li ser balgê, serê min di nav kefa destê min î paldayî, lingê min î rastê bi erdê ve nîranî; destê min î çepê li ser çoga lingê min î çepê bû.. Jû pêve min xwe winda kir hişê min ji

serê min çû, ketim bajarê xewn û xeyalan.

* * *

Gava ko min, li jêrê xwe, li deryayê mêze kir, agirekî bi gûr, pêtên wê hiltên û datên, çavên min jiber ruhniya wê vene di bûn; tîrêjan davêtin ronika çavên min...

Di nav deryayê de agir: agirekî wisan bi silorî.. ma tucar tê bîra tu kesî!. Min serê xwe ji deryayê bilind kir û li jor mêze kir, Hêvek çardeşevî.. bi min re keniya û bi xapandina min re mizmizî...û

got:

-Lo lawikê delal; ma ne ma tu ji vê bêhişiyê hişyar bibî. Ev, qederek e ez li bende te me...

Tu diqefilî, min germî da te, bi germa min tu ji xirîna mirinê xelas bûyî. Dê rabe ji çêyiya min re berdêlvan bibe!

Lê tiştek heye divê ko ez jî veneşerim, min çêyê bi te kir ne ji bona te, belkî ji bona xwe..

Belê, Min tu dît nedît, bêhemdî xwe varqilîm. Bejn û bala te, ez bêhiş kirim. Ma çiman nabêjim! a bê hiş ez im !.. lawikê min ez hêvîna te me !!

Herê tê bîra min li min sarbû, diricifîm, dilerizîm..

Ew serma ne ji qeşa erdê, ne ji pûka berfê, ne jî ji borîna ba û baranê bû. Ew serma, ji bêkesiyê, û ji rebeniyê bû..

Xwîna min hişk bûbû, hêvê ter kir û bi serda dibêjî ez, hêvîna te me.

Gelo ez çiyê wê bibim! devê min nagere û hêv li bende cuhaba min e. Lo, Xwedê, ez çi vegerînim? ko hêva xwe dilxweş bikim.

Damarê livînê kete zimanê min, min dilkir, dest bi galgalan bikim, Lê çi bibînim: min dît, ji qoziya bakur û roava ewrekî reş, bi mij û xumam bi lez û bez gihîşte ser hêva min. Gotina min diqirika min de ma. Hêv, reş di xeniqî..

(Ji xewê veciniqîm ).

Ax! Ax! Gewra min. Rinda min, dilketiya min. Tu bi çi lewnî têî xewna min ?.

Ew, ne xewn bû.Ew, ne xeyal bû. Ew, ne hêv bû.

Ew, ser hatiyek qewimî; gewra min, rinda min, dilketiya min bû. Ewrê reş jî dizanim kî bû.

Mifsido, ewro! te destê min ji gewra min kir, û gotina min a dawî jî, di qirika min de hişt.

Ez, niho bi ax û keser, bi qîrîneke bilind diqîrim;

Şermesar im ! gewra min. Ez jî hêvînê te, goriyê te, candayê te me !!



Kovara Hawar, Hejmar:6, sal:1932.Rûpel:5, 6.

Qedrî Can



03.09.2015 15:19 | xendekî

2. Heyva ku kêmzêde di mehê de şeva çardehemîn xuya dibê ye. Heyv wek bi temamî, zelal û ronak dilê mirovan fireh dike, çavê yekî şa dibe.
Gava wek biwêjekî werê bi kar anîn zehf xweşiya min diçe. Nizanim wateya tê xwestin ku werê dayîn tam dide. Wek mîmak,
Wekî heyva çardeşevî diyar e ku tu mafdar nîn î.
Dayê giyan weke heyva çardeşevî xweşik î.



18.05.2017 20:36 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêva çardeşevî
» çardeşevî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî