Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
alaya kurdistanê - tirşik
alaya kurdistanê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. alaya li gorî salan, tevgeran diguhere ye.

alaya kurdistanê ya xoybûnê wek alaya îroyîn e lê ji 16 tîrêjan pêk dihat. Here lînkê

alaya kurdistanê ya hawarê wek alaya îroyîn e lê ji 18 tîrêjan pêk dihat. Here lînkê

alaya komara kurdistanê ya mahabadê wek alaya îroyîn e lê li dora tavê gurzên simbilan û li ser tavê jî pênûsek hebû. Here lînkê

alaya komara agiriyê ku xoybûnê ew ava kiriye ye. dişibe alaya îroyîn lê tîrêjên wê yê rojê tune ne û di nav tava wê de jî wêneyê agiriya biçûk û agiriya mezin hebû. Here lînkê





25.05.2015 13:10 | berxweda

2. tava alaya kurdistanê wek png ango backgrounda wê vala: Here lînkê



26.04.2021 15:00 | asîmanê sêwî

3. Silav û rêz , pêdivî ye ku li ser ala rengîn ez tiştekî parve bikim ji bo hûn jî tê da beşdar bibin û em hemî dengê xwe bigihînin cîhanê ku em jî alaya xwe dixwazin di nav (EMOJÎ'YEN de ) êdî em jî weke netewa kurd alaya xwe dixwazin bi alaya xwe şa bin di nav tora civakiyan de her çiqas jî ala nav dilê me de ye lê dîsa jî bila pişt bidin ku tiştê nav dilê me bête çêkirin bi emojiyek , çendîn car e deng dan ji bo ala rengîn hatiye saz kirin ji bo ku bi taybetî (IOS) bipejirîne lê paşê hewil danek gelek hikumeta herêma Kurdistanê bi arîkariya xwebexşan ku dest bi vî çalakiyê kirin şandek bi taybetî ji bo sîstema (IOS) şandin ji bo ku herêma Kurdistanê bi fermî werê pejirandin sîstema ios jî herêma Kurdistanê bi fermî pejirand û êdî tête çaverê kirin ku alaya Kurdistanê jî bi fermî werê saz kirin lê xwebexşên me dîsa dengdanek bi fermî çê kirine ku rast e rast dengê me dîsa bibîzin bi rêya (change.org) û gelê me yên hêja min xwest ez li vira jî parve bikim ji bo ku hûn jî ji vî rûmetê bê beş nemînin û alaya rengîn bi xwe re serbilind bikin dîsa her wek tim serbilind bûye ew ê wisa jî bimîne BIJÎ KURDISTAN! BIJÎ ALAYA RENGÎN! dengê me bila yek be!!! ez lînk datînim hûn dikarin bi vî lînkê beşdar bibin îmze/wajo bikin em spasdarê we ne ala rengîn bi tenê nehêlin .

Here lînkê



06.03.2022 21:10 ~21:18 | hewlêriha

4. li ser githubê sepaneke webê hatiye kodkirin ku meriv dikare elementên ala Kurdistanê biguherîne. Wek rengên alê, hejmara tîrêjên tavê û wd.

Kurdistan Flag Creator Here lînkê



19.02.2023 10:00 ~10:00 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» alaya benînê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî