Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hola êzîda - tirşik
hola êzîda
(16) (4) (6)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê nû yê tirşikê ye. bi navê wî meriv dibê êzidî ye. bi xêr hatiye.



17.06.2015 15:29 | berxweda

2. li gorî agahiyên profîla xwe, li berlînê ye. bi xêr hatiye. belkî yekemîn nivîskarê ji dîasporayê ye.

(em cînorek û dijber dîaspora nahesibînin, ew ji wî milê dinyayê ne)



17.06.2015 21:03 | simurg56

3. nivîskarê dibe navê xwe şaş nivîsandibe rastîya wî ola êzîdîya be dibe jî kêfî jî wisa nivîsandibe werhasil bi xêr hatîye.



17.06.2015 23:37 | shorbevan

4. nivîskarê ku hêvî dike îslam jê re bêje "erê wê hemû mirov herin cinnetê. misilmantî, xweda, perestin û hwd. ne formalîte ye."



19.06.2015 23:25 | simurg56

5. Ew jî kurd e em jî kurd in.ol tiştekê wîcdanê ye.divê dev ji dijminetî ya islamîyetî berde.bila birneke pyd pdk mislimanin,gihane hewara şingalî.anha jî kampekê êzîdîyan sêrtê he ye.çi alîkarî destên me hatiye me ji bo wan kirye.me ne got ola wan ola şeytanî ye.(ku em zanin ne wisa ye jî)bi şexsîyeta xwe bila êzîdîyan ji çawên me reş neke.



20.06.2015 01:00 | ronahî

6. nivîskarê ji misilmana tije bûye hetanî qirkê lê mafdare xuyaye ku êzidîye û di vê ferqêdaye ku ezîdî û yahudî....heqê jîyanê tuneye ji wanra ji alî hinek misilmanada.



20.06.2015 01:30 | shorbevan

7. Hol Hola Siltan Êzîdê Sore



20.06.2015 01:49 | hola êzîda

8. Xuyaye ronahî ji min aciz buye. Eslê wê ji mala adiya ye



20.06.2015 02:22 | hola êzîda

9. Em eslî xwe inkar nakin.her derî dibijîn eslî me çîye ku bi vî jî serbilindin.lê dijminetîyan olan tukesî nayê ji êzîdîya qet nayê



20.06.2015 03:12 ~03:12 | ronahî

10. kê dijminatî kiriye vira?

(bnr: dojeh di ayetên quranê de)



20.06.2015 03:19 | hola êzîda

11. (bnr: don't feed the troll)

(bnr: trollan xwedî nekin)



20.06.2015 08:54 ~08:58 | simurg56

12. nivîskarê ew ronahî, hogir elegez, aynştayn, simurg56 û çendhebê din jî hene navê wan nate biramin li gorî formatê na nivîsînin tu dibê qey hatine malpareka chatê ez cardin we nebînim ez bibînim ezê berê entryê we jê bibim paşê we girêdim çend dara li wexim û dawîya dawî ezê we sürgün bikim allah wekîl min acis nekin zû herin formata tirşikê bi xweynin.



20.06.2015 14:56 | shorbevan

13. troll e.îxtimalek mezîn êzîdî ninû û dike ku hesûdiyek di navbera kurdên misilman û kurdên êzidî derxine.



20.06.2015 15:03 | kaşanî

14. tirşikvanekî ku tim di destpêka nivîsa xwe de pênasek datîne, çawa format jê dixwaze. Lê mixabin ew ji aliye misilmanan bi trolltiyê û binpêkirina formatê tê sûcdarkirin.



20.06.2015 15:04 | hola êzîda

15. trooleke. armanca wî cûda kirina misilman û êzidiya ye. ev rewş ewqasî mezin bûye ku êdî kurd giş ketine min navê misilmanan. yanî li gorî wî kurd misilman in û ji xwe êzidî jî êzidî ne.



bila bizanibe tiştekî werr tune ye. erê pirraniya kurdan misilman in û misilmanê rijd in. ji bo misilmanetiyê ermenî kuştine, asûrî kuştine, keldanî kuştine û heta nesekinîne birayên xwe yên êzidî jî kuştine. lê bila bê zanîn ku kurdan ev tişt ne ji bo kurdayetiyê kirine. ev tişt ji ber misilmanetiya bi dek û dolaban ve hatine kirin. heqê wan e ku agir ji wê misilmanetiyê bibarînin (ji xwe ew ne misilmanetî ye, ji ber şîrovekirina îslamê ya bo menfe'etê ew êdî minafiqî ye.)



û daxwaza min ji hola êzida jî ev e. ji xwe me van qir û fen û fûtan dizanin. tu jî ji kerema xwe re ji me re behsa êzidibûnê, êzidiyatiyê bike. tiştên wê yên baş û yên nebaş derxîne holê. bi vî awayî em ê jî êzidîbûnê nas bikin. em tije agahiyên şaş in. ji xwe a mezin jî em dibêjin êzidî ji xwedê bawer nake û ji şeytên(melek tawis) bawer dikin. di vê rewşê de em ê çawa êzidiyan nas bikin?



20.06.2015 19:14 | berxweda

16. Armanca wî qet ne trooltîye. Ma ev karê trollaye (bnr: lêkolînvan)? (bnr: ethnocentrism)

hema em Hola Êzîda û mesela kurd/êzîdî deynin alîkî; îcar kesên ne kurd nikarin bibin tirşikvan? Tek milet? Tirşik bûye tek şînkayî? Ji vî mejyê xwe yê hişk û teng derkevin loooo.

Xuyaye gelek tesîra pdk û barzaniyan li hişmendiya tirşikvanan bûye.



20.06.2015 21:59 | hola êzîda

17. dibe ku armanca wî ne trooltî ye. lê li gorî wî êzidî ne kurd in. û kesên ku wek wî nafikirin jî bandora barzanî mane. lê xelet difikire. ka ji mer bêje ezidî bi kurmancî diaxifin an na? an jî ji me re bêje têkiliya nijad û ol çi ye ? heke kurd navê ji piştî misilmanbûyina êzidî ye, wî wext kurdên ne misilman ( ne jî êzidî) kî ne ?



dikare xwe kurd nabîne, jixwe kes jî nikare tiştek bêje. lê dev ji teoriya xwe ya kurd-ezidî berde. ji ber ku bêmantiq e.



her wiha ez bawer im ku li vir pir kes dixwazin hînî ola êzidiyan bibin. ji kerema xwe re derheqê ola êzidiyan ji me re piçêk daxuyanî bide.



ew muzîka ku ez pir hez dikim jî ji min were hola êzîda.







20.06.2015 22:12 | endazyar

18. Niha 4şem tv veke tu yê tiştna bibîne.



20.06.2015 23:01 | hola êzîda

19. nivîskarê nizane ku kurd neyarê hevin, bixwe bixwe hev di kujîn, kurdîstan kirine çar perçe, gelê kurd yê misilman jî yê ezîdî û yên din jî perîşan kirine... bes bira gazina bike em jî weka wîne ji misilmana tije bûne lê ka em çewa bikin.. hima bira ji bû xatir û qedrê melekê tawis, û şêx serfedîn û beyta laleş bike bira di tirşikêda propaganda ji bû perçebûna gelême neke kurdîstana çar perçe ew neke pênc şeş perçe.



21.06.2015 14:46 ~22:25 | shorbevan

20. Nivîskarê ku xêr hatiye * rengek nû ye bila herdem li vir be *



21.06.2015 14:55 ~14:56 | brusk56

21. Kêfa wî gelekî ji tirşikê tê. lê mixaben, ew rastî êrîşên tund û tûj tê (bnr: terora psîkolojî) ji aliyê tirşikvanên radîkal tê.



21.06.2015 19:07 | hola êzîda

22. li tirşikê bi kêfxweşî hatiye pêşbazîkirin lê ew bixwe ji sibeh heta êvarî êrîş û îftîrayên bêqalîte û bêbingeh dike. mirovan bi pedofîlî, kujerî û hemû tiştên din yên gemarî tawanbar dike lê yê gilîker dîsa ew bixwe ye.



21.06.2015 19:37 | simurg56

23. eger wî tiştek ji bêrîka xwe derxistibe, hingê ew neheqe. ê?



21.06.2015 19:50 | hola êzîda

25. rêvebiriya ku fermana vekişandina berî jin zarok kal û pîr dide, bi namûse. Ew kesên wan jin zarok kal û pîr diparastin jî bênamûsin? Dîsa dengê def û zirna Barzanîciyan hat haaa



21.06.2015 19:56 | hola êzîda

26. xwe ji tirşikê vedikişîne

(bnr: rûdaw: li şingalê xwevekişandina taktikî)



21.06.2015 20:03 | hola êzîda

28. xwediyê zimanek dûrî rêzgirtinê ye û piraniya fikrên wî jî ji pêşdaraziyan pêk tê:



- me weke barzanîcî bi nav dike lê ger peyamên min xwendibûya wê bizaniya ku nêzikî pkkê me.

- kurdan û misilmanan bi kujerî û bêxwedîhiştina êzidiyan tewanbar dike lê nizane ku urdên hatibû n fermana wan piranî misilman bûn. dîsa dema hatîn tirkiyê jî gelê kurd yê ku li wan xwedî derketin misilman bûn. dîsa nizane ku di nav kesên li vir ji bo alîkariya şengalê kampanya dan destpêkirin de dîsa misilman jî hebûn: kampanyaya tirşikvanan ya ji bo piştgiriya şengal û rojavayê

- behsa kurdnebûna êzidiyan dike lê ji bo vê yekê ne xwediyê çavkaniyên zanistî ye.

- besa pedofiliya misilmanan dike li di pirtûka pîroz ya misilmanan de tiştek wisa tune.

û hwd.



welhasil ji bêrikên xwe gelek tiştan derdixe lê me pêşîn jî gotibû trollan xwedî nekin

ger ne wis bûya ev mijar hemû jî hêjayî gûftûgoyê ne. lê bi weke însanan.



21.06.2015 20:56 | simurg56

29. - xwedê (eger hebe) xêra herkesî qebûl bike, bê firqiya dîn û hertişt.

- xwedê (eger hebe) bi hemû şervan êgît mêrxas jinxas şêr û piling re bin. Şehîd taca serê me ne helbet. (gotina şehîd cem êzdya nameşe, ji ber têgehek îslamî ye, em dibêjin cangorî).

- ez zanim kê çi kir û kê çi nekir

- cavkaniyên zanistî gelekin

- kecikên 14 salî di stranên êzdya de jî hene, min tenê swr we negiotiye. eyşika hemed tenê mînakek bû. Di sirat resulalah û hedîs de dibêjin 7 salî bûye. rast nerast kî zane lê ev 1200 sal hedîs bingeha qanûna cihana îslamî ne. hûn reformatorên takekes herin ji misilmanan re bêjin dev ji hedîsan berdin, ji xwe ez êzîdî me.



21.06.2015 23:40 ~23:49 | hola êzîda

31. nivîskarê wî li halê wî bihêlin ew jî wekî meseleya mirîyaye dibêjin meriv çiqas mirîya mizdide hewqas tirra dikin ew jî ewe gere meriv zêde wî nede xeberdan.



21.06.2015 23:57 | shorbevan

36. xatirê xwe ji we hemiyan dixwaze. ji ber ku karekterê wî û vanê din qet bi hev nakeve. xeydok û dilmayînok û tirşok nahêlin ew rihetî karê xwe bike. hema tiştê herî kêm bila bersiva wî nedin û wi aciz nekin. (bnr: xwedê xeydoka nexeyidîne)



22.06.2015 01:03 | hola êzîda

37. oxir be. *



22.06.2015 01:07 | endazyar

38. merax meke me tû zaten sîlmîş kirî.

bi aklê xwe yê sivîk te kir ku êzîdîyan li vir reş bikî. lê tû trollekî.

em trollan baş zanin. êzîdî jî em in misilman jî emin. em dizanin çava her çawên xwe hez bikin. de here bi duran kalkan we li ser çiyayê qendîlê bi tirkî biaxive.

bila kemkî destê te miste.



22.06.2015 01:48 | kaşanî

39. kaşanî, pêlava Duran Kalkan li ser serê te ye. û êzîdî cilsipî ne, tu jî bextreşî. me tenê pirsek kir meriv çawa hesab sîlmîş dike, pirsek normale, lê tu ne normale



22.06.2015 02:03 | hola êzîda

40. bi rastî jî nivîskare yan trolle, kî ye, heye yan tuneye, kurd e yan na, heta êzidî ye yan na nizanim... ez ji xwe gelek caran misilmaniyê rexne dikim, rexneyên min xweşa gelek kesan jî naçe, heta ji ber rexneyên min hêrsa gelek kesan tê û heqeretan jî ji min dikin. yanê parastina misilmaniyê ji min re nemaye. lê heya niha min kesek nedît ku wek vî nivîskarî rexneyên bê manê û ya girîngtir jî rexneyên nelazim dike.



daxwazeke min jê re heye û ger qabûl bike ezê pir kêfxweş bim. xuyaye ku rexneyên te yên li hember misilmaniyê yê berdewam bike. çend peyamên wî de jî min dît ku pkkê diparêze. ji kerema xwe re êdî pkkê jî neparêze. kesên ku wek te dema ku pkkê diparêzin û vedigerin misilmaniyê rexne dikin, tenê dibin sedema reşbûna pkkê. yanê dema ku civat kesên ku wek te dibînin, dibêjin "lê binêre, hemû pkkyî wisa ne". bavo temam misilmaniyê rexne dikî bike, qet nebe di şexsê xwe de pkkyîyan reş neke...



23.06.2015 15:44 | nazim tolhildan

41. nivîskareke ku tiştek ji bêrîka xwe dernexistiye. eger rast derxitibe, bila tirşikvanên din li gorî formatê mijarê serrast bikin. ev ferhengek înteraktîv e. mijarên "bê mane" û "nelazim" hene di ferhengekê da? civat çi bêje çi nebêje, hola êzîda dimîne tirşikvanek azad. bila pkk di daxuyanîyek fermî di televîziyonê bide û bêje ku ew êzîyên ku îslamê rexne dikin qebûl nakin. wê çaxê gûftûgo wê bi awayekî din berdewam be.



23.06.2015 16:15 | hola êzîda

42. nivîskarek pir bi aqile lê pir ne bi mantiqe çavê wî timî li îbnetîyaye

(bnr: :)





edît: not: bira îbne şaş fehm nekin hurmeta me ji wan ra jî heye..



23.06.2015 16:21 ~16:46 | shorbevan

43. îcar yekî ku pkk diparêze nikare îslamê rexne bike? (bnr: mafê azadiya derbirrînê)



23.06.2015 20:24 | hola êzîda

45. ji aliyê derqamij rastî rexneyên bêbingeh tê. behsa nasnameya xelkê dike. bûye wek tirkan, ku behsa nasnameya kesên ne tirk dikin. lo de ji her nasnameyê re rêz bigre, ew jî bila rêz ji nasnameya te re bigrin. û tu sax. rexne mafê her kesî ye, her alî ye. derbarê şeytên, derbarê ayetan, derbarê her tiştî de.



23.06.2015 21:27 | hola êzîda

47. zane ku ji vî zimanî re herwiha kurmancî jî tê gotin. û ji kurdên bi şeref û namûs hez dike.



23.06.2015 22:48 | hola êzîda

49. baş e qenc e lê zêde zêde zorê dide entryan yanê gelek entryên camêr ji eyar ketî ne, ne bo dêrê ne jî bo mizgeftê ne, bêhna trollî jê tê lê bila xwudê bi xêr ke*



07.07.2015 00:09 | ferhenga şikestî

51. êzîdî ye. ne erebe ne almane ne kurde ne tirke ne faris ne nizainim çi ye. ji ber vê jî ne bo dêrê re û ne jî bo mizgeftê re dibe. tenê ji qubê re dibe. quba xas û çakên êzîdiyan. ewê dîsa formatê bixwîne ji ber gilî û gazinên tirşikvanan ji wî hene. berxwedan jiyan e.



07.07.2015 01:55 | hola êzîda

52. potansiyela faşîzm û bêtehemûliyê ya di dilê gelek nivîskaran de derxistiye meydanê û daye ber tavê, bi kurmanciyeke fesîh dinivîse, çavkaniyên ku jê vedixwe -bi baweriya min- şêlo ne, cihê ku pal û pişta xwe dayê û xwe pê girtiye leq e lê retorîkeka wî ya xurt heye, dikare bersiva xwe bide..

çawa pirraniya kurdên misilman nasnameyên xwe yên dînî didin pêş nasnameyên xwe yên din ên etnîkî, qewmî û malbatî, normal e ku kurdeke êzidî, elewî, yarsanî ûhwd. nasnameya xwe ya dînî bide pêş nasnameya xwe ya kurdbûnê, mafê wî ye ku xwe kurd nebîne û qebûl neke.. nasnameya kurdbûnê li ser yekî ferzkirin eger ew kes ji heft bavê xwe de kurd be jî faşîzm e, û ji ber vê helwesta wî cih lê tengkirin an tehn û mineta xêr û qenciya xwe lê kirin jî bêtehemûlî ye..



li ber dilê min deh qetî ji wan kurdên ku bi zimanên biyanî heta êvarî behsa kurdbûn û kurdistanê dikin lê bi xwe re nabînin xwe bielimînin çend lefzên kurdî çêtir e û biqedr û qîmettir e..



07.07.2015 03:50 | endazer

53. rebenê hêjî ji ştrê qey wîda ez moderatorim xuyaye jimin bizdîyaye lê ez jêra îtiraf dikim ez ne moderatorim û xwedê neke ez moderatorbim.



07.07.2015 14:17 | shorbevan

54. nizane derbarê çi de çavkanî jê tê xwestin.



07.07.2015 22:39 | hola êzîda

55. mafê wî ye jî xwe tenê êzîdî bibîne, eger heftêûheft bavê xwe ve êzîdî be. herwiha mafê wî ye, xwe wek kurd bibîne, eger heft bavê xwe ve êzîdî be. lê ew li ser eslê xwe dimîne û xwe kurd nabîne.



08.07.2015 00:27 | hola êzîda

57. ji gelekan re silavek taybet şandiye lê kesek xwe aciz nekir, tenê yek bersivên tûj dide û meriv mecbûr dike ku hîn tûjtir lê vegerîne. îcar pirsgirêk li aliyê kê de ye, hûn ji xwe re binirxînin



08.07.2015 01:05 | hola êzîda

58. Dema tê gotin êzîdî kurd in faşîst bun e lê dema ew bîjê êzîdî ne kurd in ne faşîsbun e.dema ew reşkirna islamê dike ne ecêb e.lê heman tiştî em bikin (ku xwedê ne ke) ecêb u şermekê mezin e.wele babo xweş bazar e.



08.07.2015 01:11 | ronahî

59. tu caran olên xelkê reş nake, tenê rexne dike. rexne kirin tiştek e û ji mafekî bêtir wacibek e civakî ye. û reşkirin û heqaret tiştek din e. eger yek entriyek hebe ku reşkirin tê de hebe, ez ê lêborîna xwe bixwazim. lê ez bawerim tune ye.



08.07.2015 01:17 | hola êzîda

60. rengekî cuda ye lewma jî ji hebûna wî kêfxweş im, ez hez nakim ku mîna zarokan serê carê behsa formatê bikim, mirûzê xwe tirş bikim lê ez çi bikim simurg56 axa ez kirime moderator lewma pêwîst e karê xwe bikim

ez ji vî birê xwe rîca dikim heke şîroveyên xwe bêtir li gor formatê binivîse û eyarekê bide entryên xwe yên berê wê gelek sûdewar be bo me.

û ez iddia dikim ku heke wilo bike wê bibe populertirîn nivîskarê tirşikê, çimkî ev potansiyel pê de heye

ji kerema xwe vê mijarê (bnr: formata tirşikê) carekê bixwîne



08.07.2015 01:25 | ferhenga şikestî

63. ê hêdî hêdî entryên dijî formatê sîlmîş bike. sonra em ê bibînin ka moderator çawa konûşmîş dikin.



08.07.2015 13:12 | hola êzîda

64. nivîskarê ku hol hola wî ye, de lêxe hola êzîda. lê hinekî rehet, sakîn, aram.



08.07.2015 21:01 | xendekî

65. nivîskarê tiştina ji kîdera xwe derdixe nizanim. di vir elegez/71665 gotiye. peyva "ha" ji bo dewaran tê gotin. wele li qisûrê menere ê ev tişt hînî te kiriye dewar e. em heta ji dê û bavê xwe re dibêjin "ha yadê" "ha baba".



dibe ku kesê ev tişt hînî wî kiribe ji dewariyê jî fahm nake ye. li herêma me ji bo dewar û heywanan peyva "ho" heye û bi tena serê xwe tê gotin, piştî wê tu nav nayê. tew di ser de ev tişt devokî ye û li hêla botan peyva "ho" wek "ha"ya me ye.



li gorî min divê ji bo vê neheqiyê lêborîna xwe bixwaze..



edît: ev nivîs ji ber şîrovekirina nivîskar hatiye gotin. ne ji bo fikrên şexsê nivîskaran..



08.07.2015 22:29 ~22:46 | berxweda

67. tenê gotinên elegez derbarê "ha" û "dewar" vegotiye. ew ne gotinên wî bûn.



08.07.2015 22:40 | hola êzîda

68. nivîskarê ez êdî tenê nivîsên wî yên çandî dixwînim e. ji nivîsên din tenê îdeolojî û demagojî difûre.



12.07.2015 17:15 | berxweda

69. (bnr: don't feed the troll)



12.07.2015 21:09 | hola êzîda

70. trol e, ne trol e nizanim. lê ew nivîsa wî ya li vir hînbûna tirkî/71529 min dîtiye vir ve ji min re bûye kul û derd. kesê bi hawiyekî tirkmancî dibêje "li zora min diçe" bila nebêje ez dixwazim tirkî hîn bibim. jixwe an tirkî dizane, an jî li derdorek tirkî û kurmancî dibe çeqilmast maye. ma ne ku "zora min diçe" "zoruma gidiyor"a tirkî ye?



13.07.2015 23:28 ~23:32 | fethî ronî

71. nivîskarê carna bi peyamê xweyî bi meriv dikene û silava xwedê ji meriv kêm nake xwedê pêxember jê razî.

nivîskarek ecêbe ez di derbarê wîde ketime gumana ez dibêm kurdekî bakure û berê dibe di tirşikêda nivîsandibe.

xweyê vê peyama tirkîye

"neyse, ev mesele gelekî kûr e, felsefeyek zor e. ancax meriv misilman be ku fam bike."



13.07.2015 23:54 ~2015.07.14 00:00 | shorbevan

72. Nivîskarê ku nifşa bavê wî hemû tirkî zanin. Lê ew li almanya mezin bûn, tirkî nizanin. Lê dibe ku bandorên tirkî li ser zimanê me hebe. Ma ne berî 30-40 sal em jî li wê cihê we ya niha bûn.



14.07.2015 01:06 ~01:15 | hola êzîda

73. nivîskarê xwediyê helbesta axa çû.



14.07.2015 23:40 | hola êzîda

74. Nivîskarê ku Da'wa modaratoriyê dike. divê yekî êzîdî jî bibe modarator. gelo dê misilman wî bikin modarator?



15.07.2015 00:21 | hola êzîda

75. nivîskarê pêwiste dilopek av bi devê wî nebe. çima? heq nake.inca radibe ji me dewa moderatorîyê dike jî bû bibe moderator gere di qûlika derzîyêda derbas bibe an heft teşt nanê tendûrê bixwe... wisa rihete qey bûna moderatorîyê.



15.07.2015 01:31 | shorbevan

76. niha bûye moderatorê tirşikê. destxweşiya hemû tirşikvana dike. hûn her hebin.



15.07.2015 22:56 | hola êzîda

77. nivîskarê ku hê shorbevan nasnake tê pêra kapa daveje tiştê jê hîn dike dilê wî heye bi faîz bidê..

(bnr: bimeş bimeş)



16.07.2015 21:56 | shorbevan

78. nivîskarê ku dipirse: wax, çi bi vî shorbevanî hatiye?



18.07.2015 14:26 | hola êzîda

79. (bnr: ?)



18.07.2015 16:06 | shorbevan

80. pirr beredayî ye..

hama bêje di hemî entryên xwe de ji bo misilmanan heqeretan dike, dilê xwe yê sêwî pê van tiştên berredayî rehet dike, tatmîn dike..

dema yekî were ji bo êzîdiyan heqeret bike wê dîn û har bibe lê ew bixwe tu rêz li ber misilmanan nagire bi tenê bi devê xwe yê kirêt xebera dide..

yav birê min em zanin tu êzîdî yî, me fêm kir lê bes xwe bihetikîne, piçekê asoya xwe firehtir bike, bi xwudê dinya ji te re jî namîne..

ji bo ehmeq û korfêman not: ez dîndar nîn im, hetta ber bi deîzmê ve diçim, yanê dema we rexne kir hay jê hebin, da ku li ser qûna rûnî nekin

ji bo ehmeq û korfêman not2: ne êzîdîtî ne jî misilmanî ne xema min e lê ez heta hetayî rêz li ber wan baweriyan digirim, di çavên min de giş eynî ne, misilmanên me çiqas paşverû bin, êzîdîtî jî ewqas paşverû ye, tev tije hûrafe ne û hew!



29.07.2015 14:30 ~14:32 | ferhenga şikestî

81. nivîskarê ti sebr û tebata ferhenga şikestî nehiştîye edî ferhenga şikestî pîyê xwe li mesê xistîye ti pêvajo nehiştîye û ferhenga şikestî rast dibêje em li pişta wîne bê mehne bira hola ezîda rexne bike lê belê heqaret neke.



29.07.2015 16:02 | shorbevan

82. nizane çima ewqas kurd ewqas bi hêrs in, yaw. ez bawerim wan ê min bixwara. hola êzîda niha fam dike çima êzîdî wek êzîdî di nav kurdan de nikarin bijîn û tim reviyane.



30.07.2015 13:43 | hola êzîda

83. hêrsa çi halê çi? û reva çi halê çi?

birê min tu meseleyê manîpule dikî, gelek kêfa min ji êzîdiyan têt, ji ber ku kurdên resen in ango wek kurd mane, mi di entrya xwe ya ewil de jî û ya duyê de jî bo hatina te kêfxweşbûna xwr bi lêv kiribû û xweşhal im bi hebûna êzîdiyekî ya di tirşikê de lê meseleya min tiştekî din e.

her çiqas hesasiyetên te û yên êzîdiyan hebin jî ewqas jî yên misilmanên kurd hene lewma jî gotinên te wan tund dike, tiştê ku tu aniha dikî fîtne û fesadî ye, tu tim heqeretan dikî jiyana wan didarizînî û wek min cara berê gotibû ezê cardî bêjim ez kurdekî sekuler im, kiryarên misilmanan û tevgerên spastîk yên misilmanan ne xema min in, tu dev diavêje baweriya wan û piçûk dixînî, problem ev e.

ha were li vir heta ji te têt qal û behsa ezidiyatiyê bike, behsa çanda wan bike, rastî û şaşiyên wan vebêje, qala rabûn û rûniştin û edetên wan bike bila bejn li me dirêj be

wek gotina dawî, bo min ya girîng kurdbûn e, yên dî teferuat in



30.07.2015 18:02 | ferhenga şikestî

84. aresto momentum! riya merlîn, berçavka miyazaki! wey lo lo hun li vir çi kirine law! tofan li vira rabûye, ecêb e carekî jî çavên min li vir neketiye. minê bigota ka vî tirşikvano li van rojan nigên xwe li malperê nade qey, çi li serê wî hat ma mere ji ber xatirê silav jî nade! eyb e lo, hinek fedî bike. *



bira kes dest li vî mêrxasî nedin an na ezê şûra Gryffindor dînim ber xwe û bi pistepista confringo cezayê we bidim. hay j'xwe hebin! * * * *



17.09.2015 01:50 ~01:52 | biruya hayao miyazaki

85. misilmanê bira min ji dîn û îman dernexe...



25.09.2015 21:58 | shorbevan

86. duh li mijara 24.09.2015 li hecê mirina 700 heciyan wisa henekê xwe bi mirina 700+ kesan kiriye;

"dibêjin îsal pir kevir avêtin ji şeytên re û şeytên aciz bû pirr qeherî. bila êdî rê bidin şeytanperestan ku ne kevir lê gulîlkan bavêjin ji şeytanê bi hêja re. bila kesek heqaret û neheqî li şeytanê birûmet neke. êdî bese lawooo, heta kengî?"



lê îro di mijara şerê kurdan û êzîdiyan li kampa akrê xwe dike humanîst û mirovperwer.



encax faşîstên tirkan dikare bikeve nakokîyek evqas kûr.



25.09.2015 22:11 ~22:16 | simurg56

87. Derbarê qezaya hecê de ne henekê xwe bi qurbaniyan kir, lê rexneyek kir. Heta îro ji me re dibêjin şeytanperest û diherin li hecê keviran diavêjin ji "şeytanê me", û ji dêlva hecî mesrefa xwe bidin qurbaniyên daeş, û Siûd A. Jî wan cadirên li hecê têra milionan însanan bidin pênaberan, binêrin çi dikin.



25.09.2015 23:07 | hola êzîda

88. dixwaze hin nêrîna xwe derbarê tawanbariyên sîmûrg56 yên pir giran bibêje:



em rastî bêjin, kuştina êzîdiyan ji wan hecîyan re normale ji ber ku gorî fikra wan êzîdî seytanperestin, li wira jî kevira diavêjin ji şeytan re. yanî gorî fikra wan, ew diavêjin ji êzîdiyan re. de îcar ji xwe re bifikire. bifikrie yek kevira diavêje ji te û ji nişa ve ew dişimite erdê û serê xwe dişenîne. ez ê hîn rêzdarî li hemberî wan nîşan bidim? ji bo kurdan hêsantire, lê ez êzîdîme, êzîdîme, êzîdîme, ew bimrin jî ez êzîdîme!!!!! hûn bi qurbana şeytên bin, bi taybetî elegez



26.09.2015 13:40 | hola êzîda

89. di vê peyama xwe de (vbnr:hola êzîda/76838) çi qa gotinên beredayî kiriye, ew xwe nizane. divê di serî de fêhm bike têgeha "şeytan" a di îslamê de û têgeha "tawisê melek" ne heman tişt e. divê mirov binêre felsefeya herdu olan. di felsefeya îslamê de şeytan ew tişt/kes e ku li hemberî xwedê serî hildaye û berê mirovan dide nebaşî û xirabiyê. lê di felsefeya êzidîtiyê de tişteke din e, alîkarê xwedê ye, melekê herî mezin e, baş e, têgeha başiyê ye. du tiştên cuda ne.



vêca kekê hola dibêje ew şeytanê li mekkehê tawisê melek e, te xwe çawa gihande vê encamê. ti karê xelkê nîn e wê bixwazin êzidiyan bicirimînin. komkujiyên li ser êzidiyan ji xwe dîroka me ye, her wiha komkujiyên li ser me pêk hatine. lê ev nêzikatiya te û yên wek te û her wiha misilmanên wek te difikirin heta hebin wê misilmanek û êzidiyek nikaribe li cem hev bisekine.



26.09.2015 13:58 ~13:58 | xendekî

90. zilam di peyama xwe ya ewil de îroniyeke xweş û baş kiriye li ser tawanên şeytanperestiyê yên silmanan. pêşî qala nebaşiyên qraliyeta siûdê jî mîna îroniya xwe bikira wê çêtirîn bihata fêmkirin lê car din jî li wir tiştên nayê fêmkirin çi ye, nizanim... ha pareziya xwe ya li hemberî sîmûrg kiriye, bi ya min jî ne baş e. tenê navê wan hevpar e. HATİYE GOTİN; têgih û peywir û hebûnên melek tawisî û şeytên ne yek in, û gelek ji hev du cuda ne. mixabin xuya ye ku mêrxas hola êzîda mÎna silmanên nezan (ji dûrî wî) ketiye şibandina wan her du afirîdeyân. divê li ser vê yekê xweş û baş bifikire. bi dilgermî.



(bnr: îronî)



26.09.2015 15:03 ~15:05 | biruya hayao miyazaki

91. Kesê ji ku dera xwe dibêje û ji ku dera xwe dibihîse ne aşkere ye. (bnr: hola êzîda/76838">hola êzîda/76838)

Ez ji we re denklemeke weke ya biraziyê xwe bêjim; hansê alman dibêje azadê kurd weke keran e, nexwe hans dibêje kurd ker in, nexwe alman dibêjin kerd ker in. Nexwe daîş 200 elmanan çînî çînî bike divê ez azadixwazê kurd hena li dereka xwe bidim.

Hema hema gotina hola ev e.



26.09.2015 15:28 | azadixwaz

92. eger behsa şeytên dike, gorî têgihiştina wan kesan ên ku ew behsa wan dike, dike; jo bo ew têbigihêjin. yanî ne gorî têgihiştina êzîdiyan ji wan re behsa tawisî melek dike, ji ber ku wê çaxê ji xwe ew tênagehêjin ji ber ku ew naxwazin têbigihêjin.



not û nûkirin: ji ber ku li vira hinekan baş peyamên min baştir têbigihêjin, divê bê gotin: min got "gorî fikrê xwe ew diavêjin ji êzîdiyan re". cûdatî heye navbera "diavêjin ji êzîdiyan re" û "gorî fikrê xwe diavêjin ji êzîdyan re". yanî ne li gorî fikrê êzîdiyan yan kesên din. ew difikirin ku êzîdî şeytanperestin. êzîdî rastî jî şeytanperest bin yan na, ev dîsa pirseke dine.



not û nûkirin nr. 2: eger rastî jî wisa biya ku êzîdî şeytên (silavên hemû şeytanperestan li wî bin) dihebînin, divê dîsa toleransa herkesî li hemberî wan hebe. azadiya dîn û baweriyê ew e ku herkes dikaribe baweriya xwe bi şeytên jî bîne. ez zanim ku demokrasî hîn neketiye ruhê we silmanan, lê dîsa jî li ber xwe bidin. yanî dixwazim bêjim, pirsa ku raste şeytanperestîye yan ne, ne girînge jî.



26.09.2015 16:01 ~16:36 | hola êzîda

93. bila hola êzîda va provokasiona barde. ez dixazim bêjim ez jî êzdî me. dîne min minra ye dînê kurd-bisilmana wanre ye. gereki bîra neke îro pkk aliyê êzdiyada ye. hata pkk hebe em gerek bona xatirê pkk dijî kurda xever nedin gerekî em ji pkk ra bêjin bona safîkirnê.



29.09.2015 01:53 | ded hesen

94. êzîdîyê hêjayê ez bi vê peyama wî ketime gumana gelo rastî wî nivîsîye.. gelo ez bigrîm * /83702 werhasil ez çepik û piştgirî didimê..



13.01.2016 00:20 | shorbevan

95. nivîskarê ku hê ferqên di navbera olan û neteweyan de nizane ye. (bnr:/88594)

xuyaye ku ew jî nexweşiya hin elewiyên ku elewîtiyê wek neteweyekî dibînin ketiye. tawusî melek şîfayê bide înşellah*



25.04.2016 11:48 ~11:48 | nazim tolhildan

96. tirşikvanê ku ferqa ol û netew dizane, jiberku ne ewqasî jî bê aqile. û herwiha dizane ku gelek car ol netewan dike netew. mixabin gelek mirov fêm nakin. pirsgirêk dîsa jî tune, kî bixwaze lêkolîn bike, zanyarî pêşketiye. herkesekî dikare bixwîne.



25.04.2016 20:05 | hola êzîda

98. Nivîskarek êzidî ye lê belê kurdî dizane *



28.08.2016 21:26 | biaqila malê

99. Nivîskarê ku kengî peyamên wî dixwînim bi dengekî eşkîna dikenim û dibêjim lol *



28.08.2016 22:10 | biaqila malê

100. Here lînkê

binêrin, de piştê ablema rojê û şîrîta sor de wêneyê şîrê heye.



02.03.2021 03:46 | heval.js

101. Nivîskarên ku piraniya peyamê wî li ser reşkirina kurdê misilman e, her tişt aliyekî cihên ku mafdar e jî hene, wek hin fermanên ku ji aliyê kurdên misilman hatibin kirin. Lê ev nayê wateya ku hemû kurdê misilman tawanbar bin.
Li gorî Wî sedema germbûna global jî kurdê misilman inಠಿ_ಠಿ



13.08.2021 12:50 ~12:50 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hola êzîda

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî