Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
di androidê de tunebûna klavyeya kurdî - tirşik
di androidê de tunebûna klavyeya kurdî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rewşek gelek acizker e û êdî jê kerixîm.

min li rûpela pêşvebirina androidê, mijarek di derbarê meseleyê de vekir û daxwaz ji pêşvebiran kir:

Here lînkê



2-3 hevalên îngîlîzî-zan din jî di binê mijarê de piştgirî bidin wê baş be. lê tabî meseleyê dirêj nekin û û şêlo nekin. tenê behsa rastbûna problemê bikin û bes e.



21.08.2015 22:37 | simurg56

2. Mijara min jî commentek lê zêde kirî. Hêvîdarim kêrî bê û klavyeyek hêsantir ji me re peyda bibe. Ser xêrê. ..



21.08.2015 23:19 | azadixwaz

3. serenot: ev entrya ha derê formatê ye!

dema mi entrya simurg56 xwend, ji kena mirim law*

camêr ruhê kurdan dizane, zane ku kurd bela ne û mariv bawerî ji wan nayne, piştî ku daxwaza xwe bi lêv dike kurdan îqaz dike û naxwaze ku ji ber tevgerên seyr û ecêb ên kurdan rûyê me di qada navnetewî de yanê di orta meydana androidê de bikeve ber me *

ji bo vê tevgera hessas û fikirdar, çepikên xurt bo simurg56

dîpnot: em kurd çi ecêb in baba yav



22.08.2015 02:43 ~02:44 | ferhenga şikestî

4. rast e. ji ber wî awahî jî ez wekî şexs hem klavyeya tirkî hem jî a portekîzkî dişixulînim. lê hebeke dijwar e û carina meriv ji vî rewşî aciz dibe.



22.08.2015 16:57 | kurê xelkê

5. kemasîyeka mezine mixabin lê bi sepana meriv dikare çareser bike ev pirsgirêk. niha hinek sepanên kîbordên kurdî hene goya lê kêrî jehrkî nayên.



22.08.2015 23:46 | shorbevan

6. Mijarek ku çend wext bû serê min dieşand. Encama lekolinê de min ev aplîkasyona klavyeya kurdî li google apps ê dît. Heta niha kêrê min hat û tê jî. Têda zimanên tirkî û îngilîzî jî heye û hûn tikarin zimanên dî jê zêde bikin.

Here lînkê



18.07.2018 00:19 | xelîl

7. (bnr: gboard)



18.07.2018 08:24 | mîr

8. şaşîyek heye di vê entryê de! Ev salek û nîve ku ez li ser adroidê klavyeya (textekilîla) Kurdî ya Latînî bikartînim. Ji bo wê;
1- Textekilîlê vekin
2- Pêl 'space'ê bikin
3- Language Settings (eyarên ziman)
4- Add Keyboard (Textekilîl lê zêde bike)
5- Kurdî di lîsteyê de bibînin û tevlî bikin



18.07.2018 15:50 | mikurhat

9. Ne derd e. Ez SwiftKey bikartênim. Him bi kurdî him bi tirkî dinivîsim.



19.07.2018 15:05 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tunebûna sopandina mijaran a tirşikê
» klavyeya ask a kurdî
» kurdî de tunebûna daçeka pirsê

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî