Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
erebeya bêmirov - tirşik
erebeya bêmirov
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. projeyek ji projeyên googlê ye. (bnr: google driverless car)

ji aliyê endazyarê wan yê bi navê sebastian thrun ve tê rêvebirin.

di sala 2011an de, dagehek li nevadaya amerîkayê destûr da ji bo bikaranîna van erebayan û googlê jî projeyê bi pêş ve bir. dû re eyaletên florîda, kalîfornîya û michiganê jî destûr dane.

tê gotin ku heta niha erebeya googlê, bêyî ku tê de mirovek hebe, bi qasê 2.7 milyon kilometre rê çûye û heta niha tenê 10 caran tevlî qezayan bûye. di wan qezeyan de jî sûcdar ne ew bûye û kes nemiriye. bi rastî jî serkeftinek gelek mezin e.



google ji bo projeya xwe ne tenê li ser modelekê dixebite, heta niha li ser erebeyên gelek markayan ceribandinan kiriye. erebeya ewil toyota prius bû.

Here lînkê



di sala 2014an de, vê carê googleê erebeyek çêkir ku tê de pedal qet tune ne û bi temamî otomatîk e. niha ew erebe li ser kar e. tê plankirin ku di sala 2020an de ev erebe di jiyana rojane de weke fermî werin bikaranîn.



di van erebeyan de cîhazên taybet hene ku bûhayê wan bi qasê 150.000 dolar e. beşa herî girîng sîstema lidar e ku ev cîhaz bi tîrêjên lazerî dikare dûrahiya tiştan hesab bike û nexşeyek 3d derxe holê.



04.06.2015 20:15 ~20:16 | simurg56

2. (bnr: inca ev jî tişkîye zariyê malême li ber lokizê li televizyonê seyr dikin)



ev fikir û proje ji apê sedîqoderketîye.. dora 15-20 sal berê apê sedîg digo ez di malabadêda diçum batmanê ez li ba pirê sekinîbûm mindî erebekî bê şofêr di ber meda derbas bû û tev pê dikenîyan dibe ku telê şofêr tunebe xuya nekiribe.. rojek jî digo van zarîyê malême ceryan tune liber lemba û lokiza li televizyonê temaşe dikin televîzyona wan hebûye berê gundî jî heroj li wir bûne jiber wî wîjî evê çûne şevbêrkê bi nezanî hima wisa gotiye lê niha bi şarja hakîya telefona ku ceryan tunebe jî temaşe dikin.



05.06.2015 10:44 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» erebeya bêmirov

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî