Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ey av û av - tirşik
ey av û av
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. helbesteke gelek xweş a feqiyê teyran e.

(bnr: helbestên feqiyê teyran)

Feqiyê Teyran - Ey Av û Av

Ey av û av, ey av û av
Ma tu bi 'işq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê ra'hetê

Bê ra'het û bê sekne yî 
Yan 'aşiqê baxwe xwe yî
Yan şubhetê qelbê me yî
Ji işqa kê natebitê

Ji işqa kê her têy û têy
Heta kengî her bêy û bêy
Bo min bi bêje 'heyranê kê y
Da ez bizanim qisetê

Da ez bizanim vê surrê
Ji hindekê heta purrê
Ji me'neya vê gurrgurrê
Ji kê ra dikî vê ta'etê

Ta'et dikî bê pa û dev
Çendî dikî çûna li hev
Dengê te tê bi roj û şev
Zikrê dikî bi 'haletê

Ji kê ra dikî zikrî bi 'hal
Qet guşguşa nakî betal
Şubhetê min re'htê 'emal
Şevan û rojan xew netê

Şevan û rojan bê xew î 
Ji mi'hbetê kê ditewî
Şevtariyan qet na'hewî
Tu j'emrê kê vi kez ketê

Ji emrê kê her têy bi bez
Sewdaser î şubhetê ez
J'kêrra dikî çûna bi lez
Vê serqutan û 'xulmetê

'Xulmet dikî bê pê û dest
J'kêrra dikî çend koh û pest
Baxoy negot gavek vewest
Hindî diçî dengê te tê

Dengê te tê bê Pê û hev
Ta'et dikî bê qelb û dev
Peyda dibi j'te Mewc û Kev
Şîn bûy ji rengê qudretê

Geh geh sipî şubhetê şîr
Qet mislê te na çin tu tîr
Renge ku te yar tête bîr
Meyla 'Hebîb j' çûna te tê

Lazim te me'hbûbek heye
Yan dost û me'tlûbek heye
Yan meyl û mensûbek heye
Lew bê libas û kiswetê

Lew bê libas û tazî yî
Bi reqs û seyr û gazî yî
J'kêrra dikî 'işqbaziyî
Remz û sirran te vêketê

Remz û sirran vêkrra dikî
'Hemyan vi baxorra dikî
Wek 'aşiqan sêran dikî
Gerha di mîhra 'xurbetê

Gerha di mîhra pîredinê
Qet nanivî, nasekinê
Reng şubhetê qelbê minê
Ji mi'hnetan û ze'hmetê

Ze'hmetber î, mi'hnetkêş î
Tu nazik î, teb'etxweş î
Bê ri'h li erdê ra d'meşî
Bê dest û pê tu j'kû ve tê

Bê dest û pê, bê çeng û pêrr
Bê pêl û mewc û fetl û gerr
Peyda dibin j'te kerr û ferr
Nakî beyan vê 'iletê

Vê îletê beyan bike
Tu vê sirrê penhan bike
Carek li min 'eyan bike
Da seh bikin hîkayetê

Da se'h bikîn vê mes'elê
Cuz'ek ji be'hsa ewelê
Binyad-i bûna menzelê
Dewran û çerxa xîvetê

Xîveta 'alem di navê
Ji berketa feyz û gulavê
Min temenna kir ji Avê
Ji me'niya heqîqetê

'Heqîqeta van Cewheran
Me'rîfeta 'Enasiran
Penhan neke j' yar û biran
Bê fêm bibêje 'hikmetê

Bê fêm û qîl û qal bibêj
Hêdî bi lefzê 'hal bibêj
Ber Mîm û Hê û Dal bibêj
Şerh û beyana kaxetê

Da kaxetê isbat bikîn
Qeydêd hûr î'tibar bikîn
Carek li min îzhar bikîn
Wazî'h ku fehmê min re tê

Dîdar û dîna Sertemî
Avê bi rebbê 'alemî
Tu 'Hadîs î yan Qîdem î
Yan tu nizanî hikmetê

Ber çi ne meşrû'h ew sixin
Rojek ji bunyada mezin
Bîna qede'h jê d'hate min
Ew bîn ji bunyada te tê

Ew reng dibêt ava zelal
Buhrîn li min çend mah û sal
Qet kes nekir li min su'al
Heta giham vê sa'etê

Heta gihame vê demê
Ma yek nebû d'vê 'alemê!
'Ebdek ji puşta Ademê
Bifkir di e'hwalê Şetê

