Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qewlê afirandina dinyayê - tirşik
qewlê afirandina dinyayê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. qewleke ku êzîdî bawerya xwe pê tînin û behs dike çawa dinya ava bû.

Hêvî me kesek henekên xwe pê nekin, ji bo êzîdiyan pir hesas e, tiştekî pîroze.

yanî rexne ji we misilmanan re qedexe ye.





S.1

Yarebî dinya hebû tarî

Tê da tunebûn mişik û marî

Te zindî kir taze halî

Çû nema gul jê barî

Ya Rebî tu hostayê kerîmî

Te vekir rê û derba tarî

Tu hostayê her tiştî

Bihuşt çêkir renge bî

S.2

Erd û ezman tunebûn

Dinya fireh bê bin bû

Însan û heywan jî tunebûn

Te xak saz kir

S.3

Di behran de tenê hebû dur

Ne dimeşiya,ne dipeşiya

Te xweşruh anî ber

Nûra xakê peyda kir

S.4

Goşt û ruh hatine ber

Nûra çavan lê hate der

Dest û pê kire leş

Lê şêrîn kir got û bêj

S.5

Xwedawendê me hostayê rehmanî

Rê û dergeyê dinyayê vekir

Her tişt ji me re deranî

Bû buheşt erd û avanî

S.6

Xwedawendê me tiştî dinas e

Dura kasê jêre kir esas e

Jê peyda kir mêrê xas e

Got:”Eve heq nebes e”

S.7

Dur ji heybeta Êzdan hincinî

Taqet nekir hilgirî

Ji rengê însan xemilî

Sor û sipî lê hêwirî

Êzdanê me bi rehmanî

Hisin û cemal ji me re anî

Destûr da qelemê qudretê

Em avêtin nav sira muhbetê

S.8

Hêvên havête behrê,behir pê meyanî

Dûmanek jê derxwenî

Çardeh tebeqên erd û ezman pê nijinî

Êzdanê me dur deranî

S.9

Muhbet avête nav e

Jê peyda kir du çav e

Jê herikî pir av e

Av ji durrê herikî

Bû rê û bê derî

S.10

Êzdanê me ser behrê gerî

Êzdanê me gemî çêkir

S.11

Însan,heywan,teyir û tû

Cot bi cot li sefînê siwar kir

S.12

Xwedawendê me sefîne ser e

Serekî digere çar kinar e

Sefîne qul bû, av kete ser e

Marî dûvê xwe dana ber e

S.13

Xwedawendê me gemî ajot

Ji kinar ço ber kinar e

Ajote Lalişe got.”heq war e”

Siltan Êzî xweşrêber e

Lalişkurkî beşer e

Niha êzdî jê xeber e

S.14

Ya Rebî bang dikim şêxê mezin

Çavkanî av jê dizên

S.15

Ya Rebî te dinya çêkir, dinya bixêr

Însan têda dijîn bi têr

şevên reş,şevên tarî

Cî nema gul jê barî

S.16

Xwedawendê me kerîm û rehman

Kire rikin erd û ezman

Da berme ruh û ziman

S.17

Xwedawendê me rebil semed

Afirandin heft milyaket

Cuda kir dojeh û buheşt

S.18

Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin

Micalê erdê birastin,

Nobeta qeza guhastin

Li guneh baran bû ruhistin

S.19

Çiqas xwedawendê me dinya kir sefer e

Sixir dikir dar û ber e

Pê nijinî riknê mexiber e

Lalişjor de anî xwar e

Lalişbû xweşcî û war e

Li erdê şîn bû nebat e

Pê zeyinî,zendî kinyat e

S.20

Xwedawendê me rehmanî

Çar qisim ji me re danî

Pê dilovan Adem nijinî

S.21

Xwedawendê me rehmanî

Çar qisim li rûyê dinê danî

Yek ave,yek nûre

Yek axe,yek jî Agire

S.22

Xwedawendê me bi rehm e

Diyar kir şaz û qidum e

Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e

Hevsûr geriya,hat hindave

S.23

Qalibê Adem mabû bê gav e

Go:”Ruho çima naçî nav e”

S.24

Xwedawendê me qudret e

Zeyandî çiqas xuliyaqet e

Jêra çêkir doje û cinet e

S.25

Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin

Mecalê erdê birastin,nebeta qeza rastin

Ji însan qencîtî xwestin

Lalişji ezman dihat e

Li Erdê şîn dibû nebat e

Pê cêyiran çiqas qinyat e

S.26

Xwedawendê me înê kir esas e

şemiyê biriye kiras e

Çarşemê kir xilase

S.27

Heft sed sal paşhevsûr hat dira nikase

Heft sed salî berî Adem jimar e

Erdê xiyare negirtî şiyar e

Heta Lalişa nûrîn di nav de hinar e

Û bang da ruh hedirî

Hat û ço buhirî

Nûra muhbetê hingivte serî

Hat û di qalibê Adem de hêwirî

S.28

Xwedawendê me rehmanî

Kasa sirê ji Adem re anî

Av ji kasê vexwar,vejiya

Cîda mest bû hejiya

S.29

Goşt jê xuwest wê ruhê

Xîret kete nav serî

Xwîn li canê wî gerî

S.30

Adem Xwar ji wê kasê

Sira kasê xweş lê tê

Kerameta kasê gehişte buheştê

Milyaketan bi milê wî girt û avêtin buheştê

S.31

Adem ji kasê vedixwar e

Kerameta kasê pê ve diyar e

Xak pê nijinî,bû hişiyar e

Got:”Ev erd çî xweşe”

Giyayê şîn sergeşe

Roj roja mêrê keleşe

S.32

Xwedawendê me rehmanî

Ji me re keremek anî

Dem û dezgehê başdanî

S.33

Hey Ademo rûdinê

Her dem bike îmanê

Xwedawendî em xilas kirin ji tofanê

S.34

Gelî mirîdan bikin karî

Xêra qudretê ji jor barî

Xwe dûr bikin ji neyarî

S.35

Kerameta xwedawendê me hate xwarê

Erd û ezman didinn xêrê

Hûn jî bibin xwedanê xêrê

Qet ji bîr neken vê xeberê



07.07.2015 02:23 | hola êzîda

2. qewleke li gorî êzidîtî dinya çitor hatiye afirandın e. ez ji xwendina vê nivîsê/qewlê geleke kêfxweş bûm. zimanê vê nivîsê bi aheng e.



lê ez dixwazim tiştek jî bipirsim. gelo di s.28 de wateyên peyvên ''vejiya'' û ''hejiya'' çi ne? li vir çawa hatine bikartînin ? ji niha spas ji bo bersivan.



07.07.2015 03:21 | endazyar

3. Vejiya anku zindîbûn, hişiyarbûn

Hejiya ji hejandin tê. Anku livandin, hereketkirin



07.07.2015 03:35 | hola êzîda

4. nivîsek kurdî wisa şiîrî bi rêzbend/qafiye û xweş ez bêjim ez hê dibinim ewê ne virbe nivisê kurdî wisa pir kêmin ya rastî hinda kirine.



bnr qewlê afirandina dinyayê/71547



not: ger ne nivîsbe ayet mayet bin em lêborîn dixwazin



07.07.2015 15:04 ~15:07 | shorbevan

5. feraseta vê afirandinê digihe an jî dişibe mîtolojîya sumer û yewnan. jixwe pirtûkên olên brahîmî jî tev ji referansên sumer û yewnan hatine nivîsîn. ji têgihên wek "biheşt û dojeh, adem, ajotina gemî, derketina ji avê" mirov yekser fehm dike ev metîn bin tesîra mîtolojîya sumer de hatye nivîsîn. bi qewlê "pêşî dinya hebû tarî" feraseta yewnan tê hişê mirov ku hesiodos di theogonia xwe de dibêje despêkê de khaos hebû. mirov di çar elementên sereke av, ax, agir, hewa de jî jevbûnek dibîne lê belê di vê metnê de ferqek; şûna hewa nûr heye. di bawerîya rojhilata navîn de girîngîya mîtosa rojê diyar dike. bila dilê hevalên êzidî nemênit bawerîya êzidîyan jî ne ewqas bawerîyek xweser û taybet e.



28.02.2020 20:45 ~20:50 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qewlê afirandina dinyayê

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî