Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 31 peyam
    swiftkey - tirşik
    swiftkey
    (7) (0) (8)
    di mijarê de bigere

    2. Sepanekê klavyeyê ye ya microsoft. Ji ber ku piştgirî dide kurdî, ev çar sal in kar pê dikim. Lê gelek daçekên kurdî dewsa hevûdin "serast" dike. Wekî tu ji dinivîsî ew dike . Tu dinivîsî ew dike de. Her wiha peyvên xwerû jî serast dike. Wekî bir dike bîr, bêrî dike berî hwd ji ber wê divê berî şandinê bikarhêner çav li peyama xwe bigerîne da ku çewtiyek nebe wekî kir > kîr :[

    Ji bo androîd Here lînkê



    2019.11.30-12:31 ~12:37]| biruya hayao miyazaki

    3. piştî gboard êdî hewceyî pê nemaye. gboard sepana fermî ya googlê ye ku him klavyeya kurdî tê de heye him jî destnivîsa we ya bi kurdî jî nas dike. hingî te nevê baş e. loma ev demek gelek dirêj e min dev ji lêgerîna klavyeyan berdaye û bûme niştecihê gboardê.



    2019.11.30-13:16 | simurg56

    4. Di telefonên iphonê de Bi rojanekirina nû ya iosê êdî klavyeya kurdî jî heye. Min saz kir û ji ber çi nizanim lê ez hîn nebûm. Min dît di nivîsandinê de ji min re zehmet tê loma min careke dî berê xwe da SwiftKeyê. Heqîqeten klavyeya wê ya kurdî bi ya min pirr serkeftî ye Hama bêje ev du sal in kar tînim loma destê min hînî wê bûye. Carinan ez dibêjim qey bi telefonê ji kombersê jî leztir dinivîsim. Dema meriv bi telefonê zêdetir binivîse hemî peyvan qeyd dike û tu peyvan xelet jî binivîsî rasttir dike. Hin caran hêşê wê jî tevlihev dibe lê ji tunebûnê çêtir e



    2019.11.30-14:25 | ferhenga şikestî

    5. navê xwe guhderand; microsoft swiftkey. microsoft di 2016 a de kiriye vê klavyeyê. zûde ye bikartînim. klavyeyek jêhatî ye. *



    2020.05.23-14:19 | xwelî li ser

    6. gelekî kêfa min jê re tê. li gorî min ji gboardê gelekî baştir e. hewce nake ku bêjim kurmancî jî tê de heye.
    taybetmendîya herî baş (li gorî min) ew e ku mirov dikare heta 4 zimanan hilbijêre û hemûyan di tenê klavyeyekê de bi kar bîne, yanî hewce nake ku mirov ji bo her zimanî zimanê klavyeyê biguherîne. guhertina zimên bi rastî jî qet ne pratîk e. lewma ez tim vê bernameyê bi kar tînim.
    weke mînak ez kurdî+elmanî+îngilîzî+tirkî bi hev re bi kar tînim. dema bi kurdî dinivîsînim, bername jixweber fêhm dike ku ez bi kurdî dinivîsînim û li gorî wê pêşniyaran dike.
    ku niha neguherîbe, di iphoneê de mirov dikare tenê 2 zimanan hilbijêre.



    2020.05.24-03:05 | mergehez

    7. bişkoken baş ji bo kurdî
    lê navru ne minimaliste û ne xruye, lewma ez gboard bikartênim.



    2020.05.24-10:44 | hak buddy

    8. Di nav klavyeyan de herî zêde SwiftKey min ecibandiye. Ji bo rastnivîsê derman e. Pirr baş dixebite. Kurdîya wê jî pirr baş e. Heta Dikarim bibêjim bi saya pêşnîyar kirina peyvan elimîm ergativîteyê. *
    Û ji bilî wê jî bo mirovên ku ji yekî zêdetir alfabeyê bikartînin re jî derman e.



    2020.10.26-21:17 | yûsiv

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bi kurtasî jiyan çiye? [1]
    bi kurtasî ger ez bi hevokekê qala jiyanê bikim: (bnr: bikutime vê he...
    bi kurtasî jiyan çiye? [2]
    jiyan nexweşîyek bû ku li min bibû kulek xedar salan ez hindekî rehabi...
    bi kurtasî jiyan çiye? [1]
    ceribandin e....
    bi kurtasî jiyan çiye? [1]
    Gerandina wate...
    hin sedemên xemgîniyê [2]
    Ji bo ciwanek ku li Rojhilata navîn dijî pirsek gelek hêsane :| Ku ji...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » swiftkey

    Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî