Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
enta omri - tirşik
enta omri
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê straneke ummu gulsum e. mirov dikare di vê stranê de ew axîna dîyarê mexrîbê bibîhîze. ew kevneşopiya hezar salan a çanda giran a misirê. stran mirov serxweş dike...









û gotinen stranê min ji bo xatirê çavxezalekî wergerande kurdî*

...

çavên te ez vegerandim wan rojên min ên borî yên ku min ew winda kiribûn

wan ez hînî poşmaniyê kirim ji dema borî û ji êşên wê

berî ku çavên te bibînim jiyaneke bereday bû her tiştê ku çavên min dîtin

ax gelo çawa heya vê gavê jiyana min wekî jiyanek hat hesibandin?

tu jiyana min î

bi roniya te sibêha jiyana min dest pê kir



ax berî te ji jiyana min çiqas winda bûye?

ew rojên borî yên ba û hewa bûn dilgirtiya min!

dilê min berî te bextewarî qet nedît

dilê min di vê jînê de ji tehma xem û êşê pê ve tiştekî dî nedî

min nû dest bi hezkirina jiyanê kir

û êdî ez ber her roja ku derbas dibe dikevim

berî te bi daxwaza her bextewariyê ez diêşiyam

bi roniya çavên te xewnên min ji nû vejiyan

ey heyata dil! tu hêjatir î ji heyata min

gelo çima ev demek dirêj rastê evîna te nehatim



berî ku çavên te bibînim jiyaneke bereday bû her tiştê ku çavên min dîtin

ax gelo çawa heya vê gavê jiyana min wekî jiyanek hat hesibandin?

tu jiyana min î

bi roniya te sibêha jiyana min dest pê kir



şevên bêhempa û mest û muhebbet û evîneke mezin!

ji kengê ve nizanim ku dilê min bêriya te dikir

were û evînê weke avê bi min re qurt bi qurt tehm bike

rehma dilê min bêriya rehma dilê te dike

çavê xwe wisa nêzê çavên min bide ku çavê min di jiyana çavên te winda bibin

dilgirtiya min were min bes e

ev tişta ku em winda dikin ne tiştek hindik e

dilgirtiya ruhê min



berî ku çavên te bibînim jiyaneke bereday bû her tiştê ku çavên min dîtin

ax gelo çawa heya vê gavê jiyana min wekî jiyanek hat hesibandin?

tu jiyana min î

bi roniya te sibêha jiyana min dest pê kir



tu hêjatir î ji hemû rojên min

bi şirîniya xwe were min hilbigre

min ji alemê dûr bibe

ber bi dûrahiyê ber bi dûrahiyê

ez û tu ber bi dûrahiye û bi tenê

wê rojên me bi evînê ronî bibin

bi bêrîkirina hev em ê şevan derbas bikin

bi evîna te êdî ji rojan hez dikim ji ronahiya rojan

û bi evîna te êdî min zeman û mekan ji bîr kir

û min xem û êşên xwe

û min belengaziya xwe jî ji bîr kir





çavên te ez vegerandim wan rojên min ên borî yên ku min ew winda kiribûn

wan ez hînî poşmaniyê kirim ji dema borî û ji êşên wê

berî ku çavên te bibînim jiyaneke bereday bû her tiştê ku çavên min dîtin

ax gelo çawa heya vê gavê jiyana min wekî jiyanek hat hesibandin?

tu jiyana min î

bi roniya te sibêha jiyana min dest pê kir



08.08.2015 20:38 ~20:45 | ceso

2. versiyona emel Mahîr jî pirr hêja ye









herwiha ya Sarit Haddad, denga bilûrê meriv mest dike









û ya Nesrîn Qedrî ya xwe mîna mehînan dihezîne jî *







08.08.2015 23:06 ~23:11 | fethî ronî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» enta omri

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî