Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
duçerxe - tirşik
duçerxe
(9) (1) (6)
di mijarê de bigere

1. duçerxe, hespê hesin.



27.07.2013 23:59 | bazirgan

2. kerkerok



28.07.2013 00:06 | gurê manco

3. kurtefîlmekî serkeftî yê serhat karaaslan e.



28.07.2013 00:09 | gurê manco

4. dema ez diçûm pola 7an mamostekî li ser bisiklêtê henekeka ecêp li min kir. di nav me de ew dialoga derbas bû:



-Bisikletin var mı?



+Var hocam.



-Hangisi?



+Bmx.



-İyi. Peki bisana kaç kişi biner?



+İki kişi binebilir, zorlarsan üç kişi de binebilir.



Ku min wisa got mamoste gelekî kenîya lê min berê fehm nekir ji bo çi dikene. Paşê min fehm kir ku dibêje "bi insana kaç kişi binebilir?" *



28.07.2013 00:10 | kurdmisê

5. amûrekî gelekî kevîn û gelekî modern e .

ew kevne ku di 1817 an de cara yekem hatiye bikaranîn û ew qas modern e ku amûrek ji vê zêdetir bi feyde nehatiye dîtîn . hemû welatê ewrupayî de bikaranîna duçerxeyê pir belavbûyî ye lê di welatên li rojhilata navîn ên gelek pêşdeçûyî de nayê bikaranîn . li deverên xizan de weke îşareta xizaniyê tê dîtin mixabin .lê ji bo tendurîstiya mirıv û ji bo xwezeyê gelek baş e . şûna di nav bajêr de mirov erebeyên bi petrolê dişuxule bikarbîne, him erzantir e him zêdetir bi tenduristî ye, him jî gelek caran bi leztir e . lê mixabin ne ewlehtir e ..

xwezî li bajarên me yên kurdistanê rêyên duçerxeyê hebûya . me ji bo vê yekê bi şaredariya mezin a amedê re têkilî danî, em hêvîdar in rê li ber duçerxeyê bê vekirin ..



28.07.2013 01:18 | brusk56

6. li tersusê jêre teker tê gotin.



31.08.2013 22:37 | azadixwaz

7. li cizîrê jê re me dgot bisqilêt.. di zarokaniya xwe de di nav ew çend feqîrî û tunehiyê de birayê min ê mezin ji min re ji kurdistana iraqê bisqêletek anîbû hê jî dema tê bîra min kêfa min tê..



01.09.2013 00:20 | endazer

8. bilêvkirina weke pisqilêt jî hatiye bihîstin. (bnr: ez ji xwe zanim)

%60ê zarokatiya min derbarê wê de ye * belkî rojek dil hebe dirêj vebêjim.



01.09.2013 00:23 | simurg56

9. ji bo zarokên kurda xeyalêkî xweşê



01.09.2013 09:52 | newenda

10. me jê re digot pisqilêt li me zev jê hezdikir *



01.09.2013 09:53 | navmalok

11. li ba me (bnr: bîsan roadstar gl) xewna şeveke havînê û navnîşana mêraniyê bû. ji ber ku qama me biçÛk û nigê me qutik bû, me nigê xwe di gewdeyê vala re dixist ser pedalan û wilo diajot. ji me we dihat ku dinya li ser qiloçên gê ye.



01.09.2013 13:00 | înano lo

12. (bnr: pisqilêt)



01.09.2013 14:21 | ehmed

13. li gund, wexta cara ewil bavê min ji min re bisiklêteke pînokyo kirî; dinya bûbû ya min. heta tekêrê wê ne teqiyan, zarokê tarê jî êdî ne hevalê remezanê mala hisên bûn, hemûçk hêvalên min bûn.

ji bêbisiklêtî û ji bêhevaltî ez li çarekê keriyam. taliyê min çarêyek dît. ew jî ev bû; xirtûmeke bi qasî îçlastîk qalind û elastîkî min û birê xweyî biçûk bi darê kotekê, bi şixulê du şev û rojekê, di dêvla îçlastîk me xiste nava tekeran. û êdî kevizrê tuj, perçê camên şikestî û dêrh û pîjan jî hew dikartibû tekeran biteqînin... çi demên xweş bûn... axir, heta bisikêt jihevde ket zarokên gund hevalê min bûn. niha bisiklêt tune û em û wan zarokan -ku niha şû simêlên wan nabire- hêjî em destbirakê hev in.



13.09.2013 11:49 | seydayê_peyvan


15. ez bawer im kurdî jê re dibêjin duçerxe.

xeyala hema bêje hemû zarokan e. bi yek bi yek berhevkirin û lihevanîna parçeyan be jî dawiyê de min vê xeyala xwe pêk anîbû. ewqas ku min pisiqlêtê, heta bilyeyên li navenda tekêran jî derxistiye û kiriye cihê wê. ew qas zanim anatomiya wan. û piştî min her tiştê wê temam kir, min frênek sêyemîn lê zêde kiribû û danîbû li binê cihê rûniştinê. çima? ji bo dema mirov frênê bigire bêje tep û bikeve erdê. kuro, min çi karek beredayî kiriye! niha fêhm dikim. neyse.



îhtîmalek mezin piraniya tirşikvanan jî bi pisiqlêtên bisan dest bi ajotina wê kirine. ew bisanên ku hêsina jorîn ya bedena wê du heb bûn û lingê me qet negihişt pêdalên wê. û loma me lingên xwe ji nava îskeleta wê re dikir û wisa diajot. ev tevger, dikare weke şovek akrobasiyê were nîşandan.



pisiqlêta ciwana (hûn bêjin zarok) eslê xwe de bmx e. ji hemûyan bedewtir e, jixwe akrobasiyê de jî ev tên bikaranîn.



weke din pisiqlêtên pînokyo hebûn. weke pisiqlêtên keçikan dihatin dîtin lê piştî ku yek ket destê me, ev nêrîna me jî guherî *



pisiqlêtê parçekirin, îskeleta wê derxistin, bi zimparayê hemû boyaxa wê jêbirin û paşê bi boyaxa spreyê an jî bi firçeyeke kevin, bi rengekî nû boyaxkirin. nekarîna li bendê mayîna ji bo zûwabûna wê. dîsa hemû parçeyan li hev anîn û lê siwar bûn... hemû jî keyfên bêhempa bûn.

hela jixwe ji bo tûrekê dana hevalê xwe û bi vî awayî mîneta xwe kirin ser wan.. ev jî aLiyê tîcareta wê bû...



ev peyam çima evqas dirêj bû, çawa evqas kûr bû?

ev edet ji ku derket nizanim lê nifşa ku zarokatiya xwe di salên 80î û 90î derbas kirine, ji niha ve ketina nostaljiya pîran. gelo ji ber ku em zarokên dawîn yên ku karîne li kuçeyan bilîzin, in? an?



12.12.2013 00:22 | simurg56

16. Bi farisî jê re dibêjin doçerxe.



12.12.2013 00:27 | ceso

17. (bnr: hespê hesin)



12.12.2013 02:30 | biruya hayao miyazaki

18. Nazanim bê çi ye????

Lê bi qasî min xwend min fêm kir ku belkî (bnr: bisiklêt) be.

Welhasil kê ev "k" kiribe "q" xwedê xweliyê jî li serê wî/wê neke ji ber heyfa wê xweliyê jî.



12.12.2013 04:55 | dijber

19. di tekeRÊn wî hene û min digot law çawa ser di tekeran wiya dare û min xwazîya xo danîyan ewê ge dajotin ra ... lê bele bi zore û lavayîya bavêmin sand û jibû elmandina wî min gelek bêsebirî xebat kir û ez hînbûm...



19.12.2013 12:03 | gokerr

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» duçerxe

Kategoriyên mijarê:: jiyan spor
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî