Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
lo wer meke - tirşik
lo wer meke
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneke xweşik a kurmancî ye, ez ne şaş bim çend kes vê stranê gotine lê bêtir dengê gülseven medar lê hatiye

di vîdeoya jêr de ligel ayfer düzdaşê gotiye û asta stranê gihandiye lûtkeyê







08.07.2015 23:21 | ferhenga şikestî

2. straneke albûma ji xoresanê heta çorimê naweyên kurdên elewî a ji aliyê kom müzikê va derketiye ye.

ayfer duztaşê zehv xweş xwendiye..
eva çend roj e liserhev guhdar dikim..

bi dengê ayferê:




û gotinên stranê:

Jûr da hatî dînik dînik
Îşlîk sûrik yaxa çînik
Destê xwe bide destê min da
Em herina şûna dûrik

Lo wer meke, lo wer meke
Çavê reş min gewr meke
Ez ji dil da yaralî me
Min Ra Derdan peyda meke

Paş mala we da Çiyayê Yilan e
Bejna tenik tay şîlan e
Çend sal e pey te digerim
Tu bûy gawir ney îman e

Lo wer meke, lo wer meke
Çavê reş min gewr meke
Ez ji dil da yaralî me
Min ra derdan peyda meke

Mala yarê li tay hember e
Rojî avêt sî li ser e
gotîn yare te nexweş e
Ez doxtor bûm herim ser e

Lo wer meke, lo wer meke
Çavê reş min gewr meke
Ez ji dil da yaralî me
Min ra derdan peyda meke

Gotin û Muzîk : Gelêrî
Berhevkar : Ayfer Düzdaş
Herêm : Qoçgirî



14.05.2019 18:55 ~19:02 | bûtîmar


dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» wergêrî
» meke

Kategoriyên mijarê:: muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî