Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
yedi numara - tirşik
yedi numara
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlma ku di navbera salên 2000-2003an de li trt1ê hatiye weşandin. mijara rêzefîlmê serpêhatiyên 6 xwendekar û çend kesên din e ku xwendekar li zanîngehên stenbolê dixwînin. rêya 6 xwendekar li malekî girê dibe ku ji xwe numreya wê malê jî 7 e. projeyekî gelek serkeftî ye.



lehengên rêzefîlmê ji bajarên tirkiyê ne. lehengek ji bajarên kurdistanê tune ye. 4 keçik; armağan jibursa, rüya ji îzmîr, cansu ji antalya û ayten ji enqerê ye. du lawik; haydar û recep û ap û jinapên wan zelîha û vahît ku xwediyê 7 numreyê nin, ji kastomonu ye. welatê asiye jî li herêma karadeniz e. keçik endezyariya hawirdorî ya yıldız teknik üniversitesi dixwînin. haydar beşa matematîk dixwînin. ê recep nayê bîra min lê ez dibêjim beşek qala elektrîk dixwîne.



zelîha û vahît jin û mêrên 20 salî ne û zarên wan nabe.ji xwe dînamîka rêzefîlmê bi serê xwe hesta dêtî ya zelîha ye ku qet team nekiriye. hema ji berx (koçlar; haydar û recep) û ferxên xwe re (piliçler, 4 keçik) dêtî dike. helbet ji xêndî wê, armağan ji 3 hevalên xwe ya keçik re dêtî dike. ji ber ku di çûkaniya xwe de diya xwe ji ber qezeya erebê, bavê xwe jî ji şêrpençê winda kiriye. keçikek gelek bimentiq e û tevgerên wê bi qiyasê hevalên wê gelek kamil e. vê jî wê dike serokên wan. dilê wê li haydar e. haydar zilamekî safik û kêm-hest e. biwêjan hema li gorî realîte fêm dike. bilîmetê matematîk e. dema kesek vê qebiliyeta wî dihese, dibêje "ji ber xwarina pîvazê ye" * hîn li pola amadehî pêşniyara asîstanî ji profesorê dîstine û têdikeve kadroya zanîngehê. heval û pismamê wî recep jî tersê wî ye; zilamek pir çavvekirî û çavteng e. hema her dem qala destbelavê dike û perên xwe xerc nake. rüya, mîna keçekî biçûk e, hema ji safikê dimire. berê xwestiye têkeve beşa hunerên bedewî lê bêhemdî xwe li endezyariyê dîtiye. carinan destpê çêkirina wêneyê, carinan nivîsandina helbestê dike. fîlmên kevn a tirkan temaşe dike û her tim kelogirî ye. hema ji her tiştî ditirse. ji ber vê jî ji destê cansu dikşîne. cansu keçikek mizawir e. her tim henekên kerî dike û piranî jî li gorî dilê xwe herkesî dibe'cîne û ditirsîne. evîndarê mustafayê cîranê xwe ya welêt e. mustafa di sezona yekem de hema her dipeyiviyan jê re digot hevala min a eskerî. ayten li gorî hevalên xwe keçikekî çavderveyî ye. hema berdilkan dişopîne û çend sedek berdilkên wê ya kevn hene. her tim wan berdide û di aynî hefteyê de yekî din dibîne. hal û wextê malabata wê ji malbatên hevalên wê pir baştir e. jixwe bavê wê karbesek eskeriyê ye. di nav pembûyan hatiye mezin kirin. di sezona yekem de ji haydar û recep gelek nifret dikir. ji ber gundîbûna wan. lê piştî gelek diguhere. elbet tenê vê nifreta wê. *



di sezona yekem de satılmış hebû ku 7. kesê rêzefîlmê bû.. ew jî biraziya vahit bû. reviya çû holanda. soza wî ji asiye hebû ji bo zewacê. asiye jinekî bî bû û 5 zarên wê hebû. ji bo soza wî radibe şopa satılmış digre. lê piştî qeder diguhere û berat rê dide. berat jî xwarziya zelîha ye...



gotegotan hene, li gorî wan senarîstên yedi numara, xwestine kesek nedin mekteb qedandin.. ji ber bûyerên sîyasî têkevine hebsê, xwestine yekî jî ji lihevxistenekî rast û çepê bê kuştin. ji ber vê dawiyê rêzefîlmê ji weşanê hatiye rakirin. dawiya fîlmê mîna dawiya leyla ile mecnûna trt1ê ye. dişibin hew. giş xeyala... * *



hefteyekî ji serî destpê temaşekirinê dam. nuha di beşa 24. de me. ji xwe betlaneya min xelas nabe. berê yedi numara jî min sıdıka xelas kir.



betal û wetalî zor e. *





14.08.2015 15:12 ~15:25 | biruya hayao miyazaki

2. rêzefîlmek gelek germ û samîmî bû.

min carinan lê temaşe dikir, lê paşê hevalên min yên malê mîna ku li lostê temaşe bikin, ji beşa ewil dest bi temaşekirinê kirin û bi vî awayî min jî hema bêje li hemû beşên wê temaşe kirin.



axaftinên di navbera haydar û recep gelek komîk in. ya rast hemû ji hev komîktir in. ji xeynî armaganê..



14.08.2015 21:26 | simurg56

3. rêzefilma gelek xweş a beriya 5-6 salan me li ser her taşteyî guhdarî beşeke wê dikir. hê jî ji gelek film û rêzefilmên dibêjin em komîk in çêtir e. min îro jî li ser taştê beşeke wê temaşe kir û ez gelek keniyam.



13.08.2016 12:06 | azadixwaz

4. Diçûm dibistana navîn dema ku mi ew temaşe dikir. rêzefîlmeke gelkî ji dil bû. niha jî kengî lê rast bêm ez lê dinerim.



24.02.2019 20:37 | yusiv hemed

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» yedi numara

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî