1. xwîna ku serê mehê çend rojan ji organên zayendî yên jinan tê.. herwiha bi kurmancî jê re xwîndîtin, ketin kincan, ketin kirasan an kinc hatin jî tê gotin.. bi soranî; bênwêjî, kewtneserxwên dibêjin.. bi tirkî; adet kanaması û bi îngîlîzî jî menstruation dibêjin.. |
|
20.05.2015 00:45 |
endazer
|
3. (bnr: ketin cilan) |
|
20.05.2015 01:03 |
xendekî
|
4. Berê hevaleke min a keçikek tirk hebû gava diket vî halî tabî nedixwest bê hevdîtinê an jî li hevdîtinê bûya dixwest here malê lê vê yekê ez tênedihîştim yanî min nizanîbû ku ji ber rewşeke wilo bû. Îcar tabî wê jî rasterast nedigote min, bi îma û îşaretan an jî bi tiştên ku herkes fehm dikir lê min fehm nedikir diaxivî. Carna digot "of zikê min diêşê divê ez herim malê" min jî digo na, ca bisekine yaw em çend kelam bikin û mehdê wê yekcar tirş dibû û dida nava of û pofan, xwedê heye min fehm nedikir. Carna jî digot "ha binêr her derê min werimiye lawo, ez nexweşim bihêle ez herim malê" min jî ne ji ber ku meselê fehm dikir lê ji ber ku min digot herhal nexweşe û dihîşt biçe. ( yaw carna ez difikirim heqqet ez çiqa saf im) * neyse nizanim niha ew keçik li kur e û niha ji bo wan tevgerên xwe yên ji ber safîtiyê lêborîna xwe dixwazim* |
|
20.05.2015 15:59 ~16:00 |
ceso
|
5. li zanistgehê hezar û heb hevalên min ên keçik hebûn û bi aşkera digotin, biro ez ketim kinca, ka em herin molpedekê bikirin û hwd. çend caran ji bo êşa zikên wan MİN bi utîyê xewlî germ kir û dane ser wan. xwedê alî wan bike, wele ne tiştekî xweş e. lê dema têDİKEVİN KİNCA ev nîşana tendiristiya wan a başî ye. |
|
17.09.2015 23:52 ~23:53 |
biruya hayao miyazaki
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |