Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
kovara laser - tirşik
kovara laser
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi nameyê laser, hetê wendekarê unîversîteya çewlîgî ra yena arêkerdene û çapkerdene.



hema tena yew hûmara na kovare vejîyaye. na kovare weşanê xo hem bi zazakî/kirdkî hem zî bi kurmancî kena.



Şima şênê na kovare tîya ra peyda bikerê.

Here lînkê



21.06.2015 16:11 | endazyar

2. ev kovara ji aliyê xwendekarên beşên kurmancî û zazakî yên zanîngeha çewlîgê ve, di bin sîwana klûba ziman û wêjeyê de ku ji aliyê heman xwendekaran ve hatiye damezrandin, tê derxistin.



di heman demê de yekem kovara xwendekaran a bi du zimanî (zazakî û kurmancî) ye.



heta niha tenê hejmarek weşiya ye. salê du hejmar dê biweşin bi weşandina hejmara didoyan re. niha amadehiya çapa hejmara duyem dikin.



bo wêne Here lînkê



28.12.2015 01:59 ~2015.12.31 23:34 | subasi842

3. kovara ku wê bi awayê pdf bê weşandin gelo ? an jî wê tenê li çewlîgê berdest be an wê li paytextê* jî bê firotin ?



28.12.2015 02:12 | brusk56

4. brusk56, laser wek pdfê naweşe lê li hemû kurdistanê û tirkiyeyê tê peydakirin, herwiha li ser vê malperê jî hûn dikarin peyda bikin Here lînkê



28.12.2015 22:38 ~22:39 | subasi842

5. Kovara ku îro hejmara duyem gihîşti destê min e. Li gorî hejmara yekem profesyoneltir e û nivîs jî zêde bûne. Wêneyê bergê di vê hejmarê de jî xweş hatiye hilbijartin. Temamî 80 Rûpel e. Û hejmara nivîsên Kurmancî û Kirmanckî jî wekhew xuya dike *



26.04.2016 16:45 | gulêê

6. Çawa ku min bihîst hejmara wê ya 3yan 500 heb derketiye û hema bêje hemû li Çewlîgê hatiye firotin. Ev hejmara ku hevalekî da min 45 rûpel e û nivî zazakî (beşa pêşîn) nivî jî kurmancî ye. Cihekî mînanî Bîngolê biçûk bi dînamîka kovareke bi vî rengî ve tête kurdîkirin. Destxweşî bo her kesê ku keda wî tê de heye.



07.08.2017 12:21 | serhednişîn

7. kovara, hîna min bi dest nexistiyê. Bi çavlêketina qapaxê min gotibû qey kovareke li ser teknolojîyê amade kirine û navekî bi îngilîzî lê kirine, mîna kovara yekem a derûnnasiyê psychology kurdî.

Ya rast, bi vî navê mirov dikare nexweşxaneyekê jî veke. “Çav laser hospital” Wekî nimûne: Meha berê ez çûm “çav laser”ê, min çavê xwe lazer kir, kovarê jî belaş dane.



24.06.2022 09:29 ~09:36 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara hawarê
» laserasyon

Kategoriyên mijarê:: kovarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî