Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
google adsense - tirşik
google adsense
(7) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. sîstema googleê ya reklaman e; https://www.google.com/adsense



li ser înternetê piraniya reklaman bi saya vê sîstemê pêk tê.

li gorî vê sîstemê şîrket, kes û saziyên ku dixwazin reklamê bidin, reklama xwe amade dikin û ji googleê re dişînin, û pereyê xwe didin googleê. ji googleê dikarin bixwazin ku reklama wan divê di malperên çawa de (ziman, cûre, welat) werin weşandin.

ji aliyê din ve gelek malperên ku dixwazin reklamê bistînin, dibin endamê vê sîtemê. google kodek dide van malperan û ev malper jî vê kodê li malpera xwe li cihên guncan bi cî dikin.

vêca piştî vê yekê, google reklamên guncan li malpera we otomatîk bi cî dike.

yanî google kesên ku dixwazin reklamê bidin û yên dixwazin bistînin, digihîne hev û ji bo vî karê komisyona xwe distîne.



vê sîstemê de ji bo ku google pere bide we, divê reklamên ku li malpera we hatine cîhkirin, divê werin tikandin. çiqas were tikandin, hûn ê ewqas pere bistînin. her tişt li gorî tikandinê ye.



lê ez vê yekê ji niha ve bêjim; ger hûn bixwe li van reklaman bitikînin, wê google %99 vê yekê bizane û we ji sîstemê afaroz bike. loma hema qet xwe neêşînin û bila google malpera we asteng neke.



dema hesabê we de bi qasê 100 dolar berhev bû, google perê we bi eft'yê ji we re dişîne.



li înternetê gelek sîstemên bi vî awayî hene lê google ji hemûyan belavtir e û ewletir e.



ger destê we de malpereke ku nîşandana wê rojê 2-3 hezar e, hebe; hûn dikarin bi saya vê sîstemê mehane bi qasê 50 tl fîlan qezenc bikin. tabî ev gelekî girêdayî qalîteya malpera we ye jî.



09.01.2014 21:30 | simurg56

2. pergala googleê ya reklaman e. bi vê pergalê meriv kodekê dixe malpera xwe û êdî google li gorî malperê reklaman dixe malperê. mesela di tirşikê de jÎ ev heye: (bnr: reklamokên beredayî)



min îro got ka ez têxim bloga xwe(bergehenjisinemaye.blogspot.com) lê peyamek ji min re şandin û gotin: "mixabin em nikarin vê taybetmendiyê li bloga te zêde bikin lewra zimanê bloga te cuda ye, me tiştek jê fêhm nekir. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de ji bo zimanê bloga te piştgiriya vê taybetmendiyê çêbibe. lê em nizanin bê wê kengî çêbibe."

bênamûs google jî li hember zimanê me ye û nahêle kurd pere qezenç bike!!



16.06.2015 15:36 ~15:37 | mergehez

3. eger gelek mêvanên malpera te tunebin, pere ji reklamên google adsense nayen. ji bo ku tu mehê 20-30€ bistîne, divê bi kêmanî mehane 50-60 hezar mêvanên malpera te hebin. de îcar ka were û safî bike.



17.06.2015 05:09 | hola êzîda

4. servîsa googleê ya reklaman e.
berê me li ser tirşik.netê jî reklamên wê diditin. lê xeylek zeman e tirşik bê reklam e.
merax dikim sebeba wê çiye. simurg56 eyaran çênake yan google reklaman nade malperên kurdî?
omer faruk baran çend rojan berê gotibû Google hîn jî zimanê me nas nake, loma reklaman nade blogên Kurmancî.
bila google biaqil be. çava nas nake. !

Dive çend kurdên kreatîf li ser reklamên online bixebitin hem seba xwe hem jî seba malperên kurdî hinek pere derkeve holê. dive piyaseya reklaman bo malperên kurdî çêbe. Tu tişt heta ku bazara wê tune be pêşde naçe.



28.12.2017 19:41 | cinorek

5. Google Adwords

Kesên ku bixwazin reklama tiştekî ( malper , tiştekî firotanê hwd. ) Google Adwords bikartîne.Û perê xwe dide google û dibêje google reklamin bike.

Google Adsense

Ev jî ji bo kesên ku bixwazin reklamên adwordsê li ser malpera xwe biweşînin tên bikaranîn.Mînak malperek ango blogek te heye û dixwazî jê kar bikî ango pere qezenç bikî ? Wê demê bi hesabek xwe epeyama ku te li ser gmail vekiribe , serî li adsenseyê dixî û reklamên Google Adwords li ser malpera xwe diweşînî.

Wek ku jorê hola êzîda gotîye 50-60 hezar kes divê hebin nîne .Rojê 1000 kes bikevine malper ango bloga te dikarin 40 50 tl rojê te bidin kar kirin.Ev jî mehê dike 1200-1500 tl.

Adsense ji bo malperên ku reklamê diweşînin gelek krîtera mêzedike ji bo buhaya her tikandinê.Wek mînak Kesên ku adsense bikartînin dibêjin ku malpera te bi engilizî be tu dikarî serê tikandinê karek mezin bikî.

Sedemek din jî ez dikarim wiha bêjim.Ku malpera te pirr hêja be û tenê li ser tiştekî pîspor bibe wê demê jî tu dikarî ji bo tikandinekî karek mezin bikî.

Û Sedemek din jî mirov dikare bêje ev e.Dema ku ji welatek emerîka ango evropa kesek dikeve malpera te û pê li tiştekî dike , google adsense dîsa ji bo vî tikandinê perek mezin dide.
Mînak malperek min hebû û hê heye : ) google adsense carna serê tikandinekî 15 tl dabû : ) )

Ji bo adsensê hûn dikarin bi rêya malperek xwe , blogek xwe ( wek blogspot.com ) dikarin serî lêxin û reklama biweşînin.



29.03.2019 22:08 | brzn

6. servîsa googleê ku êdî piştgirî nade zimanê kurdî û gelek zimanên din yên wek kurdî.
berî çend salan reklamên googleê li ser malpera turkcekurtcesozluk.comê hebûn. lê piştî rojanekirina navrûya malperê, min reklaman jî rakiribû.
wê rojê min xwest dîsa bi cî bikim lê haya min jê çêbû ku êdî google reklamê nade malperên bi zimanê kurdî. êdî tenê piştgirî dide nêzikî 40 zimanan û kurdî ne yek ji wan e. mixabin ev yek jî wê bendorek neyînî li ser malperên kurdî bike û motîvasyonê xera bike. xwedê te nehêle google.



16.01.2021 11:46 | simurg56

7. #emgoogleyêşermezardikin
divê em vê meseleyê çareser bikin. Ji bo bloga min jî heman pirsgirêk derket, ez mecbûr dimînim bi tirkî jî binivîsim. Ev yek nayê qebûlkirin.



16.01.2021 15:45 ~15:45 | xabûrî

8. Google adsenseyê ne îro ji berê de kurdî qebûl nedikir. Û min nedîtiye kesî jî li vê neheqîyê pirsî ye.



16.01.2021 16:59 | giyanstêr

9. neheyirîm. hîn mîna xelkê rêxistinekê me ya zimanê kurdî tune ye, çima wê google qîma xwe bide kurdî. kurdî ne xema kurdan e.



16.01.2021 17:51 | biruya hayao miyazaki

10. bi dehan alternatîva adsensê heye. weke hemû dinya kurd jî dibên qey înternet tenê ji googlê pêk tê. cehnema google kirî ha bijêreyên adsensê;

Here lînkê



16.01.2021 19:16 | hueyn

11. Start up a simurg56 a nû bila ew bibe;
(bnr: tirşik adsense)



16.01.2021 19:32 | cinorek

12. Google'ê mercên xwe gelek caran guhertin lê jixwe ya ku min dizanibû bo zimanê kurdî piştgirî nebû.Yek ji wan jî guhertina erêkirina malperan in.Divê ads.txt barê ftp bikî û li wir de navê domaînên ku tu bi wan re kar dikî binvîsî.
Mînak ; google.com, pub-5599337456628112, DIRECT, f08c47fec0942fa0
ya duyem jî êdî erêkirina malperan hevekî dijwar dixûyê.Divê tu domaîna ku dixwazî reklaman li ser biweşînî li hesabê xwe yê adsense zêde bikî û dû re qodên reklaman jî li ser malpere xwe ve bikî.Piştê çend rojan bersiva erênî û nerênî tê jixwe.
Ji bo çareserkirinê mirov dikare malpera xwe bi kêmtir du zimanan bike wek tirsik.net/en tirsik.net/ru ji bo wan xatirê wan naverokan dibe ku were erê kirin. piştê sandina erêkirinê mirov dikare her rûpelê de reklamê biweşîne.Jixwe gelemperî li gor lêgerînên ku mirov dike , reklaman dide nîşan.



16.01.2021 20:44 ~2021.01.17 13:12 | brzn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» google drive
» adsense

Kategoriyên mijarê:: teknoloji ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî