Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurdên anatoliyayê - tirşik
kurdên anatoliyayê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. madem endazer beg dibêje kurdên anatoliya navîn qebûlkirin û piştrastkirina dagirkiriyê ye, em jî mijarê wiha vekin. Kurdên ku li gundên çend navçeyên Qirşehîr, Qonye, Enqere, Aksaray û Yozgatê belav bûne ne. Ew kurdên ku 200-500 sal berê ji Kurdistanê çi bi dilê xwe, çi ne bi dilê xwe bi wir ve koçber bûne û li wir ji xwe re cih û war danîne ne. Ji her beşên Kurdan nimûneyek, Şêxbizinî, Kurmanc, Zaza li wan deran belav bûne. Lê bi pirranî Kurmancên ku bi devoka Semsûrê/Meraş/Entab deng dikin in. Bi sedsalan berê ji Kurdên Kurdistanê qetiya bin û pê re zêde danûstandin tunebe jî, hîn 300-400 sal şûnde jî bikaranîna eynî biwêj û peyvên ku li Semsûr-Meraşê tên bikaranîn, neguherîna zêde ya di zimên de, tiştekî ji min re pirr hêjayî balkêşiyê ye.



19.05.2015 22:45 ~22:52 | fethî ronî

2. li vir Here lînkê gotareke xweş û hêjayî xwendinê ya rohat alakom heye, li ser kurdên anatoliyayê. bixwînin!



16.11.2016 03:20 ~03:21 | endazer

3. Bi rastî meraq dikim, gelo rewşa çand û zimanê wan kurdên anatoliyayê bi qasî ku mîllet dibêje parastîye û heta îro hate mihafaze kirin an na? Herçî be jî, bi ditîna encamên hilbijartinê 2018'an li du navçeyên Konyayê; Cîhanbeylî (%30 Hdp), Kulu (%22) û Boztepe ya Kirşehîrê (%18) gelek şaş dimam.



19.10.2020 01:44 | nirxê zêdek

4. haya kesî ji eşîra karacakürt heye qê? dibêjin safî tirkmen in û ji sedsala 14an wê de niştecihên Kirşehirê ne. Bes navê wan herçiqas karacakürt be jî ti eleqeya wan bi kurdbûnê ve tuneye. Ji belgeyên bîzansê (dêr û manastir) bigirin heta salnameyên osmanî wek tirkmen derbas dibin. bi min jî navê kurt û kürt li hev aliqîne û navê wan wisa belav bûye, weka komara başkurdistanê.



11.01.2021 03:47 | tizbîkêş

5. îro haya min jê çêbû ku li bajarê tokatê 2 gûndên kurmanc hene. di şêrê 1893an de ji gurcîstanê reviyane û li tokat/nîksarê bi cîh bûne. piştî nêzîkî 150 salan gelek ji wan kurmanciya ji bîr nekirine.



05.06.2021 21:56 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku çanda kurdan dezanforme kirine û lewitandine

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî