Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
îd - tirşik
îd
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Peyva erebî ya ku tê wateya cejnê. Şahiyeke olî ye. Di ola îslamê de salê 2 caran tê pîrozkirin. ji hev cuda ne. Navê yekê îda qurbanê ye û navê ya din îda remezanê ye. Berî îda remezanê mehekê yanî di tevahiya meha remezanê de rojî tê girtin lê di îdiya qurbanê dw tiştekî wiha tune ye. Di sibeha îda qurbanê de nimêj zû tê kirin da ku şênî zû herin heywanên xwe ser jê bike û li gund belav bike lê di sibeha îda remezanê de nimêj nayê li ser ecelê hinekî dereng tê kirin da ku şêniyên gund piştî ew meha ku ew tî û birçî man, ji xwe re xwarina xwe bixwin.

Di her du îdan de jî tiştên tewşomewşo hene yek rojî yek jî zêde zêde ser jê kirina heywanan lê xweşiyên wê jî hene elbet.



30.06.2015 11:40 ~11:48 | mergehez

2. peyva ku cem me weke eyt tê bikaranîn. lê êdî hêdî hêdî vediguhere cejnê.



30.06.2015 13:11 | simurg56

3. Îd , bingeha kesayetiyê ye. Bi Kurdî ajez an binez e.

Gorî sigmund freud hişar ji 3 radeyan pêk tê. Îd, ego û superego (ajez, eze û serez ). Îd kana enerjiya kesayetiya mirov e û rehên enerjiyê ji laş digire. Wekî êrîşkarî, hovîtî, seksûalîte, birçîbûn hwd pêdiviyên bingehî yên mirov di vê radeyê de cih digire. Ji ber ku hêj derneketiye radeya hişarê tevgera wan bêzanebûn û serbest e. Heger ego an eze ya mirov xurt nebe û wan kontrol neke, dikare zirarê bide mirov. Çêtir e mirov xwedî egoyek, ezeyek xurt û pêşketibe van pêdiviyên ku him di mirovan, him jî di ajalan de hene, bigre bin bandora xwe. Pêwîst e mirov nekeve bin bandora wan. Heger van pêdiviyan bicih neyên, xwe bi formekê didin der.



14.08.2020 09:50 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» îdrar

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî