Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
michael l. chyet - tirşik
michael l. chyet
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Michael L. Chyet (* 1957) zimanzanekî cihû û emerîkî yê zimanê kurdî ye. Wî bêtirî 30 zimanan xwendine.

Berî demekê, ferhenga wî ya 'Kurmancî-Ingilîzî' ji aliyê Weşanxaneya Yale University Press ve li Emerîkayê derket. Ferheng ji 847 rûpelan pêk tê. Gotinên kurdî bi tîpên latînî û erebî hatine nivîsandin û bi şêweyekî berfireh wateya wan a bi zimanê ingilîzî hatiye nivîsandin.

Michael Chyet berpirsiyarê beşê kurdî yê radyoya dengê emerîkayêyê bû. Herweha ew profesorê zimanê kurdî li Zanîngeha Parîsê û Instîtûya Washingtonê ya Kurdî bû. Ew niha li Pirtûkxaneya Kongireya Emerîkî li Washingtonê kar dike.



29.07.2013 21:57 | endazer

2. Camêr zêdeyî 30 bi nivîsê sîh zimanî dizane. Nivîskarê ferhenga îngilîzî û kurdî ye.



31.07.2013 05:20 | seydayê_peyvan

3. kurdologê ku bi wê kurmanciya xwe ya xweş û şêrîn beşdarî bernameya kurd connection (Lihevgihandina Kurdan) ya li ser american voice (dengê amerîkayê) bûye û behsa cehd û xîret û hewşdanên standartîzekirina zimanê kurdî kiriye: http://goo.gl/74fOaI



06.03.2014 03:14 | endazer

4. Nivîskarê ku bi vê nivîsa xwe ya kudilyar amûdî wergerandiye, agir bi dilê min xistiye.

Here lînkê

Nîşe min ingilîziya wê xwend, werger ne zêde baş e, lê eger hûn.nikaribin ingilîzî bixwînin, ev werger jî baş e



09.09.2015 23:22 | dijber

5. min tu xêr ji ferhenga wî ya kurdî û îngîlîzî nedît..



09.09.2015 23:25 | endazer

6. min nivîsa wî a li jor dijber parve kir xwend. jixwe derheqa zimanê kurdî de rewşa kurdên bakûrê aciz im, lê bi nîvîsa wî va aciziya min dîsa har bû. camêr çi qotiye rast gotiye. lê em hê hay ji rastîtiya xwe nînin.



10.09.2015 12:50 | nazim tolhildan

7. Kurdîzan, emerîqî, cihû, homoseksuel.



11.09.2015 01:02 | hola êzîda

8. ferhenga wî gellek dewlemend û hewînere. çapa yekemîna wî ferhengê niha gellek bi zorî tê dîtin û heke kû hûn bibînin jî gellek bibihaye. lê başe kû çapa duyemîne jî tê. çapa dûyemin ne weku çapa yekemîne kû tekê wergerandina ji kûrdî ji îngîlîzî re dike, di duyemînde wergerandina her du alîyen tên kirin. em dipen.



14.02.2019 21:09 | tekoser

9. zimanzanê ku nizanim çapa duyem a ferhenga wî ya kurmancî-ingilîzî derketiye an na.

zehf dixwazim yekê ji xwe ra bikirim.

lê yên ku wek pdf dixwazin dikarin li ser malpera enstîtuya kurdî ya parîsê dakişînin.

lînka ferhengê: Here lînkê



11.12.2019 10:27 | xelîl

10. bi rastî ferhengekî pir baş e. ez demeke dirêj li ser ferhenga camêrî xebitîm ecêb e. nexasim di nav ferhengên kurdî yên hatine çapkirin de xwedî taybetiyên cuda ne. çapa duyem nizanim gelo çap bûye yan çap nebûye.



11.12.2019 22:12 | roberz

11. vê pêlê li ser ZOOMê bi pêşkêşvanîya Îbrahîm Seydo Aydogan (zanîngeha inalco) dersên xwe bo xwendevanên kurdî dide. navê dersa wî ferhengsazî ye; di dersê de ji ser ferhenga xwe bi rê dikeve, behsa rayên peyvan, awayê pênasekirinê, varyantên peyvan û standartkirin divê çawa be û hwd. behsa van dike. danûstandina pê re gelek xweş e.



02.05.2020 08:15 | xendekî

12. Camêrê ku meriv lê diheyire çawa ewqasî hakimî kurdî ye. Vê dawiyê ferhenga xwe ya sêcildî ya kurdî-ingilîzî belav kir lê bes bi awayê dîjîtal meriv dikare bikire. Xwezî çapa wê ya matbû jî hebûya.



02.05.2020 14:02 | henûn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» michael collins

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî