1. malpereke medyaya sosyal e. endamên malperê bi rêya malperê û hastagan wêneyen xwe parvedikin. tiştê ez dibînim di nav kurdan de zêde nayê bi kar anîn ango em wêneyen xwe bi rêya dîwarên malan parvedikin ne di dîwarên instagram minstagraman de. |
|
27.07.2013 22:24 |
seydayê_peyvan
![]() |
2. Aplikasyona ku him di androidê de û him jî di iosê de mewcûd e. Bi saloxan dibêjin ji aliyê bikarhêner û parvekirinan ji tivitterê mezintir bûye. |
|
25.12.2014 23:50 |
seydayê_peyvan
![]() |
3. şaxeke din ya medyaya virek e ku qet nebûme endamê wê. qene hê nizanim zêdehiya wê ji facebookê çi ye. tenê zanim ku piştî popûlerbûna wê herkes xwe wênekêş û fotoşopker dibîne. |
|
25.12.2014 23:55 |
simurg56
![]() |
4. du hisabên kurdî hene ku gelek kêrhatî û xweş in. |
|
10.12.2017 13:44 ~13:45 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
5. bihaya firotina wê 100 mîlyar dolarê derbas kiriye. ç'îşê min e! |
|
28.06.2018 16:34 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
6. Hama bêje hemî hevalên min vê jehrê rexne dikin. Dibêjin her kes jiyana xwe ya rojane û taybet Parve dike. Ez jî bi kar tînim lê ez sepana wê ji telefona xwe jê dibim bi qasî mehekê şûnde dîsa bar dikim rojek an du roj lê dinêrin û dîsa jê dibim. Belkî du sal in ez wisa bi kar tînin. |
|
30.11.2019 23:13 ~23:15 |
ferhenga şikestî
![]() |
7. Malpera/sepana ku bi rastî wekî jehr e. Meriv bi xwe re da dide û barnade. Carinan dema dikevinê hema bi seetan li wêne û vîdeo û çîrokên (story) xelkê dinihêrin û bi demên wan ên xweş dihesîdûn lê xîret nakin derkevin derve roja xwe bixwe xweş bikin. |
|
30.11.2019 23:23 |
xelîl
![]() |
8. Malpera ku ego û xweperestina mirovî/ê radike asta jorîn. Ez bixwe tenê ji bo hinek malpera dixebîtinim. |
|
30.11.2019 23:29 |
azad30
![]() |
9. piştî 2011an min dev ji karpêkirina facebookê berda. hewce nake, mîna bazara sêşemê ye, her kes û her tişt li her derî ye. lê cihê xwe berda instagramê. şukir min ew jî gav bi gav ji jiyana xwe hindiktir kir, dûr xist. niha li dora twitterê ye. bêhna min ji xelkên egosantrîk teng dibe. tenê tê de rûpelên gelek xweş û kêrhatî hene ku mirov bi şopandina wan kêfxweş dibe, agahî û zanyariyên xwe pê zêde dike. tenê youtube ji wan cihêtir e. li wir nas û meriv, heval û hogir tune ye. |
|
30.11.2019 23:39 ~23:40 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
10. malpera ku wisa xûya dike ku dawiya wê hêdî hêdî dibe weke facebook'ê. |
|
01.12.2019 01:22 |
brusk56
![]() |
11. di van rojên karantînayê de herkes, heval û hogir, meriv û nas vîdyo û wêneyên xwe yên nançêkirinê tê de parve dikin. tê bêjî ji xelayê derketine emirdirêjno. ya ecêb gelek ji wan digotin nan ji bo siheta mirov nebaş e û dev ji xwarina nên berdabûn. |
|
19.04.2020 16:21 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
12. kêf dike. |
|
10.02.2021 22:17 |
hueyn
![]() |
13. Sepana ku min îro girtîye. Diz e. Gava pêl sepanê dikim piştî yek du vîdeo dibînim nîv saet derbas bûye. Bi vî wext virt û vala dawî dibe. |
|
08.04.2021 10:59 |
kajav
![]() |
![]() |
ismail beşikçi [5] |
![]() |
hirç û govend [2] |
![]() |
êvar e [1] |
![]() |
delav [1] |
![]() |
tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê [5] |