Kehnî dizên Cû jê diçin
Hindî Xudê dan Ins û Cin
Qet kes nekir ev pirs ji min
Ne j'Enbîyayê Ommetê

Miksî dibê avê we bû
Pêxemberan aqil hebû
Qet hewceyê pirsan nebû
Wan dest gihabû su'hbetê

[Avê digo: Feqî rabe
Bê tedbîr û 'emel nabe
Ji halê te dê çawa be
Ji kê ra dikî vê sohbetê]

Ew su'hbeta cara ewil
Pêxemberan d'zanî şu'xil
'Eyb e ji bo ehlê aqil
Teftîş bikin me'rîfetê

Me'rîfetê teftêş bikin
Pirsan li bûna pêş bikin
Wan qissetan vetêş bikin
Li 'Arifan kerahetê

Qenc vê qissê izhar bike
Li 'Arifan ikram bike
Xelqê Xudê 'eqil bike
Da se'h bikîn kirametê

Xelkê Xwedê 'aqil kirî
Hemî 'arif û kamil kirî
Nûrek di dil da hilkirî
Eslê qisan rê dibetê

Ê mislê min bê 'ilm û xet
Mecnûnekê 'heywansîfet
Bê teftêş pirsyaran diket
Bê rehnima kî babetê

Pirsa Feqê bê cih nebû
Lewrra di furqanê hebû
'Erşê Xudê li ser te bû
Avê gelo bîra te tê

Avê cewab da bê suxen
Ezman nebû, b' 'hal gote min
Remzên di padşahê mezin
Sub'han ji vê seltenetê

Sub'han ji Me'bûdê li ser
Kî dê j' 'Ellah ra kit xeber
Em çar Bikir anîne der
Kiç bûn di kenza qudretê

Kiç bûn di kenza qîdemê
Baxoy ji 'işqa Ademê
Anîne karê 'alemê
Zahir kirîn l'vê sûretê

Zahir kirîn çar Bakire
Ba û Av û Ax û Agir e
'Heywan hemû jê çêkir e
Dar û Nebata kiswetê

Dar û Nebat û Le'l û Zer
'Heywan û esnafên di ser
Teyr û tiyûr û De'bewer
Teftêş kirin ji nutfetê

Çi tişt pîçe naferricin
Însan ji Tînê d'xaricin
Lew Cin ji narî d'maricin
Dûr e li Melek teb'etê

Çar teb'etîn vêk ra Zidîn
Hem Ateşîn hem Baridîn
D' be'hra Heyûla d'waridîn
Melbûs bi vê wechîyetê

Bi çar wechan em Yabîs în
Muqîm yek e em 'Hadis în
Lewra Ritûb û Yabis în
Hem jî dixwazîn ref'etê

Hem suflewî bazî dikîn
Hem meylî evrazî dikîn
Hem Keynûn hen gazî dikîn
Carek bibînîn ru'yetê

Carek bibêj em çar Xweh în
Bê mesle'het nakerrihîn
Ji meşyetê nabetihîn
Cuda kirîn j' wesfîyetê

J' wesfîyetê cuda kirîn
Ji su'hbetê em rakirîn
'Heta qîyam sewda kirîn
Sergeşte în di 'hîretê

Di 'hîretê sergeşet în
Qaim li ser zatê xwe în
çarde tebeq karê we în
Rabû ji maza 'xefletê

[Feqî got: Ew'alim in ez feqe me
Serserîyek ................
Ez hewcwyê pirsa te me
Li min bike tu şefqetê]

[Ava mezin firfir meke
Zikrê bike fexrê meke
Ehlê Xwedê aciz meke
Bes e bide min ezyetê]

[Ava mezin li hev şêwirî
Pêla pê ji Feqe inirî
Dav dav li Feqe .....
Ku bavê dîyarê zulmetê]

[Gava Feqe xwe têk dida
Pêla pêş xwe li stû dida
Feqe girt û l'erdê dida
Go: Her bimre l'xisaretê]

*Yên di nava kevanekê [...] di Dîwana Feqîyê Teyran a ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatî berhevkirin de tune ne.
**Li gor ya Seîd Dêreşî hatiye serastkirin.


edit: peyam hate dirûstkirin



04.08.2015 00:13 ~2017.12.05 18:12 | xendekî

2. ji dengê necatê zivingî guhdar bikin:





04.08.2015 00:17 ~00:18 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: weje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî