Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 43 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kurdên anatoliyayê
peyamên çepikkirî

69029. madem endazer beg dibêje kurdên anatoliya navîn qebûlkirin û piştrastkirina dagirkiriyê ye, em jî mijarê wiha vekin. Kurdên ku li gundên çend navçeyên Qirşehîr, Qonye, Enqere, Aksaray û Yozgatê belav bûne ne. Ew kurdên ku 200-500 sal berê ji Kurdistanê çi bi dilê xwe, çi ne bi dilê xwe bi wir ve koçber bûne û li wir ji xwe re cih û war danîne ne. Ji her beşên Kurdan nimûneyek, Şêxbizinî, Kurmanc, Zaza li wan deran belav bûne. Lê bi pirranî Kurmancên ku bi devoka Semsûrê/Meraş/Entab deng dikin in. Bi sedsalan berê ji Kurdên Kurdistanê qetiya bin û pê re zêde danûstandin tunebe jî, hîn 300-400 sal şûnde jî bikaranîna eynî biwêj û peyvên ku li Semsûr-Meraşê tên bikaranîn, neguherîna zêde ya di zimên de, tiştekî ji min re pirr hêjayî balkêşiyê ye.



05.06.2013 14:07 | simurg56