Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
li amedê di mîtînga hdp'yê de teqîna bombeyan - tirşik
li amedê di mîtînga hdp'yê de teqîna bombeyan
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. teqîna ku bi qasî du saet berê, beriya ku demîrtaş bipeyive pêk hatiye

cara ewil hat gotin ku ji ber trafoyê pêk hatiye lê min bawerî pê neanî û min telefonî heval û merivên xwe yên ku çúbûn mîtîngê kir, hemî gotin derew e du car li ser hev teqiyaye û tu eleqeya trafoyê pê tune ye

xaltiya min jî got ez lo nêzî bûyerê bûm jinikek dît ku bombe he ye qirîya lê dengê wê neçû tu kes!

wek ji wêneyên cihê bûyerê jî diyar e ku parça tesirli bombe avêtine. yek jê kirine nava sêlika sergoyê ya dî jî deh deqe şûnde teqandine segbavan.

ezê şerefa mezinên we nim, hûn tucar nabin însan, piştî ku min bûyer seh kirin tevz ketin laşê min lê ew segbavan çavê xwe wisa sor kirine ku dikarin însanên bêguneh bikujin

wek dawî: seni başkan yaptırmayacaz!

not: kesên ku li amedê dijîn bila herin fakülteyê ji ber ku gelek birîndar hene, xwîn lazim e



05.06.2015 19:33 | ferhenga şikestî

2. yek ji provokasyon û êrîşên li dijî HDP'ê ye ku ji aliyê kûçikên akpê ve tê kirin. seyê kurê seyan nasekinin bi dehan insanên bêguneh brîndar kirin, înşelah mirî nebin. ev çi hêz e van tiştan dike, dixwaze kaos û gêre çêbe, tenê bersiveke vê heye: ew jî akp û ew wehşê berdevê erdogan efkan ala ye, beriya niha deh bîst rojan fuat avnî gotibû wê efkan ala û zilamên wî van karan van êrîşan pêk bînin va dîsa gotinên wî rast derketin.



hema aniha hdp xwe ji hilbijartinê bikişîne û bêje wilê ye haaa nexwe em nayên hûn zanin, vêca em ê bînin ka wê çawa bên xwe biavêjin ber lingê me. lê heqê tu kesî/ê nîn e berê law-qîzên xelkê bide mirinê.!



lê bila ew bizanin ew xwe bidirînin jî, çi ji qûna wan bê, qûna xwe jî biçirînin wê hdp wek partiya herî xurt bikeve partîyê, hejmara wan kêm br jî ya herî xurt wê hdp be.!



reco reco tu xwe bikujî jî tu yê nebî serok merok!



05.06.2015 20:08 | xendekî

3. êrîşê ku ti kêfa min nehiştîye emê di roj ê din jî sebir bikin û emê di dada wanin ez li vir dinivîsînim ger ji wanra bimine ez edî naçim mitingê hdpê ez naçim xwe nadim kuştin li ciyê beredayî



05.06.2015 20:27 | shorbevan

4. êrîşa jê 400 zêdetir kes birîndar buyî heta niha 4 kes mirî. Li wêne û dîmenên derketîn holê de dixuye ku piştî teqînê polês jî gaz û ava bitazyîk diavêjin ango armanca wan provokasyoneke pir mezin buye. înşileh wê roja yekşemê hemu tirkiyê birîn devê xeyên vê buyerê de. Amîn.



05.06.2015 23:16 | azadixwaz

5. êrîşa ku bi saya serê vî gelê xwînsar û sekan veneguheriyê îzdiham û krîzeke mezin.Xweda vî gelî ji êrîşên mezintir biparêze.



06.06.2015 01:05 | diclefirat

6. bûyera ku sûcdar bêguman akp û serokê wê erdogan e. guneh li stûyê wan e.

yê ku hdpê dike hedef ew e, yê ku çekan ji daîşkerên bêşeref re dişîne ew e, yê ku piştgiriya hudapara hov dike jî ew e.

loma ev êrîş ji aliyê kê ve hatibe çêkirin bila be, berpirsiyar akp ye.



lê bila hemû bêşerej ji bîr nekin: (bnr: tu wê nebî serok dêqehpo)



ji duh be ne dilê min diçe xwarinekê bixwim ne kêfa min ma ji bo tiştekî. li gorî agahiyên min bihîstî, tenê li nexweşxaneyê fakuteya dîcleyê bi qasê 20 kesan dest û lingên xwe wenda kirine.

dilê min ji miriyan zêdetir bi wan dişewite. wê heta hetayê şopên vê hovitiyê bi xwe re bigerînin.



06.06.2015 09:23 | simurg56

7. bûye sedema mirina 1 kesekî (yên din berî bûyerê ji cihek bilind ketiye û miriye) û birîndarbûna bi sedan kesan.



06.06.2015 12:09 | simurg56

8. doh ez jî nêzî cihê ku lê teqîn qewimî bûm. cara ewil kesî tiştek fahm nekir lê di teqîna duyem de aşkera bû ku ew ne trafo bû. mixabin li gor nûçeyan heya niha 4 kes miriye û zêdetirî 400 kesan jî birîndar hene. înşalah hejmarê miriyan zêde nebe.



06.06.2015 16:29 | kurê xelkê

9. Teqîna ku ez û birayê xwe bi hev re tam diçûn qadê qewimî. Min bi hevalên xwe yên nobedar re axivî gotin alikarî lazim e û ez jî di cî de çûm acîla zaningeha dîcleyê. Te dî Bi tirkî dibêjin "kan gövdeyi götürüyor". Rewş eynî wisa bû. bi sedan birîndar, bi dehan kesên ku ling şkestî, mirovên birîndaran ku hemû aqlê xwe wenda kiribûn tu kesî nedikarî wan bisekinîne. Min hê jî şok derbas nekiriye.

Hevala min jîcli qadê bû nîv saet beriya teqînê me axivîbû. Piştî teqînê min kir nekir, min nekarî xwe bigihînim. Hindik mabû mejiyê xwe wenda bikim. Dema hatim acîlê û min dê bavê wan birîndaran dîtin, min hestên wan gelek baş fêm kir.herkes digîrî û zarokê xwe digeriya. Yekî digot "ji bo xwedê bihêlin ez cara dawî bibînim"....



Mirov dema ji dûr lê dinêre, belkî dibêje 3 kes miriye bûyerek ne ew qas mezin e. Lê mixabin birîndarên ku wê seqet bimînin ne bin 15 kesan e..



06.06.2015 17:23 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» teqîna mezin

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî