1. Xwarinek e. Nanê nû ji tenûrê derketî meriv kitik kitikî dike piştre hinek rûnê malê(rûnê evet jî dibe) tevî dike û bi destan rind disincirîne. Tehma wê gelek xweş e. Diya min kengî biçûya ser tenûrê min jî bi xwe re sihanek dibir ji bo ji min re hevrêşkê çêke. |
|
20.07.2015 01:01 |
şêxê bêserî
|
2. hevrîşk jî tê gotin. wekî di vê entryêda hevrêşk/72494 jî hatîye gotin çêkirina wî wisaye tiştek hatîye jibîrkirin nanê tendûrê yê teze yê germ rîyê wî bi avê tê şilkirin hişk nayê di nermije tehma wî diha xweş dibe. |
|
20.07.2015 10:23 ~10:24 |
shorbevan
|
3. xwarineke ku êdî bi jiyana modern ve ber bi ji bîr kirinê ve diçe ye. |
|
20.07.2015 10:36 |
nazim tolhildan
|
4. (bnr: hevrîşk) |
|
09.12.2020 19:43 |
tîrêj zana 21
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [3] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [3] |
|
gû [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |