Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 12 peyam
ferhat pîrbal - tirşik
ferhat pîrbal
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dixwe, vedixwe, kincên balkêş li xwe dike, resman çêdiki, li zaningeha selehaddinê de dersê wêjeyê dide,

kêf e. pirtûkên wî yên xweş ji avestayê derdikevin



27.07.2013 23:59 | arami

2. Dibêj in demekî ji bo şermezarkirina Tirkiyeyê ew û çend çalakvan hatibûn li ber Deriyê Gumrikê yê Brahîm Xelil yê li Zaxo û pantorên xwe ji xistibû û berê qûna xwe dabûn Tirkiyeyê.. Bi rastî çalakiyek e balkêş e..



28.07.2013 00:13 | nan û av

3. Van demên dawî jî dema îsmail beşîkçî çû bû Başûr, di konferansekê de xwe avêtibû lingê îsmail beşîkçî û pêlava wî ji lingê wî derxistibû..Pişt re pêlava Beşîkçi maç kir û weha got : ''Bi ya min ev pêlav ji hemû serwet û samana siltanên Osmaniyan hêjatir e. Ev kesê hûn di bînin ji tişta kû jê re Demokrasiya tirkeyeyê tê gotin hêjatir e.. Ev mirovekê hêja ye kû jiyana wî di zîndanan de derbas bûye..''



28.07.2013 00:21 | nan û av

4. niviskarê Kurd ji Başûrê Kürdistan ye, pirtûkê wî yê bi navê "hotel Europa û Çolistan " li weşexane avesta da derketinê...



28.07.2013 00:31 | newenda

5. gulana borî beşdarê konferansa xebatên kurdî ya li zanîngeha bilgiyê ya stenbolê bû. mirovek hêja û dêrûnrengîn e berî her tiştî. kurd e.



28.07.2013 02:13 | filankes

6. romannûs, çîroknûs, helbestvan, nigarvan û hîndekarê (bnr: zankoya selahaddîn)ê ye.



ferhat pîrbal dibêje ku bi ya min bûya, li zankoya seleddînê min (bnr: îcaze) nedida kesên ku bi kurmancî nezanîba.



(bnr: kurmancî)



28.07.2013 02:25 | seydayê_peyvan

7. aktîvîsteke kurd e lê aktîvîstiya wî wekê kela nîskê ye, zû dikele û zû datîne.. berî çend hefteyekî derketibû meydanekî û digot eger hikûmeta herêma kurdistanê xwepêşanderên kurd ku bi egera çima dewleta îranê ciwanên kurd yên ku doza azadîxwaziyê û siyaseta kurdayetiyê dikin darda dikin li pêşberî konsolxaneya îranê xwepêşandan li dar xistibûn û avahiya konsolxaneyê dabûn ber kevir û kuçan, hatine girtin û hebskirin, newên berdan ewê li nava meydanê û li ber çavên xelkê agir berde bedena xwe (ev hevoka dawîn nizanim çima lê stranên kurdî anîn bîra min, xwezî min şûna peyva bedenê peyva canê bikar anîbÛya neyse) lê paşê wextê ku ji bo xwe şewitandinê teyîn kiribû, li meydanê nexwuyabû, paşê dîsa bi riya çapemeniyê daxwuyandibû û digot ew ji van kar û kirinên xwe poşman bûye û dixwaze bibe pêşmergeyê rojhilatê kurdistanê û ji bo azadiya kurdistanê şer bike..



18.12.2013 01:49 | endazer

8. yekî balkêş e û cixarê jî dikêşe..



18.12.2013 11:21 | mîrêhekarya

9. Mamosteyê ku li ser edebiyatê me derfet dîtiye pê re biaxivin. Dîsa me bihîst ku bo dersdayînê hatIyê zanîngeha mêrdîn artuklu yê.



http://tyde.artuklu.edu.tr/akademik/



21.10.2014 01:47 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhat kurtay

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî