Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
paqijkirina pêlava sûet - tirşik
paqijkirina pêlava sûet
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Meseleya vaye medeyek e min dayî dû. Pêlava min a suet a ku têra xwe xerab buye, ez li pey im ku bi şiklekê paqij bikim. Min ji spreyên paqijkirinê û singerê paqijkirinê kirî lê tu feyde nekir. Ez niha jî ji internetê li boyaxên wan dinêrim lê hinek deran dinivîse ku ger xerab bube êdî xilasiya wê tuneye. Min niyete heta qasê fiyetê wê lê mesref bikim ka wê çawa be. Gelo kesek di vê mijarê de pispor filan tuneye?



Gelo wêne jî rêkim û taze abartmîş bikim?



18.07.2015 19:34 | azadixwaz


3. (bnr: firaqşok)

(bnr: boyaxa xanîya)

(bnr: pîne)

(bnr: tînera selolozîk)

.



18.07.2015 20:53 | shorbevan

4. ber mekeve

ho meyger ho meyger

ji kerema xwe'r bîne şerab

lewre dinya vala ye

vexwe vexwe roj îro ye

te çi bi solekî girtiye

ew sol ji axa lalerûyekî hatiye der

bibîn û bibihîz

berî ku ji ku axa te pêlavek çêkin

pêxas û serxweş bigere bextewerî pê re ye*



19.07.2015 10:51 ~2015.07.25 19:16 | ceso


6. min jî vê eydê pêlavek ji yên suet kirî, û hêj niha tu dibêjî qey ev sed sal in min ji lingê xwe derneêxistiye lewitiye, qirêj girtiye û deforme bûye yanî şûn û şopên lingên min tê re dane der.. min digo qey sûet qumaş e belê gava dî ez hîn bûm ku ew jî çerm e belê hatiye zimaparakirin..

di van herdu vîdeoyan de bi kurtî behsa lênêrîn û çaksazî û paqijiya van pêlavan tê kirin;

,



mirov dema 100-150 lîreyan dide pêlavekî, bivê nevê malhewîn dibe û dixwaze ew pêlav heqê perê xwe derxîne.. ev du roj in pêlava xwe ya din ku teqrîben ev du sal in dikim lingê xwe werdigirim ji ber ku pêlava suet lewitiye û bi xwe re nabînim paqij bikim..

eyda din jî min pêlavek ji van pêlavan kirîbû, hingî tecrûbeya min a ewilî bÛ û bi barê kerekî min pere pê dabûn, neyse eydê ez çûm gund û bi wê pêlavê heta êvarî di nav avê de mam, bi çol û çiyayên gund ketim, êvarê dema hatim malê, min dît ku mehdê pêlava min ne xweş e, piştî ez vegeriyam, min ji destê pêlava xwe re girt û bir firoşgehê, ji wan re go hal Û mesele ev e, pêlava we di nav du-sê rojan de deforme bû, dixwazim vegerînim, an pêlaveke din di şûnê de bistînim, -tabî min ji wan re negot rojekî sax di nav avê de mame- qebûl nekirin, gotin eslê vê pêlavê ev e, zû deforme dibin, divê tu taze lê binêrî, baximê lê bikî, filan.. hingî min li ber wan nade, lê min bi serê wan neêxist, dawiyê ez çûm, tüketici hakları hakem heyetiyê min meseleya xwe ji wan re got, û bi daxwaznameyekî min xwest ku pêlavê vegerînin.. ez dirêj nekim, qederê mehekî di ser re bihurî, bersiv hat, got, tu dikarî herî ji firoşgehê di şûna wê pêlavê ji xwe re pêlaveke din bistînî.. pêguhertina pêlavê jî meseleyeke din a dirêj e, bi xwe re nabînim wê jî li vir binivîsim..



25.07.2015 02:22 | endazer

7. Min du heb pêlavên suet bi hevre kirî mixabin.du caran vegirt û avîte pêlavdankê nizanim çi halê de ne ji kengî ve.sêrtê mirov nikare van pêlavan vegirî.nexwe min jî tobe kiriye êdî nakirim ji wan pêlavan



25.07.2015 17:43 | ronahî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» paqijkirina pêlava sûet

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî