Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şêrko bêkes - tirşik
şêrko bêkes
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. hinek helbestên wî yê bijarte ji aliyê weşanên avestayê vê hatibû weşandin, bi tirkî jî weşanê belgeyê çap kir lê tirkî felaket bû, lê şêrko şêr e..

di dîroka wêjeya kurdî-soranî- de ciheke wî yî taybet heye. yek ji pêşengê modernizekirina zimanê helbestê ye..



27.07.2013 23:51 | arami

2. bixwînin!



28.07.2013 02:02 | filankes

3. şaîrêkî zor gewre ye. ji silêmanîyê. demekê pêşmergetî jî kiriye. hemû berhemên wî wekî 8 cilt heşt cild li derveyî welêt çapbûne. li tirkî tenê ji şî'rên wî weşanên avesta, belkî û ronahî wergerandine kurmancî. weşanên belge jî helbestên wî wergerandine tirkî bes ev hemû werger hê cildek bêkes nake.



28.07.2013 02:28 | seydayê_peyvan

4. soranperestek e.. ji bo helbestên wÎ ez nikarim tiştekî bêjim lê mîkrofaşÎstek e.. demekî dema ku guftûgo li ser bikaranîna alfabeya latînî ya ji aliyê hemû kurdan ve ji aliyê çend zimanzan û zimannasên kurd ve dihat kirin evî û çend camêrên din ên soranperest manîfestoyek dûrûdirêj a ku tê de bi hişkî û djwarî xwediyên vê proje û kampanyayê reş dikirin hatibû belavkirin.. meseleya soranî û kurmancî jî xwudê hez bike ez ê di peyameka din de binivîsim ji xwe..



28.07.2013 05:06 | endazer

5. ''Hin nivîskar û qaşo rewşenbîrên Soranîaxêv ên ku navê “Grûpa insîyatîvê ji bo paraztina zimanê Kurdî” li xwe kiriye – ku di eslê xwe de gerek navê xwe kiribûna „Grûpa insîyatîfê ji bo qetilkirin û tunekirina Kurmanc û Kurmancî“- daxuyaniyek li dijî Kurmancî û alfabeya Kurdî latînî amade kiriye. Kesên wek Ferhad Şakelî û Şêrko Bêkes jî ku ji roja pêşîn de dijminatîya Kurmanc û Kurmancî dikin, di nav vê grûpê de ne û serkêşîya vê grûpa „dijminê Kurmanc û Kurmancî“ dikin.

Ev kesên ku înkara zimanê Kurmancî-latînî dikin û vî zimanê ku ji alî 25-30 milyon Kurmanc ve tê bikaranîn û xwedîyê dîrokek 1500 sal e (Binerin lêkolînên Zanîngeha Auckland a Zelanda Nû) wek zimanê „kuçe û kolanan, zimanê ne medenî, zimanê parsek û xwelîliseran dibînin û dixwazin zaravayê Soranî wek toqa naletê têxin stuyê Kurmancan, bi vê helwesta xwe xizmeta dijminê Kurd û Kurdistanê dikin û rûn li ser nanê wan dikin. Ev kesên ku qîmet û giranbuhayîyê nadin vî zimanê qedîm ê Kurmancî, îxanetê li Mela Ehmedê Batê, Melayê Cizîrî, Sîyehpûş, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanê, Bedîûzzeman Seîdê Kurdî, Cegerxwîn, Celadet û Kamûran Bedirxan û bi sedan nivîskar û parêzerên zimanê Kurmancî dikin. Ev kesên ku ji pêşketin û destketinên zimanê Kurmancî ditirsin û ji bo têkçûna zimanê Kurmancî naxwazin li bakur û rojavayê Kurdistanê Kurd bibin desthilatdar, bi vê helwesta xwe îxanetê li Kurmanc û zimanê Kurmancî dikin, ji xwe û berjewendîyên xwe yên „Soranîperestîyê“ pê ve tiştekî din naxwazin û bi vî awayî têkilîyên navbera Kurdan û parçeyên Kurdistanê têk dibin, yekîtîya Kurd û Kurdistanê naxwazin, pir eşkere xizmeta dagîrkerên Kurdistanê dikin.



Em tucarî ne li dijî zaravayê Soranî ne, Soran brayên me ne, Kurd in. Lê ev kesên ku xwe wek nûner û berdevkên nivîskar û rewşenbîrên Soran dibînin, ne tenê li Kurmancan lê herweha îxanetê li bratîya Kurmanc û Soranan jî dikin, wan bera hev didin, dixwazin wan bikin dijminên hev û yekîtîya ku dijmin nikare têk bibe, ew bi xwe têk dibin.



Em li vir bang li brayên xwe yên Soranekanim û desthilatdarên hikûmeta Kurdistanê dikin ku „neyên lîztika van xêrnexwazan, nehêlin ku ev xêrnexwaz yekîtî û bratîya Kurmanc û Soranan têk bibin, nehêlin ku 25-30 milyon Kurmanc – ji bo çend nivîskar û rewşennebîrên ku kes nizane xizmeta kê û kîjan dagîrkerên Kurdistanê dikin- xeyalşikestî û dilsar bibin û ji we dûr bikevin“.



Lotikxane



Teksta daxuyaniyê ya ku Hesen Qazî ji Soranî kiriye Kurmancî û îmzakirên tekstê li jêr in:







Teksta daxuyaniyê ya ku Hesen Qazî ji soranî kiriye kurmancî, û îmzakirên tekstê li jêr in:







Grûpa Inîsyatîvê ji bo Parastina Zimanê Kurdî Ziman û alfabeya Kurdî:

Di navbera têkbirin û çareseriya zanistî de di çend mehên borî de, du konferans, li Hewlêrê (payîza 2011) û li Diyarbekirê (behara 2012), ji bo lêkolana arîşeyên zimanê Kurdî û mêzekirina li persepktîva pêşeroja wî hatin lidarxistin.

Du diyardeyên pir aşkira di wan du konferansan de cihê pirsînê ne û mirov nikare bi hesanî çavên xwe lê bigire: Yekem: Her du konferans xwenîşandanên siyasî bûn ji dêvla ku ew bibin derfetek ji bo lêkolîna arîşeyên zimanê Kurdî û peydakirina çareseriyeka zanistî ya wisa ku berjewendîya nêzîk û dûr ya neteweya kurd û zimanê wê bike pîvana sereke.

Lidarxistin, birêvebirin û heta vexwendina beşdaran li gor pîvanên siyasî ne li gor pîvanên zimanvanî û zanistî bûn.

Duyem: Herçend gelek kes ji bo wan konferansan hatibûn vexwandin, lê rastî ew e ku zimanevan, Kurdîzanên naskirî û cîdî û zanistkar nehatibûn vexwandin û aşkira hatbûn dûrxistin. Ji tevaya du sed kesan ku di konferansa Hewlêrê de beşdar bûn û sê sed kesan ku di konferansa Diyarbekirê de beşdar bûn, yên ku bi rastî dibe wek zimanvan û Kurdîzan werin binavkirin ji 10 kesan zêdetir nebûn.

Her du konferansan xebatên xwe bi belavkirina hinek tewsiyeyan, yên ku di naveroka xwe de hizirkirineke siyasî ne plankirina îro û pêşeroja zimanê Kurdî radixin holê, bidawîkirin. Naveroka wan tewsiyeyan du hêma bûn; yek ji wan hilweşandina wî zimanê edebî yê standard yê ku bi salan e bûye bingehê yekîtiya neteweyî (qesd jê soranî ye -Netkurd) û ya duyem jî sepandina alfabeya tirkî-latînî li ser ziman, kultur û medeniyeta kurdan.

Di rewşa îro ya Kurdistanê de û berçavgirtina pêşveçûnên kûr û dûr de ku di hemû waran de diqewimin, xuya ye ku hizirîna li ser pêşeroja kultur û zimanê Kurdî û danîna planekê ji bo bihêzkirin, zengînkirin û nûjenkirina zimanê Kurdî pêwîstiyeke dîrokî, jiyarî û zanistî ye. Pêşkeftin, guhorîn û pêşveçûnên bilez di hemû warên zanistî de me berpirsiyar dikin ku divê zimanê Kurdî karibe xwe li gel pêşkeftinên warên zanist û zanyariyên vê serdemê biguncîne. Xweguncandineke weha tenê bi rêya dewlemendkirin û pêşxistina wî zimanê Kurdî yê standard yê ku nuha heye tê bi cihanîn û di vî alî de gereke ezmûna Kurdistana başûr bibe bingehek ji bo hemû planên girêdayî pêşeroja zimanê Kurdî.

Ew tevliheviya zimanî û kulturî ya ku di van salên dawiyê de ji ber mudaxeleya kesên bêezmûn û kêmezmûn peyda bûye dê li ber pêşkeftina zimanê Kurdî bibe astengeke cîdî. Di heman demê de, pir girîng e em zanibin ku ne mimkin e û çênabe ku em pêşîneya hezarsalî ya zimanê nivîsînê yê Kurdî hilweşînin û kultur, medeniyet û berhemên sedansalî yên fikir û mejiyê mirovê kurd ji holê rakin û ji sifirê dest pê bikin. Her hizir û plana ku ê pêşîneyê neke bingeh û paşxan, encama wê dê me tûşî felaketeke reş ya weha bike ku hebûna netewe û nîştimana kurd tehdîd dike.

Armanceka din ya plankirina zimanê Kurdî divê tijekirina derza navbera zarava û lehceyên Kurdî be bi hêviya jihevnêzîkbûn û bihêzbûna wan di çarçoveya yekîtiya ziman, kultur, nîştiman û neteweya kurd de. Tewsiye û axaftinên wan du konferansan dikin ku derzên di navbera zaravayên Kurdî de firehtir bikin ne ku wan nêzîkî hevûdin bikin.

Divê pêşxistin, pêşvebirin û standardkirina zimanê Kurdî beşek ji siyaseta kulturî (cultural policy) be û ew bi ti awayî jê nayê veqetandin.

Cudakirina arîşeyên zimanî ji arîşeyên giştî û bingehîn yên kulturê ne tenê çareseriya wî nake lê dijwarî û astengên din jî dixe rêya pêşketina wî.

Girêdayî vê yekê, divê du rastiyên giring û bingehîn yên ku têgehîştina wan bi xwe ji bo hizirîna rast û çareserkirina durust ya arîşeyan şertek e bên tekîd kirin. Yekem: Kurd, bi giştî, gelekê rojhilatî û misilman e û ji aliyê dîrok, cografya û medeniyetê ve beşek ji wan e; duyem: Zimanê Kurdî beşek ji malbatên zimanên îrani ye ya ku digehe grûpa zimanên hindo-ewropayî. Ev sê alî bingeha nasnameya neteweyiya Kurdî û ziman û kultura Kurdî ne.

Rêxistina konferansan ji bo lêkolîna arîşeyên ziman û kultura Kurdî divê ji bo wan kesan yên ku di warê zimannasî û Kurdîzaniyê de şareza ne û dikarin li ser wan babetan bi rêyên zanistî bikolon û bihizrin klubek be. Civandina bi sedan kesan tenê ji ber ku ew dikarin bi Kurdî binivîsin yan bipeyivin ji bilî xwenîşandaneka siyasî pêve ne ti tişt e û nikare arîşeyên zimanê Kurdî çareser bike. Ew bi dehan sazî, weqf, bingeh û navendên ku bi navê kultur û zimanê Kurdî hatine damezirandin û di wan konferansan de beşdar dibin bi piranî rûyê derve yê grûp û rêxistinên siyasî ne û dibin sebebê çêbûna astengiyên zêdetir û parçebûna hêz û enerjiya zanistî ya Kurdîzan û zimanvanan.

Em yên ku ev daxuyanî îmze kirine dixwazin bi dilsozî dengê xwe bigehînin hemû nivîskar, zimanvan, ronakbîr, Kurdîzan û kulturnasên Kurdistanê û wê yekê ji bo wan xuya bikin ku arîşeyên ziman û kultura Kurdî bi wî corê konferansan yên ku heta nuha hatine lidarxistin nayên çareserkirin û pêwîst e bi awayekê zanistî û bingehî hizir li ser wan bê kirin û xebat jê re bê kirin. Di heman demê de, em dixwazin van hêmayan destnîşan bikin bi mebesta têgehiştineke rasttir û tevayî:

- Babetên zimanê standard, zimanê resmî û zimanê xwendinê dikarin di civîn yan konferansên zanistî de bên behs kirin û lêkolîn kirin û kesên şareza, bi alîkarî û pitevaniya desthilata siyasî, li ser wan bigehên lihevhatin û hevdengiyê û mekanîzmek ji bo rêxistin û bikaranîna wan bê peyde kirin.

- Arîşeya zimanê Kurdî bi hemû neteweya Kurdî û pêşeroja siyasî û kulturî û medeniyeta Kurdî ve elaqedar e. Di dema ku em bi her awayî piştgîriya hewl û xebata gelê xwe ji bo azadkirin û resmîbûna zimanê Kurdî li hemû beşên Kurdistanê dikin, di heman demê de em dibînin ku gelek giring e taybetmendiyên her beşekê Kurdistanê li ber çavan bê girtin û ti beş heqî nede xwe ku siyaseta zimanî ya xwe bi ser beşên din yên Kurdistanê de bisepîne.

- Çênabe alfabe wek armanc bê dîtin, lê ew wesîleyek û emrazek ji bo pêkanîna armanca rastnivîsîn û derbirîna dengên zimanekî bi awayekê baştir û herweha ji bo pêşkeftin û geşbûna kultur û şarstaniyeta neteweyekê. Alfabeya latînî-tirkî bi ti awayî nikare bersiva deng û fonemên zimanê Kurdî bide.

Alfabeya latînî-tirkî têra zaravaya kurmancî jî, ya ku di serî de tenê ji bo nivîsandina wê zaravayê hatiye çêkirin, nake çunkî pênc fonem di kurmanciyê de hene û ji wan re di wê alfabeyê de ti nîşan nehatine danîn. Heger em behsa kurdiya navendî bikin, heft fonem di wê de hene ku jê re ti nîşan yan herf di wê alfabeyê de nehatine danîn.

- Kurdan di dema hezar salên borî de yek alfabeya serekî ji bo nivîsandina zimanê xwe bi kar aniye û hemû edebiyata Kurdî ya klasîk bi wê alfabeyê hatiye nivîsandin. Di dema nuha de jî, piraniya tekst, berhem û afirandinên Kurdî (heta sinorê %85) bi wê alfabeyê tên nivîsandin. Di salên sîyî yên sedsala bîstan de, du alfabe li ser beşekê netewe û zimanê Kurdî hatin sepandin: alfabeya kirîlî ji aliyê rejîma Stalîn ve li ser kurdên Sovyetê hat sepandin û alfabeya latînî ya tirkî ji aliyê rejîma kemalîst ya Tirkiyeyê ve li ser kurdên Tirkiyeyê hat sepandin.

Guhorandina alfabeya Kurdî bo ya latînî-tirkî yan hizirkirina bikaranîna du corên alfabeyan di beşên Kurdistana rojhilat û başûr de ji me re xeta sor e û çênabe bi ti awayî bibe babetê behskirinê û plan jê re bên danîn.

Sepandina alfabeya tirkî-latînî lîstina bi agirî ye. Alfabeya Kurdî yek ji nirxên pîroz yên neteweyiya me ye û divê bê parastin. Wek qenaeta me û li gor tîgehiştina me ya ezmûna gelên derdorê di warê zimanvanî de, em bawer dikin ku çareseriya herî rast û zanistî li Kurdistana bakur, ya ku nuha di destpêka ezmûna bikaranîna kurdiyê de ye, ew e ku dest bi bikaranîna alfabeya Kurdî bê kirin bona ku ew di mudeta çend salan de karibin xwe ji alfabeya latînî-tirkî û kultura sepandî ya kemalîzmê rizgar bikin. Lê em, di heman demê de, tekîd dikin ku em bi ti awayî dîtina xwe li ser ti kesî nasepînin û zimanvan û Kurdîzanên Kurdistana bakur bi xwe dikarin di wî warî de biryarê bidin.

- Em ji serkêşiya siyasî ya herêma Kurdistanê dixwazin ku ew ji bo lêkolîna li ser arîşeyên ziman û kultura Kurdî tenê bi kesên zimanvan, Kurdîzan, ronakbîr, nivîskar û zanistkarên cîdî re hevkariyê bike. Di dema ku em van rastiyan ji bo tebeqeya ronakbîr û xwendeyên kurd, ne pêwîst e em bi dehan û sedan belgeyên zanistî yên ku piştgiriya hizir û dîtinên me dikin li vir pêşkêş bikin. Lê, em di çarçoveya civîn yan konferanseka zanistî de dikarin naveroka vê daxuyaniyê û hemû helwêstên xwe yên zimanvanî biparêzin.



18-8-2012

Grûpa Inîsyatîvê ji bo Parastina Zimanê Kurdî



Aso Germiyanî, Ehmed Bawer, Ehmedî Qazî, Emced Şakelî, Bextiyar Emîn, Bedran Ehmed Hebîb, Pişko Necmedîn, Cotyar Tofîq Hewramî, Xebat Arif, Rizgar Şêxanî, Refîq Sabir, Sudad Resûl, Selam Nawxoş, Şêx Omer Xerîb (Mîr Akreyî), Şêrko Bêkes, Asî Rebatî, Ferhad Şakelî, Fehmî Kakeyî, P. Dr. Fuad Heme Xurşîd, Kawe Emîn, Letîf Helmet, Muhsîn Ciwamêr, Nasirî Rezazî, Nerîman Xoşnaw



(Ji Netkurd hatiye wergirtin)



28.07.2013 05:35 | endazer

6. şairê ku li gorî ajansên başûrê kurdistanê îşev emrê xwudê kiriye û çûye ber rehma Xwudê.. çendî dixwest soranî li ser kurmancî û elîfbêya erebî jî li ser alfabeya latînî bisepîne û piştgiriya serdestî û serweriya zaravayê soranî dikir lê helbestkarek baş û serkeftî bû..

''helbestvanê navdarê kurd Şêrko Bêkes di şerê jiyanê de li hember nexweşiyê teslîm bû û wefat kir.

Li gorî daxuyaniya navenda ragihandina YNKê, helbestvanê navdarê kurd Şêrko Bêkes îro (04.08.2013) ji ber nexweşiyê li paytexta Swêdê Stokholmê wefat kir.

Bêkes demek dirêj bû li Swêdê dihat dermankirin lê di dawiyê de li hember nexweşiyê teslîm bû.

Şêrko Bêkes roja 2ê Gulana 1940an li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û kurê helbestvanê navdar Fayîq Bêkes e.

Li Bexdayê zanîngeh qedandîye û kitêba xwe ya yekem jî dîsa li vî bajarî di sala 1968 de çap kirîye.

Di navbera salên 1965-1987 de pêşmerge bû û eynî demê de jî di radyoya bi navê ‘Dengê Şoreşê’ de xebitî.

Di serê sala 1970 da di nava tevgera "Ruwange" da cîh digri. Ev tevger ji bo helbesta Kurdî rêyek nû vediki û hebesta nûjen derdekivi holê. Bi vî tevgerê di her hêlêda bêhna jîyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî çend nivîskar û helbestvanên Kurd kovarek bi navê “Rwanya” derxistin.

Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974an car din vegeriya bajêr. Lê vê carî jî hukumeta Iraqê, Bêkes ji bo 4 salan şand sirgunê.

Bêkes, di sala 1984an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû û 1986an de wek multecî çû Swêdê.

Di sala 1991an de li başûrê Kurdistanê wek wekîl dikeve parlamentoyê û sal nîvekî wezîriya kulturî kir.

Herî dawî jî navenda kulturî û rewşenbîriya Serdem li Silêmaniyê birêve dibir.

Heya niha 20 kitebên wî yên helbestan hatine çapkirinê. Kitêbên wî bi gellek zimanan -yunanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî, swêdî- hatine wergerandin.

Şêrko Bêkes du xelat wergirtine ku yek jê ji aliyê PEN Klûba Swêdê ve li sala 1987 hat dayîn û ya din jî sala 2001 li Silêmaniyê ji navenda kulturî ya Xak wergirt ku navê wê xelatê xelata Pîremêrd bû..''



04.08.2013 23:22 | endazer

7. Lê dema ku jinek kuştin

Evînek ji kîsê hemû dinyayê çû



Şêrko Bêkes

ev rist tu çaran dil û hişêmin dernakeve... Em man ''bêkes''



07.08.2013 22:50 | kelha bayê

8. Min gohê xwe da dilê axê

Ji min re qala evîna xwe û baranê kir



Min gohê xwe da dilê avê

Ji min re qala evîna xwe û kaniyê kir

(şérko békes)



Min gohê xwe da dilê darê

Ji min re qala evîna xwe û pelan kir



Dû re min gohê xwe da dilê evînê

Ji min re qala azadiyê kir



12.08.2013 20:54 | gabarî

9. Ez êşek bejn bilind im

Nerim ser milê xemekî din jî

Tenê serî rakim

Birîn li ku be

Em hev dibînin.



Ji pirtûka "Gulbijêrek Ji Helbestan"



12.08.2013 20:56 | gabarî

10. em denge xwe bidin bekes, mezekin çi dibejî;



"li iranê

çar zarokên

faris

tirk

ereb û kurd

wêneye mêrikekî çêkirin

yekem, serê wî

duwem, laşê wî

sêyem dest û piyê wî

çarem çek danîn ser milê wî"



şaîrê wer dimirin diçin ve dinyayê ku em çima namirin?



12.08.2013 20:59 | zeyd b

11. bajar



Qudis ji min re wisa got:

‘Îro tenê di navbera du saetan de

di nav sînga bajarê min de

pênce çem xeniqandin’



Hîva şeva ezmanê Santîago ji min re wisa got:

‘Îro tenê di nav saetek de

di nav serê bajarê min de

sed stêrkên min serjê kirin.’



Hespekî reş î bijsor ê Afrîkaî ji min re wisa got:

‘Îro tenê di nav nîv saetê de

li ser kevirê reş î pişta min

mêjiyê gelek mirovên min perçiqandin.’



Min jî got;

‘Birano !

Tenê cudahiya navbera me ev e

Bajarê min wisa kuştin ku, deqîqe jî pê nehesiya.



05.04.2014 23:40 | xwelî li ser

12. eger yar bavêjin derve

duduwê min dimirin.

eger nan bavêjin derve

sisiyên min dimirin.

eger azadî bînin der

sala min dimire û

ez bi xwe jî dimirim.



aax dilemin şewite



03.05.2014 23:09 | miheme faraday bero bereday

13. Helbesvanê ku kurd e û ez dixwazim ku dijminatî meke kurmancî û zaravayên kurdî ya din.



Hebêk helbestê wî ku pir kêfa min têt,



Li îran

Çar zarokên

Fars

Tirk

Ereb û kurd.

Wêneye mêrikêkî çêdikin,

Yekem, serê wî

Duwem, laşê wî

Sêyem, dest û pîyê wî

Çarem, çek da ser milê wî.



Kirmanckîya wî:

Îran de

Çar zarokê

Fars

Tirk

Ereb û kurd.

Wêneyêke mêrikêkî virazenê,

Yewin, serê ey

Diyin, laşê ey

Hîrêyin, dest û lingê ey

Çarin, çek da ser milê ey.



Wergerinêr/çarnayox: endazyar.



05.11.2014 13:28 | endazyar

14. Helbesvanê ku welidî li süleymaniye, kurd e û li 1965 tevî radyoyê dengê kurdistanê bûn.



05.11.2014 13:54 | nivîskarê bêkes

15. Xwediyê vê helbestê:



Eger karibî

Guliyên vî baxî

Yek bi yek bijmêrî

Eger karibî

Hemû masiyên gir û hûr

Yên nav çemê pêşberî xwe bijmêrî

Eger karibî

Dema koçberiya teyran

Yên ber bi jêr û ber bi jor ve

Yên ber bi jor û ber bi jêr ve

Yek bi yek bijmêrî

Wê demê ez jî soz didim

Heçî qurbanên

Vê axa şîrîn ya Kurdistan

Yek bi yek bo te dijmêrim.



Şêrko Bêkes



07.12.2014 04:56 | xendekî

16. Di 2ê gulana 1940nî de li taxa Goyjeya (bnr: silêmanîyê) hatiye dinê. Hemû perwerdeya xwe li Silêmanîyê û (bnr: bexdayê) kuta kirîye. Bêkes ji 17 salîya xwe de bi wekî cara pêşîn helbestên xwe di (bnr: kovara jîn) û (bnr: kovara silêmanîyê) de belav kirîye. Li bexdayê zanîngeh qedandiye û pirtûka xwe ya bi navê (bnr: trîfey hellbest) derxistiye. di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bûye lê heman demê de di (bnr: radyoya dengê şoreşê) de bername pêşkêş kirine. Piştî têkçûna (bnr: şoreşa îlona 1974) an bi aliyê dewleta îraqê ve hatiye sirgunkirin.
Şêrko Bêkes di sala 1984an de tevli şoreşa başurê Kurdistanê dibe û dîsa vedigere pêşmergetiyê. Ji sala 1986an de diçe li Swedê bi cih dibe. Tevli PEN'a Swedê dibe.
Di sala 91-92'an ve vedigere û bi wekî parlementer dikeve meclîsa kurdistana li başûr lê paşê dîsa dihêle û vedigere swedê.
Bona xwînerên Bakurî bi aliyê (bnr: weşanxaneya ronahî) ve gelek helbestên wî bi navê "ji başûr barana helbestê" hatiye çapkirin. Jixwe min agahiyên li jorê ji vê pirtûkê girt. Bi rastî min pêşiyê çend helbestên wî xwendibûn û bi wekî helbestkarekî xwekuştî nas dikir. Lê di vê pirtûkê de dibê ku şêrko bêkes bi penceşêre mirîye.

rûpela duyemîn a vê pirtûkê de zarokekî Şêrko bêkes çend gotin kirine lê xwezila hişmendiya xwe ya mêrane bo xwe veşartiye. Te bibêjî bi hezaran jinên kurd li ser qendîlê û hemû çiyayên kurdistanê canê xwe nedane,hê jî nadin wî "efendîyî" wiha dest pê kirîye: "Ey "Kurên" bakurê welatê min, hûn hevalê azar û hêvîyên bavê min in........." Min kir ez hema bibê'm: haaaayna qurbana binê pîyên jinên kurd bî!



04.04.2018 21:42 | jifêzagorda

17. Şêrko Bêkes - Piste Pistek (Hemoyê Piçûk)
êvar bû
hemoyê biçûk î boyaxçî
li quncikê meydana mezin
li nav dilê bajarê şamê
serê westiyayî tewandibû
wek firça nav destê xwe
laşê xweyê zirav bilez bilez
dihejand.
hemoyî biçûk î eware
di ber xwe de

bi piste pist ev digot:

tu mamoste piyê xwe deyne!
tu bazirgan piyê xwe deyne!
zabit… casûs… leşker… celad mirovê baş…û mirovê pîç…
hûn hemû!
yek li pey yekî piyê xwe deynin
kes nema
tenê xudê ma
ez bawer im li wê dinyayê jî
xudê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe
wê gazî kurdekî bike
kî dibê
“ew kurd ne ez im”
ax dayê!
tu dibê pêlavên xudê çi qas mezin bin

çend numre ne lingên wî?

lê ji bo pere!
dayê tu dibê wê xudê çiqasî bide



28.03.2019 19:52 | hesinkar

18. Helbestvanê ku ji silemanî bû , bi zaraveye soranî dinîvisand. Helbesta wî ya ku bi navê Canî canan gelek xweş e.



02.03.2021 15:59 ~2023.07.01 12:32 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêrko bêkes
» bêkesiya tirşikê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî